Xebata ‘’Erê’’ ya AKP’ê: Polîsan dest li ser wesayita HDP’ê danîn

Li Erdîşê HDP û DBP’ê xebatên referandûmê yên ji bo ‘Na’ dikirin lê polîsan wesayita anonsê ya DBP’ê da sekinandin û dest li ser danî. HDP’yiyan têkildarî biryara desteserkirinê biryara îmzekirî xwest lê polîsan li ser kaxezeke vala îmza xwe danîn.

Li Erdîşê ya Wanê polîsan dest li ser wesayita anonsê ya HDP’ê danîn. Polîsan gotin: ‘’Li derveyê armancê’’ wesayit tê bikaranîn.

Li ser vê HDP’ê ji polîsan sedema nivîskî xwest. Piştî ku polîsan got, ‘kaxezekê derxînin’’ li ser kaxeza vala nivîsîn, ‘’bikaranîna derveyî armancê û li ser navê hineg din bikaranîna wê, muxalefeta li qanûna trafîkê’’ û dest danîne ser wesayitê. Polîsan kaxeza ku îmze xwe jî nedanî ser da HDP’yiyan.

PARÊZER: SÛC DIKIN

Têkildarî mijarê parêzer Bariş Oflas got: ‘’Tişta ku polîs kirî li dijî desteserkirinê ye li gorî CMK’ê û her wiha li dijî qanûna hilbijartinê ye jî. Polîs di rewşên wiha de divê ji nûnertiyên partiyan re bibêjin bê ka ji bo çi dest li ser danînee. Lê li şûna ku vê bikin bi kêfa xwe bi kazexek bi HDP’yiyan dane nivîsîn û sûc kirine.’’