Xizmên windayan Ceylan Onkol bibîranî

Xizmên windayan Ceylan Onkol bibîranî

ÎHD'a Amedê û xizmên windayan xwestin kujerên Ceylan Onkolê 12 salî ku di 28'ê îlona 2009'an de li gundikê Xambaz yê gundê Şenlika navçeya Licê ya Amedê di encama bombeya ku ji qereqolê hatibû avêtin jiyana xwe ji dest da bên dîtin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Parka Koşuyolu daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, MEYA-DER, Sendîkaya Belediye-Îş, KESK û gelek kes tevli çalakiyê bûn. Racî Bîlîcî axivî û wiha got: "Me li çiyayên Kurdistanê Xezalek winda kir. Piştî Ceylanê jî mirin ranewestiyan. Li her derê zarok hatin qetilkirin. Li Roboskê 18 zarok bi bombeyan hatin qetilkirin. Hesabê van kuştinan nehat pirsîn."

'XEZALA ME KUŞTIN'

Birayê Ceylan Onkol, Rifat Onkol xwest demildest kujerên xwîşka wî bên dîtin û wiha got: "Ev kes tenê hestiyên xizmên xwe û edaletê dixwazin. Ev yek jî ji wan re giran tê." Rifat Onkol da zanîn ku dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: "Xezala me kuştin. Ji bo Ceylanên din neyên kuştin, em têdikoşin. Bila demildest kujerên Ceylan bên darizandin." Onkol destnîşan kir ku hêj kujerên komkujiya Roboskê nehatine darizandin.

Piştî daxuyaniyê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.