YPG'ê 30 leşkerên Sûriyê dil girt
YPG'ê 30 leşkerên Sûriyê dil girt
YPG'ê 30 leşkerên Sûriyê dil girt
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) da zanîn ku şervanên wan di rizgarkirina bajaroka Rimêlan de 30 leşkerên rêjîma Bass girtine.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di saetên serê sibê de YPG'ê piraniya bajaroka Rimêlan ji bermahiyên rêjîma Bass rizgarkir. Li gorî çavkaniyên YPG'ê ji ANHA'yê re ragihandin ku wan di destpêka operasyonê de 15 polîsên rêjîma Bass û 2 endamên îstixbaratê yên Sûriyê girtin.
Di operasyona piştî nîvro de pevçûn qewimîn û di encamê pevûnan de YPG'ê 13 leşkerên din jî girtine. Ligel vê yekê YPG'ê navendên ewlekariya leşkerî, ewlekariya siyasî û tabûra Hecana dorpêç kir û dorpêçkirin berdewam dike.