Şaneya çete ya êrîşa bombeyî li Qamişlo kir hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku berpirsên êrîşa bombeyi ya duh sivîlên li Qamişlo kirin hedef girt, ragihand di encama lêkolînên li ser telefonên berpirsên hatine girtin, derket holê ku ferman ji Tirkiyeyê girtine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê a daxuyaniyek nivîskî da ragihand ku berpirsên êrîşa bombeyi ya duh sivîlên li Qamişlo kirin hedef, girtiye. Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku fermana pêkanîna êrîşê ji kesekî li Tirkiyeyê dijî hatiye girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser mijarê ev agahî par ve kir:

“Hêzên me yên li bajarê Qamişlo deteyên bûyera terorîst a ku duh 11`ê Mijdarê li bajarê Qamişlo pêk hatiye eşkere kirin.

Piştî lêgerîn û lêvegera ji kamîreyên çavdêriyê, hêzên me endamên şaneya terorsît a ku bûyera sûcdar pêk anîne nas kirin. Di operasyona serdegirtinê de piştî nîvê şeva 12`ê Mijdarê hêzên me kesê bi navê Ehmed Casim El-Mistefa yê ku bûyer pêk aniye û endamên din ên ku tevlî bûne girtin.

Di lêpirsîna destpêkê de û lêgerîna di amûrên wan ên teknîkî de yên ku beriya û piştî bûyerê bi kar anîne, diyar bû ku endamên şaneyê fermanên xwe yekser ji kesekî li Tirkiyê dimîne digirin. Her wiha lêçûnên bûyerê ji heman kesî wergirtine.

Duh li bajarê Qamişlo bi wesayîteke bombebarkirî ku li pêşiya kafeteryaya El-Şimû li nêzî durêya MTN û bi du motorsîklêtan yek li ber dêra kildan hatibû hiştin êrîş pêk hatin. Di encamê de 5 sivîl şehîd bûn û 26 kesên din birîndar bûn di nav de 4 endamên hêzên me.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez dikin ku mîna van bûyerên terorîst têkbirina ewlehiya herêmên me dikin armanc, bi koordîneya dewletên ku sponseriya terorê dikin û beşên ji axa me dagir dikin, tên. Em teqez dikin ku hêzên me wê karê xwe bidomîne, ax û gelê xwe bi tevahiya rêbazan ji her bûyerek terorîst biparêzin."