Vekirina bûroyê ya AKP’ê bû fiyasko

Li Wanê AKP’ê ji bo xebatên referandûmê li kolana herî qelebalix bûroya hilbijartinê vekiribû, li gel xebatên bi heftiyan e jî hêviya xwe nedît.

Li Wanê di nav xebatên referandûmê de AKP’ê li navçeya Îpekyolû ya navendê bûroya têkilîdanînê vekir. Di vekirina bûroyê de wezîr û şêwirmendê Erdogan jî amade bûn. Her wiha gelek burokrat û rêveberên bajêr û navçeyan jî.

Beriya vekirinê bi sedan polîs anîn û kolan bi TOMA û wesayitên zirxî li trafîkê girtin.

JI BO KU TEVLÊBÛN KÊM BÛ BERNAME BI DERENGÎ XISTIN

Hate diyarkirin ku AKP ya ku li bajêr seferberî ragihandî mecbûr kiriye ku rêveber hemû tevlî vekirinê bibin û her wiha her rêxistina navçeyê bi wesayitan gel birine vekirinê. Li gel ev qas bang, xebatan jî rêveberên AKP’ê tenê karîbûn 300 kesî bînin qadê, ji bo vê jî bernameya ku diviya saet 13.00’an dest pê bikira 50 derengî bi derengî dest pê kir. Seraqet anons hate kirin ku gel were qadê lê dîsa jî qad vala ma.