Weşana Zindî li Laleşê hat astengkirin
Weşana Zindî li Laleşê hat astengkirin
Weşana Zindî li Laleşê hat astengkirin
Rêveberiya Çira TV di derbarê astengkirina şopandina bernameya Lalişê de daxuyanî da û diyar kir ku, astengkirina wan bi zanebûne.
Rêvberiya Çira TV, astengkirina şopandina Laleşê bi daxuyaniyekê rexne kir. Rêvberiyê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: "Weşana zindî ku televîzyona me Çira TV dixwest ji Laleşê bike, hat astengkirin. Ji bo weşana zindî bi rojane weke rêveberiya Çira TV me amadekariyên xwe dikirin. Her tişt temam bû. Lê belê saeta dawî weşana me hat astengkirin. Di ser de jî nehat hiştin ku em rê û rismên cejnê weke pakêt jî tomar bikin. Helbet ev helwest nayê qebûlkirin. Weke rêveberiya televîzyonê û civaka Êzidiyan ku dixwest rê û rismên xwe zindî temaşe bikin, em li benda îzahkirina vê rewşê ne. Kesên peywendîdar divê bidin zanîn ku çima hemû televîzyonên netewî û navnetewî dikarin rê û rismên ola me tomar bikin û biweşînin, lê belê em televîzyona Êzdiyan bi xwe nikarin vê yekê bikin. Nexwe em dê neçar bimînin ku daxuyaniyeke din belav bikin û vê rewşê bi zimanekî din binirxînin. Ji ber ku me soz dabû û em nikarin soza xwe ya weşana zindî ji Laleşê bi cih bînin, em lêborîna xwe ji gelê xwe dixwazin. Lê belê weke me berê dabû xuyakirin, 1. Festîvala Çarşema Sor wê awayekî zindî were weşandin."
Rêveberiya TV’eyê da diyarkirin ku, pêwîste bê zanîn ku tu hêz wê nikaribe pêşî li xebata wan ya ji bo gelê me bigire.