Xwendinên ‘Pirsgirêka Kurd’ ên Ocalan!

Li gorî Ocalan, çareseriya neteweya demokratîk a doza Kurdan, têkiliya xwe bi pênasekirina rast a dîrok û çanda Kurdan heye

Gelo çareseriyên ji bo doza Kurdan çi ne û bi kîjan rêyê dikarin werin pêkanîn?

Li gorî Ocalan rêya herî baş a ku mirov nebe sedema karesatan ev e ku, doza Kurdan bêyî înkar, îmha, parsekkirinê divê bi reformeke aştî û demokrasiyê ya ji bo çareseriyê  amade dike. Ev formul jî dikare wekî ‘Dewlet+Li Kurdistanê demokrasî’ li Rojhilata Navîn belav bike. Di warê pratîk de ‘Demokratîkbûna li Rojhilata Navîn+bihisttariya demokrasiyê ya dewletê=Azadî ji bo Kurdistanê’ ye. Wekî encam Kurdistana Demokratîk > Federasyona Rojhilata Navîn a Demokratîk > Kongreya Demokrasiyê ya Global dikare bibe slogana dema pêş me.

Em dikarin çareserî û dîtinên din wisa rêz bikin:

-Ocalan cewhera çareseriya demokratîk a doza Kurdan wisa rave dike:

“Êdî gelekî zehmet e ku mirov karibe pêşiya tevlêbûna nasnameya çandî ya hemwelatiyên azad bigire ya ku Kurd ew ê tevlî Komara Demokratîk bibin. Ji bo warê demokratîkbûnê de pêşiya vî tiştî nayê girtin. Yan hûn ê dev ji demokrasiyê berdin an jî hûn ê tevlêbûna azad qebûl bikin. Pêşîlêgirtina bi rêya demagojiyê re, paşverûtiyeke wisa ye ku serdema me nikare wê qebûl bike. Ev ne bi pêwisteyeke hemdembûnê û ne jî bi parastina fikrên Ataturk dikare were îzahkirin;  berevajî vî tiştî ev gotineke faşîzmê ye û divê dev jê were berdan. Ev tişt dimîne ku gel bi îradeyên xwe yên azad karibe tevlê bibin. Ev nêziktêdayîn li gorî giyanê demê yê têkiliyên Kurd-Tirkan e û li gorî taybetiyên demokratîk û mafên mirovan ên serdema me ne. Di vê çareseriyê de qala guherandina sînoran, otonomî û lîsteyeke cihê ya ekonomîk, civakî, çandî û siyasî nayê kirine. Tişta pêwist ev e ku divê dev ji îddîayên faşîst were berdan û her kom karibe nasnameya xwe ya çandî û perwerdehiyê karibe bijî. Cewhera çareseriya demokratîk a doza Kurdan ev e.”

-Li gorî Ocalan sedema giranbûna doza Kurdan ne analîznekirina têkiliya netewe-dewletê ya navxweyî û ne jî pozîsyona Kurdan a li hemberî netewe-dewletê ye. Asêbûna di çareseriya dewletparêz û nîjadperest de, sedema bingehîn a kûrbûna kêşeyan e.

-Li gorî Ocalan çareseriya doza Kurdan ne parçeyî ye. Tu parçeyek tena serê xwe nikare çareseriyekê pêk bîne. Heta ku kêşeyên li Tirkiyeyê çareser nebe, çareseriya li parçeyên din jî ew ê ne hêsan be. Tişta balkêş ev e ku, çareseriya doza Kurdan ji aliyê hêzên hegemonîk ên kapîtalîst hatiye kilîtkirin, heke berjewendiya van hêzan tunebe ew ê çareserî bi hêsanî pêk neyê.

- Li gorî Ocalan di warê çareseriya doza Kurdan de rêya bi wate, qebûlkirina xweseriya demokratîk e. Hemû rêyên derveyî vî tiştî tê wateya taloqkirina kêşeyan û kûrkirina probleman.

Li ser vî esasî li gorî Ocalan, çareseriya neteweya demokratîk a doza Kurdan, têkiliya xwe bi pênasekirina rast a dîrok û çanda Kurdan heye. Pênasekirina rast a dîrok û çandê, pênaseya hebûna civakî jî bi xwe re tîne. Civaka neteweyî yê wateya ku giyan û bîra dîrok û çandê heye. Di dîroka Komarê de înkar û îmhaya Kurdan, bi îmhakirina hebûna çandî û bi înkarkirina dîroka Kurdan hatiye destpêkirin. Berê hêmanên çandî û manewî û piştre jî hêmanên çandî yên maddî hatine tasfiyekirin.

-Li gorî Ocalan KCK ji bo doza Kurdan modeleke çareseriyê ye.

KCK di warê diyarkirina qedera xwe ya gelan de, şîroveya demokratîk a ne dewletparêz îfade dike û ji bo çareseriya kêşeyên neteweyî divê weke veguherîneke xurt were nirxandin. Kêşeyên neteweyî yên ku modernîteya kapîtalîst ava kiriye, bi feraset û paradîgmayên netewe-dewlet û nîjadperest hatine çareserkirin. Dema qala kêşeyeke neteweyî hatiye kirin, fikra ‘bila netewe-dewleteke me jî hebe’ hatiye hişê mirovan.

KCK di warê çareseriya demokratîk a doza Kurdan de, îfadekirina şênber e û ji nêziktêdayînên kevneşopiyê cuda ye. Çareserî ne ev e ku parekê ji dewletê bistîne. Di warê xweseriyê de jî Kurd ne li pey dewletê ne. Dewleta federe û konfedere ji xwe re nake armanc û ev tişt ne çareseriya wê ne. Daxwazên wê yên ji sereke yên dewletê ev in ku, Kurd bi îradeya xwe ya azad karibin xwe bi rê ve bibin û dewlet li pêşiya civaka neteweyî ya demokratîk neke asteng. Çareseriyên demokratîk ji aliyê dewlet û hikumetan nayên pêşvebirin. Di warê çareseriyê de hêzên civakî berpirsyar in. Hêzên civakî li ser esasên destûra bingehîn a demokratîk bi dewlet û hikumetan re dikarin rûnên. Bi qasî rêveberiya dewletê ya mûtlaq daxwaza demokrasiya mûtlaq jî li dijî giyanê çareseriyê ye. Çareseriya demokratîk tê wateya neteweya demokratîk û civak xwe li ser neteweya demokratîk ava bike. Li ser vî esasî divê pênaseya neteweyê careke din were kirin. Beriya her tiştî divê mirov diyar bike ku, tenê pênaseyeke neteweyê tune.

KCK ne bi tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû komên etnîk û neteweyî tê wateya modela çareseriya neteweya demokratîk. Di dîroka modernîteya kapîtalîst de, di serdemên kêşeyên neteweyî de çareseriyên netewe-dewletî  di dîrokê de her dem xwîn rijandiye. Çareseriyên netewe-dewletî kêşeyan çareser nake, berevajî wê şer kûrtir dike û endustralîzmê zêdetir dike. KCK netewe-dewlet, kara zêde û endustrîyalîzmê terk dike û li diji wê neteweya demokratîk, bazara civakî ya bê kar û endustriya ekolojîk wekî alternatîf nîşan dide.

-Li gorî Ocalan vebijarka konfederalîzma demokratîk girîng e. Ji ber vê sedemê girîng e; “Konfederalîzma Demokratîk naskirin û parastina hemû hebûnên çandî û azadiya xweîfadekirinê ji xwe re esas digire. Li ser vî esasî, çareseriya demokratîk a kêşeya Kurdan, qebûlkirina naskirina nasnameya Kurdan û pêşvebirina ziman û çanda Kurdan ji xwe re dike bingeh.”

Li gorî Ocalan ji bo çareseriyê 3 nêziktêdayîn hene. Yek a netewe-dewletan e. Yek ya hêzên navneteweyî ne, yên ku DYA pêşengtiyê jê re dike û nêziktêdayîna sêyemîn jî a çareseriya demokratîk e.

Nêziktedayîna netewe-dewletan wisa ye. Ev netewe-dewlet dewletên li herêmê ne. Nêziktêdayîna wan a bingehîn ev e ku tiştekî bi navê doza Kurdan tune. Tirk Kurdan dikin Tirk, Ereb Kurdan dikin Ereb û Faris jî Kurdan dikin Fars. Zimanê Kurdî wekî zaraveyekî zimanê xwe dibînin. Çareseriya van dewletan înkar û îmha ye. Bi saya têkoşîna PKK’ê vê polîtîkaya înkar û îmhayê di nav civakê de hatiye derbaskirin. Van dewletan jî ji neçarî Kurd qebûl kirin û vê carê jî dibêjin ‘Kurd cihê ne, Rêbertî û PKK cihê ne.’ Bi avakirina mûxatap û pêşengên sixte dixwazin berxwedana Kurdan bişkînin. Li gorî van dewletan ‘Doza Kurdan tune, kêşeyek çêkirî heye ya ku hêzên derve ew derxistine holê.’

Van dewletan doza Kurdan înkar nekiribin jî, ji bo qebûlkirinê di nav hiqûqeke pozîtîf de nemane. Ango mîsogeriya zagonî tune. Heke di têkoşîna Kurdan de qelsiyek çêbibe, ew ê dîsan Kurdan mehkûmî tariyê bikin. Di binê vê nêziktêdayîna dewletan de, nijadperestî heye. Feraseta netewe-dewletê heye. Ev dewlet Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq e. Ev her çar dewlet vê siyasetê didomînin. Pêşenga vê siyasetê Îngîltere ye ya ku pergala  welatên  rojava ye. Netewe-dewlet jî vê siyasetê pêk tînin.

Nêziktêdayîna sêyem a hêzên navneteweyî ye, ya ku DYA serî dikişîne.

Awayê herî şênber a vê ferasetê piştî mudaxeleya DYA’yê ya li dijî Iraqê, di nêziktêdayîna doza Kurdan de derdikeve holê. Mudaxeleya DYA ya li dijî Rojhilata Navîn, ji bo reformekirina pergalê hatiye kirin. Bi pergala ku ava dike, dixwaze rûxandina xwe asteng bike. Li gorî şertên cîhanê yên ku diguhere, xwe dinirxîne. Ji bo belavbûna pergalê astengên herî mezin netewe-dewlet û herêma bi xetere jî Rojhilata Navîn e. Ji ber vê jî divê netewe-dewlet werin dîskalîfyekirin. Ji aliyekî netewe-dewletê dike hedef û ji aliyê din ve jî wekî dewletê dibe global. Ew naxwazin netewe-dewlet ji binî ve were rakirin. Tenê dixwazin ku gefan neke. Dixwazin di warê erdnîgarî û bandorê de dewleteke biçûk û qels ava bikin. Dixwazin dewletê li herêmê biçûk  bikin û li pêş pergala wan nebe asteng. Bi pêşengiya DYA ev tişt li ser Rojhilata Navîn tê ferzkirin. Çawa ku di Şerê Cîhanê yê 1’emîn de hin civak li hemberî Împaratoriya Osmanî hatin sorkirin, îro jî heman siyaset tê kirin. Bi jehra nîjadperestiyê gel li dijî hev dan şerkirin û îro jî heman tişt tê kirin. Qirkirina Ermen û Rûman ji ber vê siyaseta Îngîlîzan pêk hatiye. Heman siyaset îro jî tê kirin. DYA, Îsraîl û Îngîltere di siyaseta înkar û îmhakirina Kurdan de bûne piştgirên herî xurt ên di qada navneteweyî de. Her çar dewletên herêmê di şerê li dijî Kurdan de, ji van hêzên navneteweyî alîkarî stendine. Ev hêz ne hatin guhertin û ne jî nêziktêdayîna xwe ya li Kurdan guherandin. Mudaxeleya pêşîn a li Rojhilata Navîn li ser Kurdan pêk anîn. Wekî ku tê zanîn dema ku Rêbertî bi komployeke navneteweyî hate girtin, gava pêşîn a mudaxeleya li Rojhilata Navîn bû. Xwestin şerê Kurd-Tirkan pêk bînin. Heke Rêbertî ji Sûriyeyê derneketa, li ser Sûriyeyê ew ê şerek bihata kirin. Li Kurdan mudaxeleyî Rojhilata Navîn kirin û komplo jî bi vê armancê hate kirin. Bi komployê re xwestin rastiya gelê Kurd dîsa bikin kole. Kurdan bi têkoşîna Rêbertî û PKK’ê re statuya koletiyê ya ku li ser wan dihat ferzkirin, ji holê rakirin. Ev rewş di nava hiqûqa pozîtîf de tunebe jî di warê civakî de wisa pêk hatiye. Kurdan statuya koletiyê ji holê rakirine û temsîla civakeke dijdewletê kirine. Li gorî hesabê wan, Tirkiye piştî şerê Tirk-Kurdan ew ê qels bibe û ew ê Tirkiye bibe welatekî wisa ku hemû gotinên DYA’yê bi cih bîne. Meseleyeke din jî pêşîvekirina nîjadperestiya kevneşopî yên Kurdan e. Armanca wan ev bû ku li derveyî Rêbertî û PKK’ê mûxataban çêbikin, meseleya Kurdan têxin bin kontrola pergala dewletparêz. Wekî ku di Şerê Cîhanê yê 1’emîn de Îngîltereyê ji bo ku Osmaniyan kontrol bike, Ermen û Rûm bi kar anî. Piştî vê polîtîkayê Ermen û Rûm hatin qirkirin. Xwestin bi heman mantixî Serhildana Şêx Seîd jî bi kar bînin. Bi Kurdên nêzî xwe re xwestine dewletên herêmê kontrol bikin. Xwestine Kurdan wekî amûrekê bi kar bînin. Qirkirina li ser Ermenan îro dibe ku îro were serê Kurdan jî.

Nêziktêdayîn sêyemîn jî nêziktêdayîna çareseriya demokratîk e ya ku Rêbertî temsîl dike. Kurd nirxên demokratîk û komunal kûr dijîn. Di cewherê van nirxan de bêdewletbûn heye. Ji ber jî Kurd civakeke bêdewlet in. Demokrasiya komunal, pergala jiyana polîtîk û civakî ye. Konfederalîzma demokratîk amûra polîtîk a vê pergalê û pergala rêxistinkirina civakî ye. Di cewherê pergalê de nirxên demokratîk û komunal heye.

-Ocalan di vî warî de hişyariyekê dike

Heke çareserî pêk neyê, ew ê her kes birûxe! Ew ê şerê darbekar-komployê têkeve dewrê. Jixwe îro jî em heman tiştî dijîn!

Ocalan wisa hişyar dike:

“Di warê doza Kurdan de, rejîma Komarê li ser xaçerêkekê ye. Yan ew ê şerê darbekar û komployî rêya xwe bidomîne û yan jî ew ê çareseriyeke aştiyane û watedar ew ê pêk were. Him di nav civakê de û him jî di nav dewletê de dûrbûneke kûr heye. Heke şansa çareseriya aştiyane û demokratîk zêde bûbe jî, meyla darbekar û komployî dev ji metodên şer ên taybet û tasfiyekirinê bernedaye. Bi qasî têkoşîna di nav aliyan de, ew ê serkeftina têkoşîna Kurdan a bi rêya aştî û demokrasiyê diyar bibe.

Ji naskirina kêşe û perspektîfên çareseriyê, bi qasî ku me ji pênasekirinê fêm kiriye, Ocalan bi awayekî kûr li ser doza Kurdan disekine. Bi bergehekî fireh li kêşeya nasname, çîn û aliyên wê yên dîrokî û modernîteyê dinihêre.

Li ser vî esasî di warê nirxandina doza Kurdan de nêrîneke teng heye.

Pênase û nirxandina Ocalan di asta gerdûnî de ye.

Heke li ser van pênase û analîzan gav werin avêtin, ew ê nêziktedayîneke baş  were bidestxistin.