Vê carê jî dora Swîsreyê ye: Sîxûrtiyê li ser ciwanên Kurd ferz dike

Vê carê jî dora Swîsreyê ye: Sîxûrtiyê li ser ciwanên Kurd ferz dike

Li gorî nûçeyek a rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ku navenda wê li Almanyayê ye, polîs û îstîxbarata Swîsreyê dixwazin ciwanên Kurd bikin sîxûr. Federasyona Komeleyên Kurd ên Swîsreyê ji rojnameyê re axivî û ji Swîsreyê xwest ku dest ji van hewldanan berde.

Rojanmeyê da zanîn ku Swîsre li hemberî ciwanên Kurd ên ku li hemberî pirsgirêkan ne xemsar in û tevlî xwepêşandanan dibin, diçin komeleyên Kurdan û bi taybet jî di xebatên têkiliyên derve de dixebitin, sîxûrtiyê ferz dike.

Di nûçeya bi îmzeya Alî Ongan de tê diyarkirin ku bi taybet ciwanên ku temenê wan di navbera  19 û 25’ê de ne dibin hedef û hewl didin ku wana bikin sîxûr.  Di nûçeyê de tê diyarkirin ku hin ciwanan ev ferzkirin qebûl kirine û yên ku qebûl nekirine jî bi jê wergirtina mafê hemwelatiyê û dirêjnekirina destûra rûniştina li welat tehdît dikin.

Hin ciwanên Kurd ên ku li rastî van hewldanên dewleta Swîsreyê tên tiştên ku hatine serê wan ji rojnameyê re vegotin. O.A. yê 25 salî, li bajarê Bernê dijî. 14 sal in li Swîsreyê ye, sala borî, ji bo piştgirî bide greva birçîbûnê ya li Strasbourgê, li Bernê tevlî xwepêşandanandibû.  Di yek ji van xwepêşandanan de polîs nasnameya wî jê distînin. O.A. da zanîn ku ji bo nasnameya xwe werbigire diçe qereqolê, lê bi teklîfa sîxûrtiyê re rû bi rû dibîne.  Ciwanê Kurd diyar kir ku ew nav, paşnav û buroya polîsê ku ev teklîf ji wî re kiriye dizane û got ku karvîzîta xwe jî daye wî. O.A. got: “Şeş saetan bi min re axivîn û ji min xwestin ku ez agahiyên ‘periyodîk’ bidin wan. Min jî vê yekê red kir.”

Piştî ku O.A. teklîfê qebûl nake, ji aliyê polîsan ve tê şopandin û li rastî psîkolojiyên derûnî tê û van zextan ji rojnameyê re vedibêje.

O.A., ciwanê bi navê C.K. yê 25 salî, M.H. ya/yê 22 salî û K.Y. jî bi heman zext û gefên polîs û îstîxbarat Swîsreyê re rû bi rû mane ji rojnameyê re vegotin.

Federasyona Komeleyên Kurd ên Swîsreyê (FEKAR) jî bang li ciwanên ku li rastî van hewldanên polîsan ên ji bo sîxûrtiyê hatine ku serî li wana bidin. FEKAR’ê ji rojnameyê re axivî û ji Swîsreyê xwest ku dest ji van hewldanan berde.