YPG’ê komên çeteyan ji gundê Basîlê derxistin
YPG’ê komên çeteyan ji gundê Basîlê derxistin
YPG’ê komên çeteyan ji gundê Basîlê derxistin
Hêzên YPG’ê li gundê Basîle ya Efrînê li hemberî komên çete operasyonek pêk anî. Di encama opersyonê de komên çeteyan ji gund hatin derxistin. Gundê ku ji nûve ket bin kontrola hêzên YPG’ê, xebatên lêkolîn-kontrolê didome.
Ji 26’ê Gulanê heta niha çeteyên ku gotin girêdayê Artêş Azad a Suriyeyê ne, êrîşê gundên Ziyaret, Akîbe û Basîle ya Efrînê kirin. Di navbera hêzên YPG’ê û komên çete de pevçûn derketibûn.
Komên çete di encama operasyonên hêzên YPG’ê de hatin derxistin. Îşev hêzên YPG’ê li dijî komên çete yên gundê Basîle operasyon dan destpêkirin. Di encama operasyonê de hêzên çeteyan ji gund hatin derxistin. Hêzên YPG’ê niha li gund xebatan dimeşînin. Li gorî agahiyên hatine bidetxistin gund ketine bi kontrola YPG’ê.