Vaye organîzatorên êrîşa li Washîngtonê

Li Washîngtonê, xwarziyê Erdogan Halîl Mûtlû hem bi ser polîsên Amerîkî ve kir qareqar, hem jî kir ku parêzvan êrîş bikin. Mûtlû hemû parêzvanên Erdogan organîze kir û bi barbarî êrîşî Kurdan kir.

Erdogan û Trûmp li Washîngtonê hev dîtin, lê rojeva sereke êrîşa hêzên ewlekariya Erdogan a li dijî Kurdan bû. Şîdeta bi vî rengî ya li Washîngtonê, berî salekê dîsa hatibû kirin. Di sala 2016'an de dema Erdogan serdana Washîngtonê kir, parêzvanên wî li pêşiya Înstîtuya Brookîngsê êrîşî çalakgerên protestoyî kiribûn.

Beriya hevdîtina Trûmp û Erdogan a li Qesra Spî jî, Kurdên li Washîngtonê di 4'ê Gulanê de ji bo xwepêşandaneke protestoyî serlêdan kirin. Serlêdan li ser navê Washîngton Kurdîsh Communîty hate kirin û destûr hate dayîn. Her wiha, li Washîngtonê eger hejmara çalakgeran kêmî 750 kesî be, pêwîstî bi wergirtina destûrê jî nîne. Tevî vê yekê jî destûr ji xwepêşandanê re hatibû dayîn.

XWARZÊ Û HÊZÊN WÎ YÊN EWLEKARIYÊ KETIN NAVA PANÎKÊ

Beriya destpêkirina hevdîtina Erdogan-Trûmp, Kurd, Ermen û hin komên dixwazin Papaz Andrew Brûnson bên berdan, li meydana Rêxistina Efûyê li hev civiyan.

Komeke biçûk a alîgirên Erdogan jî êrîşî Kurdan kirin. Aloziya li ber Qesra Spî timî dewam kir. Kurd hem ji aliyê hejmarî ve zêde bûn, hem jî organîzeyî bûn.

Piştî ku hevdîtina Erdogan-Trûmp li gorî dema DYA saet di 15:00 de qediya, mirovên li vê meydanê hêdî hêdî ji hev belav bûn. Kurdên li Eyaletên din hatibûn, çûn. Komek ji 20-25 kesan berê xwe dan ber avahiya Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li Washîngtonê, ku rawestgeha duyemîn a Erdogan ev der bû. Qesra Spî û sefaretxaneya bilind bi qasî 20 deqeyan ji hev dûr in. Koma destpêkê ya ji 10 kesan ku xwe gihand herêma sefaretxaneyê, li aliyê din ê rê alên YPG'ê vekir û dest bi xwepêşandana protestoyî kir. Di vê kêliyê de jî konvoya Erdogan hat. Erdogan neçar ma di nava dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Bijî YPG" de derbas dibe. Parêzvanên nêz ên Erdogan, ji parêzerên din û alîgirên wan re gotin 'Hûn çima tiştekî nakin' û kirin qareqar. Êrîşa destpêkê jî di vê kêliyê de hate kirin. Piştî ku polîs ketin navberê, êrîş qediya.

XWARZIYÊ ERDOGAN PROVOKE KIR

Hêzên ewlekariya Erdogan ku negihîştin armanca xwe, çûn. Piştre xwarziyê Erdogan Halîl Mûtlû derket pêş û hem bi ser polîsên Amerîkî ve kir qareqar, hem jî kir ku parêzvan êrîş bikin. Êrîşa duyemîn jî 5 deqe piştî ya yekemîn pêk hat. Halîl Mûtlû hemû hêzên ewlekariya Erdogan organîze kir û li Washîngtonê bi barbarî êrîşî Kurdan kir. Di êrîşê de 11 kes birîndar bûn, 2 kes hatin binçavkirin. Yek ji binçavkiriyan aktîvîstekî ji Rojhilatê Kurdistanê ye, ku di sibeha Pêncşemê de hate berdan. Rewşa du ji birîndaran giran e.

YEK JI ÊRÎŞKARAN, NÛÇEGIHANÊ AJANSA ANADOLÛ YE

Di vê navberê de hat tespîtkirin ku yek ji êrîşkaran nûçegihanê Ajansa Anadolû (AA) Sefvan Allahverdî ye.

Temamiya medya navendî, bi Kurdên birîndar re hevpeyvîn û weşana zindî kirin.

Şaredara Washîngtonê, Wezareta Karên Derve, Komîteya Têkliiyên Derve, senator John McCaîn jî di nav de gelek endamên kongreya Amerîkayê, êrîş şermezar kirin.

Polîsê Washîngtonê ji bo 20 deqeyan daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Der barê vê bûyerê de em ê lêpirsînê bi FBI û Wezareta Karên Derve re bi kûrahî bimeşînin."