Zarrab: Ji bo îfadeyê nedim, xwestin min bikujin
Reza Zarrab ku qala îxracata AKP'ê ya li ser petrol û gaza Îranê kir, anî ziman ku ji bo îfadeyê nede, li girtîgeha federal hewl hatiye dayin ku wî bikujin.
Reza Zarrab ku qala îxracata AKP'ê ya li ser petrol û gaza Îranê kir, anî ziman ku ji bo îfadeyê nede, li girtîgeha federal hewl hatiye dayin ku wî bikujin.
Di rûniştina 8. a dozê de ku Alîkarê Midûrê Giştî yê berê yê Halkbankê Hakan Atîlla yê girtî weke yekane bersûc lê tê darizandin, Reza Zarrab îfade da.
Reza Zarrab ku ji Adara 2016'an û vir ve li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) girtî ye, weke şahidekî qala gendelî û binpêkirina pêkanînên navneteweyî yên bi destê Erdogan û hikumeta AKP'ê dike.
Reza Zarrab diyar kir, piştî ku qebûl kiriye li ser sextekariya bi hikumeta AKP'ê re li qada navneteweyî kiriye îfadeyê bide, hewl hatiye dayin ku bê kuştin.
Zarrab anî ziman ku li girtîgehê kesekî kêr lê kişandiye û li ser vê yekê ji girtîgeha federal hatiye derxistin. Zarrab da xuyakirin ku kesê navborî ji ber ku ew hevkariyê dike êrîşî wî kiriye û ji bo wî bikuje, ferman girtiye.
Zarrab anî ziman ku ji ber ewlekariya xwe ew bi tirs û fikar e û got, gefên li ser malbata wî ya li Tirkiyeyê 'eger şahidiyê neke' wê biqedin, lê tevî vê yekê jî wî îfade daye.
Parêzerên Hakan Atîlla îdîa kirin ku îfadeya Zarrab a li ser hewldana kuştinê li girtîgehê derew e û gotin ku tiştekî matmayî nîne ku mehkûmê gef lê xwariyê vê yekê înkar bike.