Welatparêzê Kurd Nevzat Ozkurt rehmet kir

Li bajarê Essena Elmanyayê yek ji kedkarê Têkoşîna Azadiya Kurdan Nevzat Bozkûrt li nexweşxaneyê rehmet kir.

Nevzat Ozkurt (56) yê ku ji sala 1992’an û vir ve li Essena Elmanyayê dijiya û li herêmê bi navê Giran dihate naskirin, li Nexweşxaneya Zanîngeha Essenê rehmet kir. Cenazeyê Ozkurt li gundê Taşkesen ê Tekmana Erziromê hate veşartin. Nevzat Ozkurt di sala 1992’an de li Elmanyayê bû penaberê siyasî û di gelek saziyên Kurdan de xebitî. Ozkurt 28 salan xizmeta Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan kir. Herî dawîn di Desteya Rêveber a Camiya Kurdan de cih digirt. Nevzat Ozkurt 5 sal in ji ber penceşerê tedawî dibû.

Fed-Med NRW’ê sersaxî ji malbata Ozkurt re xwest û got ku “Heval Giran ji roja ku hatiye Ewropayê girêdayî Rêbertî û şehîdan bû.”

Serokê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Ahmet Tûrhalli jî got ku “Heval Giran, hevalekî dilsoz û ji dil bû.Ew evîndarî welat û Kurdbûnê bû. Li gorî min kesekî wekî zêr bû. Bila serê gelê me sax be.”