Tirkiyeyê da ku li sînorê Suriyeyê bi cih bike, bi aweyekî fermî ji NATO'yê daxwaza fuzeyên Patrîot kir.
Tirkiye, li hemberî gelê Rojavayê Kurdistanê hîm destekê dide Artêşa Azad a Suriyeyê û komên çeteyan, hîm jî dixwaze fuzeyên Patriot li sînorê Suriyeyê bi cih bike. Hikûmeta Enqere ji bo vê yekê bi awayekî fermî serî li NATO'yê da.
Serlêdana ku ji aliyê Wezareta Karên Dervê yên Tirk ve hatî kirin, ji aliyê NATO'yê ve jî hate piştrastkirin. Sekreterê Giştî yê NATO'yê Anders Fogh Rasmussen li ser serlêdana Tirkiyeyê wiha axivî: "Bi rêya fûzeyan dê NATO di daxistina tansiyona li ser sînor de bibe alîkar."
Almanya, Hollanda û DYA tenê dikarin fuzeyên xwe bişînin Tirkiyeyê. Wezîrê Karê Derve yê Hollandayê nameyek şand meclîsa welatê xwe û diyar kir ku ewê vê mijarê binirxînin. Eger vê carê jî Hollanda fuzeyên xwe bişîne Tirkiyeyê dê ev bibe cara sêyemîn.
Fuzeyên Patriotê wekî mertalên ewlekariyê ne. Ev fûze li heremên hatî cih kirin tehdîtên fuzeyan tespît dike, nahêle ku ew bigihêjin hedefên xwe û wan li hawayê tune dike.