TŞYG: Em agirê azadiyê geş bikin
Komîteya Rêveber a TŞYG'ê bang li jin, ciwan, bindest û gelan kir, ku ji bo pîrozkirina cejna berxwedan û azadiyê dakevin qada Newrozê.
Komîteya Rêveber a TŞYG'ê bang li jin, ciwan, bindest û gelan kir, ku ji bo pîrozkirina cejna berxwedan û azadiyê dakevin qada Newrozê.
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) bi wesîleya Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Newroz bi qasî cejnekê, di heman demê de berxwedana li dijî faşîzmê ye.
Komîteyê, Cejna Newrozê li hemû gelan pîroz kir û di şexsê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan û Tûncay Yildirim de hemû şehîdên Newrozê û azadiyê bibîr anî.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelên me li her çar aliyan li dijî faşîzm û mêtîngeriyê li ser piyan e. Gelê Bakurê Kurdistanê vîn, şaredarî, sazî û siyasetmedarên xwe li hemberî mêtîngeriyê diparêze. AKP û Erdogan ê faşîst jî, hê bi tirsa berxwedanên xwerêveberiyê dijîn."
Komîteya Rêveber a TŞYG'ê da xuyakirin, Şoreşa Rojava jî dorpêçî û hewldanên dagirkeriyê yên çeteyan û dewleta Tirk dişikînin û ber bi serketinê ve her bi pêş ve diçin û got, "Gelên ku ji bo azadiyê têdikoşin, ji bo ala azadiyê li navenda çeteyên AKP'ê û DAIŞ'ê Reqayê biçikînin, şer dikin.
Li Şengalê, tevî êrîş û provokasyonên bi destê AKP û nokerên wan PDK-Barzanî tê kirin jî, civaka me ya Êzidî agirê Newrozê her geş dike.
Gelên Tirkiyeyê jî, li dijî zext û êrîşan bi gotina 'NA ji dîktatoriyê re' şerê azadiyê xurt dikin."
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan da xuyakirin, ku ji ber vê yekê di Newroza 2017'an de wê agirê azadî û raperînê ji her demê bêhtir geş bibe û wiha dewam kir: "Her agirê ku em ê pê bixin, wê ji faşîzm û mêtîngeriya faşîst re bibe agirê dojehê, ji bo şoreşa me ya yekbûyî jî wê bibe çirûskên azadiyê.
Bi vê bîr û baweriyê, em hemû hêzên li dijî faşîzmê li ber xwe didin silav dikin û bang li jin, ciwan, bindest û hemû gelan dikin, ku ji bo pîrozkirina cejna berxwedan û azadiyê dakevin qada Newrozê. Bi pêngavên xwe yên afirîner ên çalakiyan re, em berî û piştî Newrozê, agirê azadiyê yê biharê geş bikin."
Komîteya Rêveber di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir, ku faşîzm û mêtîngerî wê têk biçin, berxwedan û şoreş wê bi ser bikeve.