Walî Stenbolê Mutlu lêborîn xwest

Walî Stenbolê Mutlu lêborîn xwest

Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mutlu, di 13'emîn roja berxwedana Parqa Gezî de ji ber şîdet û terora ku polîsan li ser gel meşand, lêborîn xwest.

Walî Mutlu li ser hesabê xwe yên Twîtterê peyamek weşand û got: “Di bûyerên ku qewimîn de dem bi dem şaşiyên mezin hatin kirin. Ez ji ber vê lêborîna xwe dixwazim.

Yek ji daxwazên berxwedêrên parqa Gezî eve ku yek li ser navê hikûmetê ji gel lêborînê bixwaze. Her wiha berxwedêr diyar dikin ku ligel vê divê der barê di serî de midûrên polîsan û polîsan, hemû berpirsan de lêpirsîn bê destpêkirin û ji kar bên girtin.