Welatiyê astengdar ji aliyê polîsan ve rastî lêdana hovane hat
Welatiyê astengdar ji aliyê polîsan ve rastî lêdana hovane hat
Welatiyê astengdar ji aliyê polîsan ve rastî lêdana hovane hat
Li Îzmîrê komên bi destê AKP’ê hatine avakirin bi polîsan re êrîşê çalakiyên bo piştgiriya berxwedana Taksîmê kirin û her kes bi awayekî hovena îşkence kirin.
Di 2’ê hezîranê de welatiyê astengdar Ekber Serîn yê 38 salî jî di nava çalakiyan de bû. Ekber Serîn yê ku ji ber şîdetê li erdê hat hiştin, ji aliyê welatiyan ve rakirin nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Tepecikê.
Serînê ku travmaya mêjî derbas kir, di stu, çenge û milê wî yê çepê de derizandin çêbûn. Ekber Serînê ku xwe amade dike dozê ve bike wiha got: “Ez dixwazim ev bûyer ronî bibe, AKP’iyên di nava bûyerê de bê tespîtkirin û bên cezakirin.
Xwişa Serîn Medîne Çelekî ya 54 salî diyar kir ku AKP zilmê li gel dike û got: “Birayê min astengdare. Dema radibe û rudine êşê dikişîne. Ev kesê ku nekare bimeşe, dê çawa bibe çalakvan. Em dê pêşa vê bernedin. Birayê min gelek nexweşiyê wî yên wekê hîper tansiyon, nexweşiya gurçikan, di milê wî de platîn hene. Emê dest ji vê bûyerê bernedin. Heta dawiyê têbikoşin.”