YPG’ê nasnameya şervanên jiyana xwe ji dest dane eşkere kir
YPG’ê nasnameya şervanên jiyana xwe ji dest dane eşkere kir
YPG’ê nasnameya şervanên jiyana xwe ji dest dane eşkere kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî navê şervanên YPG’ê ku di pevçûnên dawî yên li Serêkaniyê, Girê Spî, Til Koçer eşkere kir. Li Dirbêsiyê û Kobanê ji bo şervanên YPG’ê merasîm hate lidarxistin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên 14’ê Îlonê ku li Serêkaniyê qewimîbûn 10 şervanên YPG’ê û endamên Asayîşê jiyana xwe jidest dane. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di berxwedana 14’ê Îlonê ya li dijî êrîşên komên çete şervanên YPG’ê Dilo Ferec ê bi nasnav Êrîş Gerzan, Zekeriya yê binasnav Avareş, Muslim ê binasnav Canfîda Kobanê, Raid Mio yê bi nasnav Raid, Bengîn Xedîca yê bi nasnav Rêzan, Mihemed Muslim ê binasnav Canfida Kobanê, Yilmaz Mihemed ê bi nasnav Goran, Ednan Xelîl ê bi nasnav Bilind Kobanê û endamên Asayîşê Ehmed Ebdulqadir û Xalid Hesen jiyana xwe jidest dane.
Di daxuyaniyê de navê 4 şervanên YPG’ê ku di pevçûnên li cihê cûda jiyana xwe jidest dane eşker kir. Li gorî daxuyaniya YPG’ê şervanên YPG’ê Mazlûm Qermox û Bozan Nuh li Gundê Sûsik jiyana xwe jidest yê Girê Spî, Mihemed Osman li gundê Til Îd yê Qamişlo û Loqman Mihemed li gundê Girhok yê Til Koçer jiyana xwe jidest dane.
MERASÎM HATIN LIDARXISTIN
DIRBÊSIYÊ
Li bajarê Dirbêsiyê cenazeyên şervaên YPG’ê Mihemed Seîd ê bi nasnav Rustem Cûdî, Dilo Ferec ê bi nasnav Êrîş Gerzan, Yelmaz Mihemed ê bi nasnav Goran û Zekeriya yê bi nasnav Avareş ji aliyê hezaran kesî ve hatin definkirin.
Welatî duh saet di 17.00’an de li be li ber navenda Saziya malbatên Şehîdan hatin cem hev. Piştî wergirtina û bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ve hatin oxirkirin. Li vir merasîm hate lidarxistin. merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl axivî û bal kişand ser berxwedan şervanên YPG’ê yên ku herêmê ji êrîşên komên komên çekdar diparêzin. Xelîl da zanîn ku hêzên YPG’ê hemû pêkhateyên Rojava bê cudahî diparêzin û di nava hêzên YPG’ê de şervanên ji hemû netewan hene.
Li ser navê Partiya Çep Sekerterê Partiyê Mihemedê Mûsê axivî û bal kişand ser berxwedana şervanên YPG’ê ya li dijî êrîşên komên çekdar. Di merasîmê de li ser navê Saziya malbatên Şehîdan jî axaftin hate kirin. Piştî axaftinan cenazeyên şervanên YPG’ê bi diruşmeyan spartin axê.
KOBANÊ
Li Kobanê jî Cenazeyê şervanê YPG’ê Mazlûm Qermox ji aliyê hezaran kesî ve li goristana Şehîdan a gundê Termik hate definkirin. Cenzeyê şervanên YPG’ê ji aliyê hezaran kesî ve ji gundê Qermox hate wergertin. Girseyî cenaze bi karwanekî ku ji sedan wesayît pêk dihat birin Meydana Azadî. Li vir axaftin hatin kirin. Li sr navê Saziya Malbatênê Şehîdan Mistefa Îto, li ser navê YPG’ê Dijwar Kobanê, li ser navê Partiya Demokratî kurd a Sûriyê Azad Berazî, li ser navê TEV-DEM’ê Nûrî Mehmûd, li ser navê Yekîtiya Star Sara Xelîl,li ser navê Meclîsa Kobanê Ehmed Şêxo û li ser navê PYD jî axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de berxwedana hêzên YPG’ê ya li dijî êrîşên komên çekdar hate silavkirin. Piştî axaftinan girseyê cenaze ber bi goristana Şehîdan a li Gundê Termik ve bi rêkirin. Li vir cenaze bi tilîlî û diurşmeyan spartin axê.
Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê sîcilên şervanên YPG û Endamên Asayîşê wiha ne:
Nav û Paşnav: Dolo Ferec
Nasnav: Êrîş Gerzan
Navê dayîkê: Şaha
Navê bav: Ebdulezîz
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Serêkaniyê
Di berxwedana 14’ê Îlonê ya li Serêkaniyê jiyana xwe jidest da ye.
Nav û paşnav: Zekeriya Reşîd
Nasnav: Avaşîn
Navê dayîkê: Zeyneb
Navê bav: Henîf
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Heleb/Eşerfiyê 1985
Di berxwedana 14’ê Îlonê ya li Serêkaniyê jiyana xwe jidest da ye.
Nav û paşnav: Mihemd Seîd
Nasnav: Rustem Cûdî
Navê dayîkê: Xedîce
Navê bav: Ebdulmecîd
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Serêkaniyê/1980
Di berxwedana 14’ê Îlonê ya li Serêkaniyê jiyana xwe jidest da ye.
Nav û paşnav: Raid Mio
Nasnav: Raid
Navê dayîkê: Eyda
Navê bav: Kemal
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Serêkaniyê/1982
Di berxwedana 14’ê Îlonê ya li Serêkaniyê jiyana xwe jidest da ye.
Nav û paşnav: Bengîn Xedîca
Nasnav: Rêzan
Navê dayîkê: Xezala
Navê bav: Ebdulezîz
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Serêkaniyê/1994
Di berxwedana 14’ê Îlonê ya li Serêkaniyê jiyana xwe jidest da ye.
Nav û paşnav: Mihemed Selîm
Nasnav:Berxwedan
Navê dayîkê: Leyla
Navê bav: Mamed
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: gundê Xurxurê/Konanê/1996
Di berxwedana 14’ê Îlonê ya li Serêkaniyê jiyana xwe jidest da ye.
Nav û paşnav: Yelmaz Mihemed
Nasnav: Goran
Navê dayîkê: Emîra
Navê bav: Ferhan
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: gundê Feqîra/Dirbêsiyê/1992
Di berxwedana 14’ê Îlonê ya li Serêkaniyê jiyana xwe jidest da ye.
Nav û paşnav: Endan Xelîl
Nasnav: Bilind Kobanê
Navê dayîkê: Zehîra
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: gundê Hemdûn/Kobanê/1994
Di berxwedana 14’ê Îlonê ya li Serêkaniyê jiyana xwe jidest da ye.
Nav û paşnav: Bozan Nûh
Nasnav: Serxwebûn Kobanê
Navê dayîkê: Xanim
Navê bav: Nuh
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: gundê Xidir Bacar/1992
Di 14’ê tîrmehê de di berxwedan Kobanê jiyana xwe jidest dabû.
Nav û paşnav: Osman Mihemed Berekat
Nasnav: Berxwedan
Nvê dayîkê: Emşa
Navê bav: Mihemed
Cihê jidyîkbûnê û dîrok: Gundê Til Îd/Tirbespiyê/1988
Di berxwedana 10’ê îlonê ya li gundê Til îd a Tirbespiyê jiyana xwe dest daye.
Nav û paşnav: Ibrehîm Xelîl
Nasnav: Mazlûm Qermox
Navê dayîkê: Cemîla
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayîkbûnê û dîrok:
Di 14’ê îlonê de li gundê Sûsik a Til Ebyedê jiyana xwe jidest da ye.
Nav û paşnav: Luqman Mihemed
Nasnav: Luqman
Navê dayîkê: Emîne
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: gundê Xerab Eto/Kobnê/1993 Li başûrê Kurdistanê kar dikr û dema rojava rastî êrîşan hat vegeriya û tevlî nava refên YPG’ê û `27’ê tîrmehê de li gundê Girhok a Çilaxa jiyana xwe jidest dabû.
Endamên Asayîşê jî ev in:
Nav û paşnav: Ehmed Ebdulqadir
Nasnav: Ehmed
Navê dayîkê: Neyîma
Navê bav: Ebdulrehman
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Kobanê/1980
Di berxwedana 14’ê Îlonê ya li Serêkaniyê jiyana xwe jidest da ye.
Nav û paşnav: Xalid Hesen
Nasnav: Xalid
Navê dayîkê: Hesîne
Navê bav: Ebdulqehar
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Serêkaniyê/1980
Di berxwedana 14’ê Îlonê ya li Serêkaniyê jiyana xwe jidest da ye.