TŞYG: Hemû çewisandî, 1’ê Gulanê ber bi qadan ve!

Komîteya Rêveber a TŞYG’ê 1’ê Gulanê pîroz kir û bang li gelên Kurdistanê û Tirkiyê û hemû çewisandiyan kir ku derkevin qadan.

TŞYG’ê got di çalakiyên 1’ê Gulanê de li dijî polîtîkayên êrîşkariya dewleta Tirk a faşîst divê çalakiyên xurt giştî werin kirin û giringiya têkoşîna bi yekîtiyê destnîşan kir.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) ji bo 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran daxuyaniyeke nivîskî da û got, ‘’Li hemberî mêtingeriya ekonomîk û polîtîk û zilma emperyalîzma navdewletî û rejîmên wê yên noker, çîna karkeran di serî de pêdiviya gelên me bi hevgirtin, yekîtî û têkoşînê heye. Lê ji bo bicihanîna vê erkê, peywireke mezin dikeve ser milê her demokrat, ronakbîr, pêşverû, welatparêz, şoreşger û partiyên komunîst û tevger û kesî. Bêguman ev ne tespît e û em nikarin bi awayê demdemî nêzikî van peywirên xwe bibin.

 Rêxistina çîna karkeran, kedkar û civaka demokratîk pêdiviyeke şoreşgerî ye.  Tevgera şoreşger a yekgirtî pêşengiya vê hêza birêxistin dike û ji bo geşkirina têkoşîna me gelekî girîng e.’’

DIVÊ EM MEWZIYÊN NÛ AVA BIKIN

Komîteya Rêveber a TŞYG daxuyaniya xwe wiha domand: ‘’Divê karker, kedkar, jin, ciwan, Kurd, netewe û baweriyên bindest, di serî de gelên Rojhilata Navîn hemû kes di 1’ê Gulanê de dakevin qadan û têkoşîn, yekîtî û hevgirtina me bilind bikin. Di serî de  li Stenbol û Amedê li hemû qad, meydan, bajar, fabrîqe û dibistanan li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê bi şîara demokrasî, azadî û sosyalîzmê divê em alaya berxwedan û têkoşînê li ba bikin.

Peywira vê serdema me ev e ku, çîna karker û hemû netewe û baweriyên bindest di çarçoveya mafên demokratîk de divê têkoşîna çînê û şerê şoreşgerî bikin yek. Di çalakiyên 1’ê Gulanê de divê em zêdetir çalak bin.

Li hemberî feraseta ku xweza û mirovan hildiweşîne, hemû kedkar û netewe û baweriyên veder dike û hegemonyaya mêrserwer li ser me ferz dike bi bîra çînî ya proleteryayê li Tirkiye û Kurdistanê em di 1’ê Gulanê de em serîhildana xwe geştir bikin, em hemû kesan kesan vedixwînin 1’ê Gulanê.

Bijî 1’ê Gulanê Roja Têkoşîn û Hevgirtinê!

Bijî Yekê Gulanê!

Li hemberî Faşîzma Dewleta Tirk, Em Şerê Têkoşîn û Şoreşê Geştir Bikin.’’