YPG: 39 çekdarên El Nusra hatin kuştin

YPG: 39 çekdarên El Nusra hatin kuştin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku di şerên du rojên dawî yên li herêmên Efrîn û Tirbespiyê de di navbera yekîneyên wan û komên çekdar yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra de 39 çekdarên El Nusra hatin kuştin û 2 şervanên YPG'ê jî jiyana xwe jidest dane.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyeke  nivîskî weşan û diyar kir ku di şerên du rojên dawî yên li herêmên Efrîn û Tirbespiyê de di navbera yekîneyên wan û komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Cebhet El-Nusrade li herêma Efrînê 27 li Tirbespiyê jî 12 bi giştî 39 çekdarên ew koman hatin kuştin û  di heman şeran de 2 şervanên YPG'ê jî jiyana xwe jidest dan.

Di daxuyaniya fermandariya Giştî ya  YPG'ê de ev tişt hatin gotin;  "Me bi boneya cejna Remezanê agirbesta yekalî îlan kiribû, lê komên çekdaryên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Cebhet El-Nusraêrîşên xwe yên li ser heremên Kurdan zêde kirin. Van koman bi armanca ku heremê dagîr bikin li Efrînê eniyeke şer vekirin, di encamê de duh li herêma Kelha Semanê û gundê Basûfanê piştî ku komên çekdar sê caran êrîş kirin û  şerên dijwar rû dan. Di encama pevçûnan de 27 endamên komên çekdar hatin kuştin û vekîşiyan.

Di daxwiyaniyê hate diyar kirin ku komên çekdar li herêma Tirbespiyê jî êrîşî gundê Çêlekê kirine û bi berxwena YPG rast hatine. Li vir şerên dijwar rû dan, di encamê de 12 endamên komên çekdar hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate eşkere kirin ku di pevçûnan de 2 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dane.

Di dawiyan Daxuyaniya fermandariya YPG'ê de hate gotin; "Em wek YPGê em ê girêdayî Şehîdan bin û em ê li dijî êrîşan gel û herêmê xwe biparêzin."