Zextên li ser çapemeniya azad tên şermezarkirin

Li gel rêxistinên naçeyên Yuregîr û Çûkûrova ya Edenê û rêxistinê HDP’ê yên Antalyayê, girtin û zextên li ser çapemeniya azad û muxalîf hatin şermezarkirin.

EDENE

Li Edeneyê gelek kesên ku daketin qadan operasyonên qirkirin siyasî û zextên li ser çapemeniya azad şermezar kirin.

Rêxistina navçeya Yuregir a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca protestokirina binçavkirina Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişank û Firat Anli û zextên li ser çapemeniya azad li pêşiya avaiya navçeyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin.

Di daxuyaniya ku pankarta “Hûn nikarin vîna gel teslîm bigirin” hate vekirin de gelek kes beşdar bû. Rêveberê HDP’ê yê navçeya Yuregir Omer Şengul daxuyaniya çapemeniyê da û daxwaz kirk u divê demildest Kişanak û Anli serbest bê berdan. Şengul zextên li ser çapemeniya azad tê meşandin jî şermezar kir û destnîşan kir ku mafê agahî girtinê ji destan tên girtin û vê yekê qebûl nakin. Şengul diyar kir ku weke gel wê li qadan bin û xwedî li vîna xwe derkevin.

 ‘DIVÊ GELÊ ME BÊJE RAWESTE’

Rêxistina HDP’ê ya navçeya Çûkûrova jî bi heman armacê li pêşiya avahiya xwe çalaiya protestoyê li dar xist. Hevserokê HDP’ê yê Çûkûrova Osman Sert diyar kir ku tevî hemû êrîş û zextan wê li kolanan bin, li Tirkiyeyê bi sedan xebatkarên çapemeniyê hatine girtin. Sert wiha got: “Ev hişmendiya ku Tirkiyeyê ji rêya ronî ber bi tarîtiyê ve dibe, divê gel bide rawestandin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Ti zext nikarin me bişkînin” ve bi dawî bû.

ENTALYA

Girtina sazî û dezgehên çapemeniyê yên ku ji aliyê KHK’ê ve ji aliyê rêxistinên HDP’ê yê Entalyayê ve jî hate protestokirin.

Girtina sazî û dezgehên çapemeniyê yên ku ji aliyê KHK’ê ve ji aliyê rêxistinên HDP’ê yê Entalyayê ve jî hate protestokirin. Girserya gel a ku li pêşiya avahiya HDP’ê kom bûn dirûşmên “Çapemeniya azad nayê bêdeng kirin” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil li ber xwe bidin” hatin qîrikirin.

Hevseroka HDP’ê ya bajarê Entalyayê Songul Şarkli ya ku daxuyanî da diyar kir ku ev nêzî salekê ye hikûmeta AKP’ê welat ber bi kaosekî giran ve dibe û wiha got: “Di vê sala dawî de bi hezaran kes ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin. Yên ku ev qetlîam nehêlan veşartî û raxistin ber çavan çapemeniya azad bû. Îro ji ber ku ji rastina ditirsin bi biryara KHK’ê yek bi yek saziyên çapemeniyê bêdeng dikin.”

Şarkli diyar kir ku bêdengkirina çapemeniya azad tê wateya bêdengkirina gel, rastî nayê veşartin û li dijî zextan wê hê bêtir li ber xwe bidin û têkoşînê bidin meşandin.

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya nîv saetê doman bi dirûşman bi dawî bû.