Xwendinên ‘Pirsgirêka Kurd’ ên Ocalan!

Van demên dawî hem li derdora HDP’ê û hem li derdora demokratîk hate ser ziman bê ka ‘Pirsgirêka Kurd’ çiye, çi vedihewîne...

Li ser pirsa Kurd tişta sereke ku divê mirov deyne holê,nêzîkatiya rasteqînparêz a li vê pirsê ye. Nexasim niha ev pêdivî ji her demê zêdetir girîng bûye. Ji ber ku pirsgirêka Kurd tevlîhev û pirhêlî ye..Dijwariya wê ji vir tê. Mirov vê pirsgirêkê li ser beşekî dîrokê, li ser hin bûyer û diyardeyan bixwîne, mirov wê hepsî pênaseya serdestan bibe.  Divê mirov hay ji vê kemînê hebe.

Van demên dawî hem li derdora HDP’ê û hem li derdora demokratîk hate ser ziman bê ka ‘Pirsgirêka Kurd’ çiye, çi vedihewîne. Pirsgirêka Kurd a nasnameyê ye, an a çînî an jî ya çand û zimên e? Kîjana wateya xwe ji dest da, an jî kûr bû? Piştî kampa ku HDP’ê li Wanê kirî û nexşerêya  siyasî ya ku diyar kirî bivê neve mirov dibe ser xwendina momenta serdema nû. Divê mirov Pirsgirêka Kurd pênase bike; bêguman ev pêdiviyek e, lê rastpênasekirina wê pêdiviyeke mezin e.

Armanca vê nivîsê jî li ser wê gazinê ye  ku ev ji hêla mekanî, avanî-civakî ve têra xwe hatiye vegotin lê her çilo be jî têra xwe nehatiye dîtin.

Divê em qebûl bikin ku kesên ku bi qasî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vê arîşeyê re serê xwe êşandî û temenê xwe di ber vê re kirî kêm in. Ji ber ku hemû têkoşîna wî di ber vê meseleyê de ye. Naxwe vê rewşa ku temenê xwe di ber re kirî û di şertên derî mirovî de li ber vê mesele hatî tecrîdkirin çawa vedibêje? Em bi wê baweriyê ne ku di ser Wî re xwendinek û bibîrxistinek wê nîqaşên heyî bide fêhmkirin, pêşî li polemîkên beleheq bigire û zelal bike bê ka divê em li kû bisekinin.

Hişyariyên li ser fenomena ku jê re Pirsgirêka Kurd tê gotin û perspektîfa vê, ji bo îro hişê mirov vedike. Dijwariya wê û perspektîfên derbarê çareseriyê jî wiha..

Em ê hewl bidin ku mijara berdest li ser du lingan bidin rûniştandin. Ya pêşî; li gorî Ocalan Pirsgirêka Kurd çiye, çawa dest pê kiriye, di nav xwe de çi vedihewîn? Ya dî; çareseriya pirsgirêkê çiye? Ango em ê li ser arîşe û çareseriyan em ê rawestin. Ji ber ku,  bi israr behs kir, ‘’Heta ku rastiya şer ku şer û desthilatdariya Kurdistanê xwe spartî ser neye dahurandin, wê ziyana mezin bide hemû kesên ku li ser Pirsgirêka Kurd disekinin û tevlê bûne, wan dewletan û koma sosyal û siyasî.’’  Di teşeyên fermî de ku li Kurdistanê îdeolojî û polîtîkayê lê derbas dibin, divê mirov bîne ber çavan. Berovajî vê, çareseriya diyardeya Kurd, lêgerîna li çareseriya pirsa Kurd, ne zor be jî, tenê bibe ser teşeyên tarî û girêkî.

Beriya ku mirov biçe ser pênaseyên resen ên Ocalan, sûdewar e ku mirov bizanibe têgîna ‘pirgirêkê’ çawa tê pênasekirin û bi pirsgirêkê re çawa hev dinase. Ji ber ku, ‘bi rewşa aktuel pênasekirina pirsgirêka Kurd, berovajî ya ku tê zanîn, ji hêla xwecih wêdetir bi pozisyona xwe ya gerdûnî rewşeke tevlîhev hewce dike.’’

Ocalan têgîna ‘pirsgirêkê’ bi rengekî gerdûnî şîrove dike û bi rengê gerdûnî têgîna pirsgirêkê, bi rengê ketina nav zehmetiyê ya bûyinê yan jî nebûyinê, bi rengê jiyana pêvajoya dijwar pênase dike. Ev kategorî di hemû pêvajoyên bûneweriyê de têne jiyîn. Dema ku mijar civak be, mirov dikare bi berfirehî û deng pênase bike. Bi wateyeke berfireh meseleya civakî, wan dijwariyan vedibêje ku li pêşberî sirûşta pêşî-derdorê ketiye navê. Mînak, ziwabûna zêde, yan jî germ û sermaya zêde, ku jiyana derdorê nikaribe bi rengekî biyolojik bidomîne, wê demê ev rê li ber arîşeyên giran ê civakî vedike. Her wiha, di wan civakan de ku bi heman statûyên hevşib dijîn, çalakiyên ku hêzdar li pêşberî yê ne hêzdar bi kar tîne jî di nav vê çarçoweyê de dikarin werin nirxandin. Bi wateyeke berteng têkildarî derketina holê ya diyardeyên civaka hiyerarşik, bajar, çîn, desthilatdarî-dewletê, geşedanên li ser zext û mêtingeriyê, bi rengê sepanînê dikarin werin pênase  kirin. Ji hêla sosyolojîk ve arîşeyên esasî yên civakî arîşeyên wiha ne ku xwe dispêrin zextê û kedê. Arîşeyên dî bi çarçoweyeke dî dikarin werin nirxandin.

Ocalan li ser naskirina xwe ya li ser pirsgireka Kurd bi vî rengî dibêje: ‘’Dema ku her roj bi meşê diçûme dibistana Gundê Cîbînê ku 5 kîlometre dûrî gundê me bû, dest pê kir.’’

Pirs bi kirpandina ‘’ziman û xwekêmkirinê didome’’:

‘’Pirgirêk ji dijwariyên fizîkî wêdetir çandî bûn. Tirkî zimanekî biyan bû. Cara pêşî xwekêmkirin dema ku ji zimanê xwe dayikê Kurdî bi bêdengî dûr ketim û min xwe li Tirkî, ya xwedî cihêkariyê girt, dest pê kir. Weke ku xwekêmkirina ku min di şexsiyeta xwe de hîs kirî û bi nişandana  vê xwekêmkirinê ya li ser malbatê min hewl dabû ku hesabê vê ji wan bipirsim. Hê jî di bîra min de ye: Min ji diya xwe re, ku digot heqê min li ser te ye, çûçûkên mirîşkên li derdorê nîşan dan û gotiyê, ‘’Çi heqê van mirîşkan li ser çûçûkên wê hebin, heqê te jî ew qasî li ser min heye.’’

Pirsa Kurd ku ji hêla dîtbarî ve li ser hîmê rewşa giyanî ya zarokekî û serhildanî wî ya di şertên kêm de çavê xwe vekirî û rûmeta wî hatî şikandin, xwe der kirî, çima balê dikişine ser ziman û hîsê? Naxwe dîtineke ontolojik heye. Ango mesele li serê pêşî datîne û dike mijara hebûnê. Jixwe ji ber vê sedemê dema ku behsa Kurdan dike bi felsefeya bûneweriyê û têgînên zemên-bûyinê dest pê dike. Ev ji bo me pênaseyeke girîng e. Dema ku rewşa gerdûnî ya pirsê tê jiyîn, çarenîn e ku mirov di şertên gerdûnî de li çareseriyê jî bigere. Ev jî hişmendiyeke gerdûnî hewce dike. Kirpandina duyem helbet dikare ev be…

Dîsa li devereke dî derbarê heman mijarê şîrove dikare wiha be: ‘’Li şûna zimanê min ê dayikê, ew hîs weke ku gefa wê dibistana seretayî ya ku bi zimanekî dî perwerde dida li ser min be, min xwe hîs dikir. Vê bi wê rewşa zarok jî, qutkirina min a ji zimanê min, dihate wateya qutkirina min a ji bûneweriya min. Min ê dev ji bûneweriya xwe (Kurdbûn) biqeriya an wê ez jê qut bikirima? Diyardeya Kurd an jî pirsgirêka Kurd wiha bi min re dest pê kiribû. Bûnewerî yan jî pirsgirêkeke ku bi salên dirêj bersiva wê nebû, ez kirim nav bêaramiyeke kûr…Di wê windakirina zimên de ya ku ez dijiyam, windabûneke bûnewriyê hebû. Min çi winda kiribû? Ev pirseke wiha bû ku bersiva wê pir dijwar bû. Kurd bûbû bûneweriyeke ku berevaniya li wê zehmet e û bi arîşe ye.’’

Destnîşankirina ontolojik tim di rojevê de ye. Di dahurandinekê de ku nasnameya Kurdan a hevçax dide ber xwe, bale dikişine ser beriya pirsgirêka Kurd ango rasteqîniya nasnameyê û kefşa xwe destnîşan dike û wiha dibêje: ‘’ Piştî salên 1970’î ji hêla azadiyê ve nirxandina pirsgirêka Kurd her çendî ji hêlekê ve rast be jî, ji hêla dî ve jî, kêmasiyeke girîng jî bi ber xwe re tîne.

Ew jî pirsgireka heyinê (ontolojik) a Kurdan e.  Pirgirêka rasteqîniyeke wiha ku hebûna wê bi îmhayê re rûbirû ye ne pirsgirêka azadiyê ye, pêşî divê hebûna xwe biparêze û heta ku pêkan be vê azad bike. Ên ku nîn in, azadiya wan jî nîn e. Azadî encex bi hebûnê dikare pêkan be. Reseniya di rasteqiniya neteweya Kurd a hevçax de, di vir de ye. Dîsa ji qirkirina Ermen û Yahûdiyan ku di dîroka nêz de hatiye jiyîn cudatir (di  van qirkirinan e imhaya fizîkî li pêş e), di qirkirina Kurdan de hêla çandî (dev ji xwebûnê bedan) li pêş e.

Komeke çandê ya ku ji xwebûnê qut bûye te dive bila fizîkî be te divê bila zêhnî, tê maneya ku ji qirkirinê hatiye derbaskirin an jî qirkirina wê hatiye pêkanîn. Çar parçebûna Kurdan û li ser her parçeyê ji ber sedema sepanînên tasfiyeyê yên cuda yên li ser hebûnê, ev pêvajo (qirkirin) bi rengekî cuda pêk hatiye, her parçe bi astên cuda ji qirkirinê para xwe standiye. Ji ber vî karaktere qirkirinê ya ku li ser Kurdan hatî kirin, ev pêvajo hê berdewam e. Ji  vî alî, rasteqiniya Kurd ku mêtingerî, asîmîlasyon û qedandina nifşê li ser tê meşandin, bi çarçoweya pêvajoyeke wiha divê were nirxandin: Rasteqîniya ku hewl tê dayin ku ji nasnameya netewî were dûrxistin! Vê serdemê rasteqîniya Kurd bi rengê nasnameya Kurd hewl tê dayin were vegotin. Nasname dibe hebûn. Di vê rewşê de hêmana sereke ya ku divê were nirxandin bi rengê karaktere nasnameya Kurd e. Rasteqîniya Kurd bi gotina aktuel nasnameya Kurd tenê li gel raboriya dîrokî, bi sepanînên resen ê dema ‘niha’ avakirina wê û dema ku bi hemû hêlên wê yên ku hewl tê dayin ji xwebûnê were dûrxistin, were nirxandin, derdikeve ser hiş, ango dibe xwedî nirxê heqîqetê.’’

Niha em li pênaseya pirsgirêkê û cihêtiya wê ya ji doktrînên dî, bi taybetî jî ji nêzîkatiyên qalibî yên berteng çawa cudatir tê nirxandin binerin û li wê hewldanê ku li ser felsefe-dîrok- sosyolojî û zanistê bighîne ser pîvanên gerdûnî.

Em hewl bidin vê xal bi xal vebêjin.

** Pêşî em pênaseya bi  têgînkirina herî xwerû ya Ocalan bidin:

‘’Pirsgirêka Kurd, parçekirina welatê Kurdan û înkara wan, ji kûr ve parçekirina rasteqîniya civakî û ji xwebûnê dûrxistina wan, astengkirina vîna wan a siyasî, zordariya ku li ber rêbazên înkar û îmhayê ya dewletê serê wan wan bidin tewandin, dabînkirina pêdiviyên aborî ya bi rengê veguherandina devjêqerîna ji nasnameya xwe,  fersend nedana ku bibin hebûnên çandî û îdeolojîk a li ser nasnameya xwe û nenaskirina statûyeke yasayî, bêparhiştina wan a ji amûrên perwerdehiyê yên hevçax û sepanîna wê, bi sepanînên yekere ya van hemû qadan vediguherî tinehesibandina hebûna  gewherî û nasnameya wan  û jiyana azad.’’

Ev pênase puxteya hemû nivîsê û nîqaşê ye.  Ji ber ku pirsgirekê bi zelalî vedibêje. Hemû hêlan û yekerebûnê diyar dike.

*Li gorî Ocalan pirsgirêka  Kurdan ji hêla dîrokî ve bi şaristaniya dewletî dest pê dike. Helbet pirsa ‘’şaristaniya dewletî çiye’ mijareke dî ye. Bi dahurandina wê pirsgirêka Kurd jî zelal dibe.  Destpêkeke ku di parastinan de dişopîne wiha ye. Bi gotine dî ramana, ‘’Kana pirsgirêka Kurd çêbûna hîyerarşî, bajar, çîn û dewletê ya di hembêza civaka neolitik de ye, ku ev ne tenê Pirsgirêka Kurdan e lê ya beşekî girîng ê mirovahiyê ye ku li Nîvheyva Biber jiyane’’ li ser zemîna vê diyarkirina pêşî ye. Di çêbûna pirsgirêka Kurd de li gel dewletê îdeolojiya dîn a serdema navîn jî xwedî roleke girîng e. Felsefeya qederparêziyê hişê Kurdan zehf mehandiye. Di qadên polîtîk, aborî û sosyal de jî geşedanên girîng çêbûne.

*Li gorî Ocalan Pirsgirêka Kurd wêdetir pirsgirêka netewebûnê ketiye rengê pirsgirêka demokratîkbûnê û civakîbûnê ya belavbûna êlên neolitik û feodal.  Pir girîng e ku mirov cihêtiya hewldana tebeqeya jor a Kurdan a helînê ya di nav dewletnetewên serdest de û hevkariya wan, dema ku fersendê dibînin jî hewldana dewletbûyina wan û ya lêgerîna demokrasiyê ya civakên gel ên Kurdan, bi kûrahî bibîne.

*Li gorî Ocalan ji bo ku mirov behsa pirsgirêka Kurd bike dive mirov formên wê yên civakî diyar bike. Bêyî fêhmkirina formên civakî nayê fêhmkirin. Baş e, ev çi ne?

Hebûna Kurdan li ser civaka sirûştî ye. Civaka sirûştî forma pêkhatina Kurdan e. Di dîrokê de û niha, mirov dikare hemû taybetmendiyên civaka siruştî bi Kurdan re bibîne. Kurd civakeke wiha ne ku civaka sirûştî ava kirine û ji kûr ve wê dijîn. Wek ku li civaka sirûştî asê mane.

Em dikarin taybetmendiyên sereke yên vê forma civakî li ser 4 beşan bibêjin.

Civakîbûna li ser civakê esas e. Ev, rêgeza azadiya jinê ye.

Li nav xwe nirxên demokratîk-komunal esas e. Ev, rêgeza demokrasiyê ye.

Xwedî hişmendiyeke bi sirûştê re li hev e. Ev, rêgezar ekolojiye ye.

Û herî dawî li bara hêzên dewletî ji bo xweparastinê, rêbaza xweprastinê heye. Ev jî rêgeza xweparastina meşru ye.

Ev çar rêgezên sereke formen bûnerweriya civakî yên Kurdan in.

Kurdan xwe spartiya van forman û hebûna xwe domandiye û geşbûna civakîbûna xwe jî bi vê pêk aniye. Ev taybetmendî sîsika gelê Kurd pêk tînin. Ji bilî van forman ti formeke dî ya civakî li rastiya civakî ya Kurdan naye. Weke ku di dîrokê de me şopandî, heta ku li van taybetmendiyan xwedî derketiye, geş bûye, dema ku ji van taybetmendiyan dûr maye, li xwe biyan bûye.

*Li gorî Ocalan di giranbûna pirsgirêka Kurd de berbelavbûna hegemonyaya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn a vî 200 salê dawî xwedî rol bûye.

Bêguman di qirkirina çandî ya Kurdan de sedemên kûr hene, yên ji pergala şaristaniya navendî ya bi bingeha Rojhilata Navîn, tenê mirov nikare li ser modernîteya kapîtalîst bixwîne. Lê beriya ku hegomanyaya modern a kapîtalîst a bi koka Ewropaya Rojava, a van 200 salê dawî ya li herêmê were dîtin, em ne dikarin rasteqiniya Kurd û ne jî pirsgirêka Kurd ku bûye wekî pençeşêrê fêhm bikin, bikin têgîn û teori. Bi rasteqîniya Tirk ku li ser bermayên împaratoriya Osmanî pêk hatî,  elîta faşîst a ‘Tirkiyê Spî’ ku tenê bi çarçoweya desthilatdarîparêziyê mirov dikare têkiliyekê deyne û ji Tirkan wêdetir  bi nexweşiya ser her cure desthilatdariyê û bemiletiyê hatî avakirin, û Tirk jî di nav de, li Rojhilata Navîn li ser hemû çandên gelan mîna mekîneyeke qirkirinê dixebite, di serî de Ingiltere, Elmanya, Fransa , hêzên hegemonîk ên Ewropayî berpirs in.

Sedsala 20’an ku modernîte pir geş bû, her wiha di mijara Kurdayatiyê de jî fetlonekeke girîng e. Tişta ku Ocalan binê wê xêz kirî ev bû: ‘Ya ku di diyardeya Kurd de dihate jiyîn, ew polîtîka bû ku bi rastî jî li cîhanê mînaka wê nebû, ku bi rengê ‘’kirina nav qefesê û kedîkirina wê’’ dihate vegotin. Ti nîşane jê nebûn ku Kurd mîna diyardeyeke civakî dihatin dîtin. Polîtîkayên mêtingeriyê yên li Efrîkayê jî ji Kurdan re zêde hatiye dîtin. Poltîkayên siyasî, aborî, sosyal, hiqûqî û leşkerî jî, rengên zextê yên etnîk, netewî û mêtingeriyê jî ji bo Kurdan zêde hatine dîtin û nehatine pêkanîn.’’

Modernîte û Rojava lingekî wê ne. Ji ber ku , ‘’Heke îro pirsgirêka Kurd hatibe rewşeke wiha ku mirov nikaribe ji nav derkeve, di serî de pergala Rojava, piştre ‘netew-dewlet’ên herêmê û herî dawî hevkarên Kurd ên ku bi rengê PDK-YNK’ê hatin rêxisinkirin, xwedî ristekê ne. Û îro ev statû ketiye krîzê. Êdî ji hêla gelê Kurd ve siyaseta înkarê hatiye tekbirin. Her çendî ne di nav hiqûqa pozîtîf de be jî ji hêla Kurdan ev siyaset êdî nema bikêr tê.’’

*Li gorî Ocalan ji bo fêhmkirina pirsigrêka Kurd divê têkiliyên Kurd û Tirkan û qonaxên hevgihîna wan were dahurandin. Ji ber ku dahurandina têkiliyên Kurd û Tirkan belkî jî mijara herî dijwar a sosyolojiye ye. Dijwariya dahurandina pirsgirêka Kurd, bi qasî hîç nezanîna naveroka vê têkiliyê û nexwestina zanîna vê, ji pênasekirina wê ya kêfî, bi gotinên ku qet ne xwedî bingehê zanistî ne, ji wê daxwazê ye bi  gotinên qureyî  mirov paşguh bike.
‘’Di têkiliyên Tirk û Kurdan de rasteqîniya dîrokî, di roja me ya îro de ji hêla çareseriya pirsgirêka Kurd ve bi hemû kûrahiya xwe ve divê were fêhmkirin. Qonaxên sereke yên di van têkiliyen dîrokî de di Împaratoriya  Osmanî de, di polîtîkayên Yavûz Sultan Selîm û pêşîlêvekirinên Rojhilat de, di Şerê Cîhanê yê Yekê de, ku Cemîyeya Îttîhat û Terakkî ya Osmaniyan bi çawalêhato ketî navê, herî girîng jî, di Şerê Rizgariya Netewî ya modern de, ya bi pêşengiya Mustafa Kemal, ev rasteqînî hem esas hatiye dîtin û hem jî di encamê de bûye diyarker jî. Bi komploeya 15’ê Sibatê re, ku tê maneya redkirina hîmê demokratîk ê Komarê, ev desthilatdariya dîrokî û coğrafik û dewlet jî, temsîla bi hevparî û dildarî cara pêşî hewl hatiye dayin ku ji holê were rakirin.

*Li gorî Ocalan pirsgirêka Kurd dişibe metastazê. Paradoksa wê jî di nav de ye. Ji bo vê jî divê mirov bi baldarî lê binere. Tespît wiha ye:

‘’Çi avaniyeke ku bi dînamîka xwe çêbûyî ya ku em jê re civaka Kurd, netewe dibêjin tine. Ji Nebî Nûh û vir ve rêça ku li ser desthilatdariyê mayî, bûyî vegotina wê ya sazûmanî rê ve dibe. Demekê mitolojik, demeke dî jê re dîn hatiye gotin, di serdema me de jî li ser navê neteweya me, çîna me milletperweriya me, bi sosyalîzmparêziya me meşruiyet, ev amûrên ku li derbasdarbûyinê digerin çi raçînkeke ku tevlê nebûne, hewl nedana ku wê diyar bikin nehiştiye. Pirsgirêka eslî ya Kurd ji rengê bûyinê ya van diyardeyan çêbûye. Diyardeya Kurd bixwe, ji ber şêwaza bûyina xwe diraxeyeke pirsgirêkan e. Hêla wê ya êşdar ew e ku ev diyarde êdî zîrektiya xwe ya çareserkirinê ji dest daye. Diyardeya ji ber pirsgirêkan fetisî ye. Divê mirov behsa wan raçînkên civaka Kurd bike ku bûne mîna şaneyên pençeşêrê. Tê gotin kurmê darê ji darê ye. Wiha nasnmeya Kurd û şexsên wê bi diraxeyekê li naverastê ne. Ji zimanê Kurdî em bigirin ta bi partiyên wê, ji jina Kurd bigirin ta bi lîderê yê wê xwedêgiravî navdar, ji gundiyên wê bigirin ta bi bajariyên wê, ji rewşenbîrên wê ta bi melayên wê, ji dînê wê bigirin ta bi miletperwerên wê, ji welatparêzên wê ta bi xayinê wê, ji dîplomatên wê bigirin ta bi polîtîkavanên wê, çi qas neçar, qelp, kone, xayîn, hêwilnak hene ku bi qasî serê derziyê jî li ser mijarê ne xwedî agahî ne, çi qas qenc, xweşik û rastiyên wê hene? Pirseke dijwar e. Berpirs kî ye? Parçeyên desthilatdariyê yên berdest û ji dîrokê teşe girtî, ku baş nayê zanîn bê ka xizmetê ji kê re, çi qasî dike û amûrên zorê yên berê û niha ku wan wiha digirin, her cure şer û gerdîşeyên wan. Ev  in ên ku diyardeya civaka Kurd diyar dikin, di rewşên berdest de bepirs û neçar dihêlin. ‘’

*Li gorî Ocalan pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ya Rojhilata Navîn e. Ev her wiha nîşan dide ku pirsgirêk xwedî bandoreke global e jî. Jixwe weke ku beriya niha me di beşên din jî vegotî, çêbûna pirsgirêkê jî ne ji ber sedemên xwecih û herêmî bi temamî li gorî berjewendiya hêzên navnetewî û vê hevsengê çêbûye. Li ser vê zemînê ji vê tabloyê encama herî girîng ku em ê jê derxînin ew ku Pirsgirêka Kurd bi rengekî berteng a nêzîkatiya netewî wê nikaribe were çareserkirin. Çawa ku kanên çêbûna pirsgirêkê bi karakterekî global bin, çareseriya wê jî divê wiha be. Ango pirsgirêka Kurd tenê bi perspektîfa çareseriyeke global heke mirov lê binere dikare bibe xwedî derfetên çareseriyê. Çi tiştê Kurdistanî gerdûnî ye.

*Şaşîtiya wan kesên ku dibêjin li gorî Ocalan pirsgirêka Kurd ‘pirsgirêka çandê ye’ mirov dikare wiha bibêje:

‘’Huner, nasnameya sosyal û netewî, bingehê wê yê dîrokî ferz dike. Her wiha hewce dike ku mirov têşeyê netewî jî bîne ber çavan. Ji bo ku ev jî qet nîn in, naxwe divê mirov bibêje, ka hunermendê netewî, hunermendê sosyal li kû ne. Dema ku şênberiya Kurdistanê mijar be, hîçîtî zêdetir dibe. Me got zimanê çareseriyê yê xwe qevastina di ser vê re şoreş e. Bêyî ku rê li ber şoreşeke baş were vekirin, bêyî bênasnameyî, pirnisîna wê, bêgiyaniya wê bi şoreşê were şikandin, gihandina mirovên bi edeb û dîsa ji bê edeban gihandina edebiyatkaran ne pêkan e. Ji bo vê jî, weke çareyeke sereke ya geşbûna edebiyatê, divê em bi temamî rêbaza şoreşger bidin ber xwe. Hinan digotin, ‘’Em bi edebiyatê, bi hunerê biçin şoreşê’’. Dibû ku hinek bandora wê hebûya, lê di rasteqiya kuştî ya Kurdistanê de, edebiyat ew çend mirî, qediyaye, ne pêkan e ku bi edebiyatê pirsgirêka netewî, bi hunerê zindî bike. Bi ser de, dibe ku mirov encamên berovajî jî bistîne.

A rast li Sowyetan hin bizav û hişmendiyeke wiha çêbûn. Dîsa gelek rêxistin, partî, kom hebûn ku digotin, ‘pirsgirêka Kurd a çandê ye’ lê ew jî tenê bûne komeke çandî û vegotineke wê ya çelexwehrî. Xwedêgiravî bi bikaranîna zimanê huner û edebiyatê hewl dan ku meselê çareser bikin. Lê me dît ku ev ne pêkan e. Partiya me ev bi rengekî balkêş nîşan da. Lê dikare bibe bangek. Li derveyî vê, edebiyat bi serê xwe zêde bandorê nake. Jixwe pêdiviya edebiyatê jî pê heye ku geş bibe, were rizgarkirin. Û Şoreş vê dike. Şoreş pêşî hewl dide ku mirovê hatî fetisandin, ê ku nasnameya wî jê hatî standin, zimanê wî jê hatî standin, giyanê wî jê hatî standin, hema hema jiyana wî jê hatiye standin, bi dest bixe.’’

*Li gorî Ocalan di têgînkirina pirsgirêka Kurd de hêla ku herî pir zehmetiyan derdixîne, têkiliya wê ya gewherî ya bi pergala hegemonîk re ye. Tevlîheviya pirsgirêka hewce dike çarçoweya têgînî û teorik a bingehîn di çareseriyê de were bikaranîn. Bi taybetî jî desthilatdarî, pênasekirina têgîna dewlet û rêveberiyê pir girîng e. Herr wiha cihêtiya di navbeyna dewlet û demokrasiyê de bi roleke kilîdê ye. Bêyî ku cihêtiya di navbeyna desthilatî û polîtîkayê de baş were pênasekirin ne çareseriya demokratîk û ne jî çareseriya demokratîk dikare were fêhmkirin. Pênaseya çîn, gel û netewe jî di çareserkirina pirsgirêkên hevşib de xwedî risteke girîng a fonksiyonel e.

*Li gorî Ocalan pirsgirêka Kurd ji ber sedema giyanê dostaniya stratejîk a hezar salî li hêlekê tê hiştin, hişmendiya înkarê, ji pirsgirêka aborî, sosyal, siyasî û leşkerî derketiye bûye meseleya man û nemana çandî ya civakekê. Pirsgirêka Kurd ne meseleya dabeşbûnê derketina ji pêvajoya nebûnê û dîsa layiqî dîrokê pirsgirêka bûyine dostaniya stratejîk, hevpar û biratiyê ye.

*Li gorî Ocalan Pirsgirêka Kurd xwe ji gelek hêlên cuda ve, di şertên zemên û mekên de nîşan dide. ‘’Kurd bi qasî karakterên sereke yên ku van hemû hêlan bi şertên zemên û mekên ve girêdidin, xwedî wan taybetmendiyan jî ku wan cuda û yekane dike. Bi pêvajoyê re hêmanên nasnameya gewherî jî dijîn. Pergala netew-dewletî ya Tirk beriya netewebûnê nenetewebûnê, a rastir, dev jê qerîna netewebûnê, xwe red û înkarê ferz dike. Ev rewş ji pirsgirêkê wêdetir rasteqîniyekê, mirov ji kîjan alî ve binere jî, rejîmeke qirker a navlênebûyî vedibêje. Dema ku bi kûrahî mirov nêzî pirsgirêka Kurd dibe, nirxandinên ku bi rengê arîşe û çareseriyê li holê têne danîn, dihate îtin ku ew bi xwe bipirsgirêk bûn. Hîmê pirsgirêka Kurd hêmanên modernîteya kapîtalîst bi xwe bûn. Ji bo vê jî, li ser van hêmanan dahurandin û pêşxistina çareseriya pratîk ji xapandina wêdetir nikarîbûya bibûya fonksiyonekê. Ev diyalektîka pirsgirêk-çareseriyê ya bi vî alî ku bi gerdûnî têne jiyîn, di encamê de bi krîza kapîtala finansa global a giranbûyî, neçareseriya wê diçespand.’’