YPG: Şertê me yê yekane, derketina çeteyan e
YPG: Şertê me yê yekane, derketina çeteyan e
YPG: Şertê me yê yekane, derketina çeteyan e
Li dû êrişên komên çete yên li dijî gundên derdora Efrînê, YPG'ê dest bi operasyoneke dorfireh kir û gelek nuqte û gund ji çeteyan paqij kir. Fermandariya Hêrma Efrîn-Helebê ya YPG'ê ji bo banga agirbestê ya navbeynkaran got, "Şertê me yê yekane, derketina çeteyan e."
Li gundên Ziyaret û Akîbe yên ser bi navçeya Efrîn Şêrawa destpê kir, ev 15 roj in dewam dikin. Hêzên YPG'ê jî ji bo herêmê ji "çeteyan paqij" bike, dest bi operasyoneke dorfireh kir. Di encama operasyona YPG'ê de bi dehan endamên çeteyan hatin kuştin, herî kêm 2 tanq û gelek maşînên leşkerî yên çeteyan, ji holê hatin rakirin. Di şerên li vê derê de yek jê jin 7 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê 3 ji van, piştî komên çete hatin derxistin li gundê Basilê hatin dîtin.
Çavkaniyên YPG'ê da xuyakirin, ku tevî gundê Ziyaretê li ser rêya gundê Dêrcêmêlê jî hin komên çete hene. Daxuyaniyên navbeynkaran ên YPG'ê sûcdar dikin, ji Fermandairya YPG'ê ya Efrîn-Helebê bersiv dîtin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku daxuyaniyên li ser hevdîtinan tên dayîn ne rast in û hat destnîşan kir, ku şertê wan ê yekane, derketina çeteyan ji gundên ser bi Efrînê ye.
YPG'ê diyar kir ku daxuyaniyên hin derdoran ên YPG'ê bi xerakirina agirbestê sûcdar dike, ne rast in û got, "Tê zanîn weke hêzên YPG'ê têkoşîna me ya li dijî Rejîma Bees a li Sûriyê ji sala 2004'an û vir ve bê navber dewam dike. Ji ber vê yekê, hînê bi dehan kadro û welatparêzên me di zîndanên rejîma Bees de tên ragirtin."
Di dewama daxuyaniyê de weha hat gotin; "Ji destpêka şoreşa li Sûriyê û vir ve, di têkoşîna li dijî rejîmê de me bi sedan şehîd dan. Di roja îro de jî, di navbera hêzên me û yên rejîmê de şerê giran li Helebê tê meşandin. Ji ber vê yekê, divê baş were zanîn, ku di bin ti şert û mercî de emê bi rejîmê re tifaqê nekin. Yên ku dibêjin tifaqeke me bi rejîmê re heye, ew bi xwe dizanin ku ev tiştê dibêjin ne rast e."
"PIŞTÎ KU ÇETE DERKETIN, AGIRBEST DIKARE WERE AXAFTIN"
YPG'ê der heqê şerê li derdora Efrînê bi "Artêşa Azad a Sûriyê" re rû dane de diyar kir, ku ew ne aliyê şer daye destpêkirine û got, "Li dijî êriş û planên qirêj ên li hemberî gundên me herêmên me, me xwe parastin û bi vî bi rengî bersiv dan. Ji bo dawî li vî şerî bê anîn, hin welatparêzên mîna Mûstafa Şêx ketin navberê û me hevdîtin kirin. Me di van hevdîtinan de tenê şertek anîn ziman. Ew jî; divê komên çete ji gund û herêmên me derkevin. Gava ev şertê me bicih were anîn, hingî agirbest û hevdîtin dikarin werin nirxandin. Niha jî em di heman nêrînê de ne. Bila hêzên li gundê Ziyaretê xwe vekişînin, wê demê emê dest bi hevdîtinan bikin, agirbestê jî îlan bikin."