YPG'ê Tirbesipiyê azad kir

YPG'ê Tirbesipiyê azad kir

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û gelê Tirbesipiyê bajarokê xwe ji hemû bermahiyên rêjîma Baas rizgar kir.

Li bajarokê Rojavayê Kurdistanê Tirbesipiyê ku girêdayî Qamişloyê ye, gel bi alîkariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bajar bi temamî rizgar kir. Di operasyona yekem de Navenda Ewlekariya Komarê, Navenda navçeyê, qereqola polîsan û navenda êm û çandiniyê ji destê rêjîma Bass hat azad kirin

Avahiya ewlekariya Sûriyê û ewlekariya Leşkerî û navenda çand û hunerê ji aliyê YPG'ê hatibû dorpêç kirin, lê piştî demeke ne dirêj hêzên rêjîma Baa ku hatibûn dorpêç kirin xwe radestê YPG'ê kirin.

Bajarê Tirbesipiyê bi tememî ji destê Rêjîma Bass hate rizgar kirin. Gelê Tirbesipiyê daketin kolanan û li ber navendên fermî kombûn û slogan qîriyan.

Li bajarê Tirbesipiyê Kurd, Ereb û Suryanî dijîn û beriya çend rojan li hev kiribûn ku meclisa hevbeş a rêveberiya bajêr a ji 30 kesê ku temsîla hemû pêkhateyên bajêr dike, were avakirin.

Tirbesipiyê, 30 kilometre ji Qamişloyê dûr e.