YEK-KOM: Pêwîste Tirkiye komkujiyê bipejirîne
YEK-KOM: Pêwîste Tirkiye komkujiyê bipejirîne
YEK-KOM: Pêwîste Tirkiye komkujiyê bipejirîne
Federasyona Komeleyên Kurd ya li Almanyayê (YEK-KOM) biboneya 98’mîn salvegera Komkujiya Ermeniyan daxuyaniyek da û da diyarkirin ku, pêwîste Tirkiye bi dîroka xwe re rû bi rû were û got: “Pêwîste Tirkiye Komkujiya Ermeniyan bipejirîne.”
YEK-KOM ku navendan wê li bajarê Dusseldorf yê Almanyayê ye, biboneya 98’mîn salvegera Komkujiya Ermeniyan daxuyaniyekî nivîskî weşand. Saziyê di daxuyaniya dayî de balkişande ser ku, komkujiya di sala 1915’an de li dijî gelê Ermenî hatiye kirin êşa wê di roja me de jî berdewam dike û got, ji bo dawî li vê trajediyê were pêwîste hesabê bidin dîrokê. YEK-KOM’ê di daxuyaniya xwe de bang li gelê Kurd jî kir ku, ji bo protesto kirina komkujiyê pêwîste tevlî meşan bibin.
‘YEK JI BÛYERÊN DI CÎHANÊ DE HERÎ TRAJÎK’
YEK-KOM’ê destnîşan kir ku, bi milyonan Ermenî rastî komkujiyê hatine û wiha berdewam kir: “ Di sala 1915’an de komkujiya ku li dijî Ermeniyan hate kirin, yek ji komkujiyên di cîhanê de herî trajedîke. Bi milyonan Ermenî bi zorê hatin koçber kirin, qetilkirin. Û yên mayîn jî belavî gelek aliyên cîhanê bûn. Ev bûyerên ku rûda ne, ji bo Ermeniyan êş û trajediyekî ku nayê tarif kirine.”
Di daxuyaniya ku komkujiya li dijî Ermeniyan hatiye kirin bitundî şermezar kir, hate diyarkirin ku, “gelê Ermenî ye ji gelên herî kevin û qedîm yên herêmêne. Lê belê vê çemka tunehesibandin û komkujiyê, her wiha ji wî gelê qedîm ji wir rake komkujî pêkaniye. Ev kevneşopî di roja me de jî didome. Pêwîste dest ji vê çemkê berdin. Dewleta Komara Tirkiyeyê di serî de bi komkujiyên Ermenî, Elewî, Êzidî û Asûriya re rû bi rû were û ji van gelan lêborînê bixwaze. Pêwîste di demek kurt de dewlet bi dîroka xwe re were rû bi rû û komkujiya Ermeniyan bipejirîne.”
JI YEK-KOMÊ BANGA TEVLÎ ÇALAKIYÊN PROTESTOYÎ BIBIN
Federasyona Komeleyên Kurd yên li Almanyayê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li endamên xwe yên li Almanyayê kir ku tevlî çalakiyên 24’ê Nîsanê yê protesto kirina komkujiyê ku li gelek bajarên welat pêktê bibin, kir.
-Bajarên Almanya yên dê meşên protestoyî lê pêkbên evin:
-Hamburg: seet: 17.00 li ber konsolosa Tirkiyeyê.
-Berlîn: seet: 14:00 li ber konsolosa Tirkiyeyê.
Augsburg: seet: 14:00 li navenda bajar.
-Franfurt: seet: 11-12: li ber konsolosa Tirkiyeyê. Di navbera seetên 17:00-19:00 dê meş çêbibe. Di heman seetê de, dê li kilîseye Paul semînerek bê organîze kirin.