Vadim Makarenko: Banga Ocalan ji bo aşitiyê pêngavek girîng e

Vadim Makarenko: Banga Ocalan ji bo aşitiyê pêngavek girîng e

Piştgiriya ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe zêdetir dibe. Ji Rûsyayê dîroknas û analîstê navdar Vadim Makarenko ku pirsgirêka Kurd ji nêzîk ve dişopîne nivîsand ku ev banga Ocalan ji bo aşitiyê pêngaveke girîng e.

Dîroknas, alanîst û pisporê Rojhilata Navîn ê Rûs Vadim Makarenko ku pirsgirêka Kurd ji nêzîk ve dişopîne,  bal kişand ser daxuyaniya dirokî ya Reberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan a ku di Newroza Amedç de hat xwendin û nêrînên xwe derbarê ve mijarê de di malpera xwe ya înternetê de weşand.

Vadim Makarenko di nivîsa xwe ya bi sernavê “Ji bo aştiyê pêngaveke girîgn” de wiha dibêje: “Li Tirkiyeyeê prosedurekî pir girîng ji bo çareseriya pirsgireka kurd a ku 30 sal e didome hatiye destpekirin. Ew pevajo her wiha ji bo peşeroja Tirkiye û gelê tirk jî pir girînge. Di nav 30 salan de windahiyên pir mezin çêbûn, lê em dikarin bêjin ku kurd hebûna xwe parast. Çima parast? Ji ber ku pişti sere cihane a yekemin kurd ketibûn bin desthilatiya Kemalizma Tirkiye û hebûna van demek dirêj nedihat li ser ziman. Lê ew têkoşîna 30 sale her çiqas windahiyen mezin dabe jî lê Kurd hebûna xwe parast û winda nebû.

Şerê çekdarî ku hat meşandin pir bi zehmet bû û bi eş bû. Ji ber ku herî zêde ji vê zirar û êşên mezin dît gelê Kurd bû. Ji ber ku bi hezaran kurd hatin kuştin gundên kurdan hatin valakirin û tune kirin kurd koçberê cihên û warên cuda hatin kirin kurd be nasname hatin hiştin. Ji bo çi??? Tenê bi armanca ku PKK ji gel qut bike ji desteka gel qut bike. Ew taktîka a bi nav û deng wek te zanîn li Vîetnamê ser neket û di dawî de ji li Tirkiyeyê ji encam neda û bin ket.

PKK di bin îzolasyonekî û be piştgiriya tu dewlet û hêza 30 sal e şerekî têkoşînekî pir mezin û bi zehmet meşand. Têkoşîna PKK ji bo  hebûna gelê kurd  ku bikaribe bi ziman û çanda xwe bijî hat meşandin. Têkoşîna PKK têkoşîneke a gel bû  têkoşîna netewe bû. PKK bi qismekî gihist armanca xwe û êdî kes nikare bêje ku kurd tune ye. Guhertinên a girîng di nav Tirkiyeyê de çêbûn ji ber ku êdî fêmkirin ku pêwîst e ew pirsgirêk bi riyên dialog û hev du fêm kirine ben çareser kirin.

Serokê têkoşîna azadiyê Abdullah Ocalan ruxmê ku li zindanê ye  hevalên xwe bi rê ve dibe. Hevdîtinên pir zehmet tên meşandin û tehlukeyek heye ku bên xapandin. Hêz wek hevdu nînin. Her tişt pir rehet ji nîne. Hêviyên ku encamên zûtir derkevin nînin lê xeriteya re ku hatibû amadekirin heye û li ser vî esasî we herdu mil rêyek çareseriyê bibînin.  Prosedureke rehet nîne. Lê paradoksa girîng ew e ku ku di vê dema zehmet de hemu weht di destê Abdulla Ocalan de ye û her kes ji sebr û tebata wî dizane!

Duh li Amedê Ocalan bangawaziyek dîrokî kir. Di bangawaziyê de hat gotin ku çek bên bêdengkirin kirin û hezên çekdar ji sînoran ben vekişandin. Yani ji şerê çekdarî derbasî şerê polîtîk bibin. Ew pêvajo wê guhertinên pir girin bi xwe re bîne bê guman. Belkî ji piraniya hêzên PKK derveyî welatê xwe jî kar bikin û li dûrî welat bin. Lê perspektîfeke girîng heye ku rewşa di nava welat û Tikiye hêdî hêdî bên guhertin. Belkî salek du an jî sê wê devam bike heger em niha nirxandina bikin wê cihe xwe negre ji ber ku prosedur nû hatiye destpekirin.  Yani ji şerê çekdarî derbaî aşitiyê dibin hem gelê kurd û him ji gelê tirk.

Îro  firsendek hatiye amadekirin. Berê ew firsend tune bû ji ber ku tecrubeya gelê kurd a têkoşîne tune bû. Lê îro heye gelê kurd îro dikare di hemu qadan de têkoşîna xwe bidomînin û pêşeroja xwe ava bikin. Kes nikare bêje ku têkoşîna çekdari vala hat kirin. Na! têkoşîna 30 sale encamen pir girîng derxist û gihişt armanca xwe.

Bila Newroza îsal jib o hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê aşitiyê û aramiyê bîne. Bila êdî tirs û guman dûrî malên me hemûyan be.