Tirkiye bi fêlbazî nêzî Ewropayê dibe

Li Elmanyayê, ÛETD a destekê dide AKP’ê ji bo mîtînga ku wê Mehdî Eker beşdar bibe, derew û agahiyên kem û kurt ji bo şaredariyê ragihandibû, li ser vê yekê mîtîng hate taloqkirin.

AKP ya ku mîtîngên li Ewropayê tê qedexekirin weke yekane amûra propagandayê bikar tîne, vê carê jî li bajarê Hannover ê Elmanyayê mîtînga ku wê Mehdî Eker jî beşdar bibe hate betalkirin. Derket holê ku ÛETD ya ku mîtîngê lidar dixe, dîsa bi zanabûn agahiyên derew û kêm û kurt, dereng dayîna ji bo şaredariyê ragihandine.

Li bajarê Hannover ê ku rêjeyekî zêde Kurd lê dijîn, Yekîtiya Demokratên Tirkiyeyî ya Ewropa (ÛETD) a ku weke çengekî AKP’ê kar dike, ji bo mîtîngek ji aliyê rêxistinê ve bê lidarxistin salonek kirê kiribû. Lê weke her carê di kêliya dawî de agahîdayîna ku wê Cigirê Serokê AKP’ê Mehdî Eker beşdarî mîtîngê bibe, ji aliyê Şaredariya Hannoverê ve hate betalkirin.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Hannoverê Stefan Schostok, diyar kir ku têkildarî mîtîngê nirxandinên partiyên din ên Meclîsa Şaredariyê girtine û şûnde biryara betalkirinê hatiye dayîn.