YPG: Rejîm dixwaze kurdan bikişîne nava şerê qirêj
YPG: Rejîm dixwaze kurdan bikişîne nava şerê qirêj
YPG: Rejîm dixwaze kurdan bikişîne nava şerê qirêj
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) destnîşan kir ku, êrîşên rejîma Sûriyeye yên li ser gundên Ziyaret û Gundê Mezin ên Efrînê berdewama êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne û bal kişand ku, rejîm dixwaze bi vî rengî kurdan bikişîne nava şerê qirêj.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê di derbarê topbarana li hemberî gundên Ziyaret û Gundê Mezin ên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê ku duh ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûn tobarankirin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, di topbarana hîn didome de zarokekî 9 salî jiyana xwe ji dest daye, gelek kes birîndar bûne û ziyana aborî pêk hatiye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, ji ber êrîşan şêniyên gundan jî koçî gundên Kîmar, Berad û Kurzêl, her wiha bajarê Efrînê kirine.
Di berdewama daxuyaniyê de û hate diyarkirin ku, ev topbaran berdewama êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ne û wiha hat gotin: “Êrîşên li ser van gundan, rûyê rejîmê nîşan dide. Rejîm ev 3 mehe hewl dide ku li herêmên kurdan tevlîheviyê derxîne û kurdan bikîşine nava şerê qirêj.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku YPG nahêle ev plan biser bikevin û ev tişt hatin gotin: “Em dê bersiva êrîşan bidin. Em wekî YPG’ê ji bo bersivdaniya êrîşek ku dibe pêk were jî amade ne. Hebûna me bi hemûna gel pêkane, me soz daye ku em dê gund û bajarên xwe biparêzin.”