YPG'ê bîrên neftê rizgar kir
YPG'ê bîrên neftê rizgar kir
YPG'ê bîrên neftê rizgar kir
Li Tirbesipiyê YPG'ê gundê Diyarê Topê ku bîrên betrolê lê hene, piştî dorpêç kirina hefteyekê rizgar kir.
Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Tirbesipiyê, Yekîneyên Parastina Gel(YPG) ên ku beriya hefteyeke gundê Diyarê Topê ku bîrên neftê lê hene û 4 kîlometrî dûrî bajêr e, îro ji artêşa Sûriyeyê rizgar kir.
Di gundê Diyarȇ Topȇ hêzên rêjîma Sûriyê bi cih bibûn, beriya neha YPG'ê li ser daxwaza welatiyan, ji hêzên Sûriyê xwestin gund bi temamî valabikin û ji xwediyên wê re bihêlin, lê ji ber ku hêzên rêjîma Sûryê xwesteka YPG'ê red kir, hêzên YPG'ê ji wê demê de ew dorpêç kiribûn.
Piştî dorpêçkina hefteyeke hêzên rêjîma Esad neçar man xwe radestî hêzên YPG'ê bikin. Bîrên neftê yên gundê Diyarȇ Topȇ niha ji aliyê YPG'ê têne parastin.