Tîmên Bersivdanê yên YPS'ê rêya Wanê kontrol kirin

Tîmên Bersivdanê yên YPS Şehîd Avareş Helhel ragihand ku yekîneyên wan li taxa Xaçortê ya Wanê li dijî hêzên dagirker ên Tirk rêzeçalakî kirine û demeke dirêj rêyek kontrol kirine.

Tîmên Bersivdanê yên YPS Şehîd Avareş Helhel ragihand ku yekîneyên wan bi çarçoweya pêngava, ''Pêngava Tolhildanê ya li dijî mêtinger û sîxûr-nokeran'' li taxa Xaçortê ya Wanê û li navçeya Colemergê Geverê çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin ,''Tîmên me yên bersivdanê 19'ê Tebaxê li dijî dijmin ê ku dixwest bikeve taxa Xaçortê ya Wanê rê li trafîkê girtine û bi bombeyên deng û molotofan heta derengiya şevê li dijmin dane. Rê demeke dirêj di destê tîmên me de maye û dijmin bêgav maye ku vekişe.''

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, ''Dîsa 19'ê Tebaxê li dijî dijmin ku dixwest bikeve kolana Cumhuriyetê ya Geverê bi bombeyên deng û molofotan çalakî hatine kirin. Di encama çalakiyê de wesasiyên zirxî yên dijmin ziyan gihaye ser wan û ji bêgavî ji qadê dûr ketine.''

Li dawiya daxuyaniyê hate gotin xweparastin û bi perspektîfa şerê şoreşgerî yê gel şerê li dijî faşîzma dagirkeriya Tirk peywira eslî ya her welatparêzî ye û bi vê hişmendiyê divê neyê hiştin ku dagirker li Kurdistanê hilmê bistînin, li her derê bi perspektîfa Şerê Şoreşgerî yê Gel dagirker werin pêşwazîkirin.