Wezîrê Enformasyonê: Rewşa tenduristî ya Chavez xirab bû

Wezîrê Enformasyonê: Rewşa tenduristî ya Chavez xirab bû

Hate aşkera kirin ku, rewşa tenduristiya Serok Dewletê Venezuelayê Hugo Chavez ji ber sedema enfeksiyona sihê xirab bûye.

Wezîrê Enformasyonê Ernesto Villagas daxuyaniyek da televîzyona dewletê û da diyarkirin ku, Chavez ji ber sedema nexweşiya penceşêrê ku çar caran hate emeliyat kirin û di siha wî de enfeksiyon çêbûye rewşa tenduristiya Chavez nebaşe.

Hugo Chavez ku li Kubayê piştî 4 emeliyatan 18’ê Sibatê vegeriya welatê xwe, li paytext Caracas li nexweşxaneyek leşkerî tê dermankirin.

Chavez ku cara yekem di Hezîrana 20112an de hate teşhîskirin ku penceşêr lê ye, sê caran emeliyat bûye, piştî dubare penceşêr lê derket cara çaremîn emeliyat bû. Chavezê 58 salî di hilbijartinên Cotmehê de cara sêyem weke serok dewlet hate hilbijartin lê tevlî merasima sondê nebibû.