TÎHV/ÎHD: Beriya ku bi derengî bikeve bila daxwaz werin qebûlkirin

Seroka TÎHV’ê Ş.Korur Fîncancî diyar kir ku divê civak ji bo girtîgehan bihistyar bin, Berpirsê Girtîgehan a ÎHD’ê Necla Şengul jî got ji her kesê ku li girtîgehan jiyana xwe ji dest bide mirovên bêdeng mayî û Wezareta Dadmendiyê berpirs e.

Bi Rewşa Awarte re li girtîgehan ku zext û zordarî zêde bûye girêvên birçîbûnê berbelav dibin. Ji ber girêva birçîbûnêya li Şakran, Edîrne, Menemen, Sîncan Jin û Wanê malbat û saziyên civaka sivîl metirsîdar in.

Girtî dibêjin heta ku daxwazên wan werin qebûlkirin wê girêva xwe berdewam bikin û xwestin ku gel bihistyar be.

Seroka Weqfa Însanî ya Tirkiyê (TÎHV) Şebnem Korur Fincancî diyar kir ku di vê rewşê de ew derfetên ku rêxistinên saziyên sivîl têkildarî girtîgehan xebatan bikin ji dest wan hatine standin.

 ‘Ê KU TEHDEYÊ NAKE TÊ ÎXBARKIRIN’

Fincancî got li girtîgehan kontrol nemaye û binpêkirinên mafan ên cidî çêdibin û got: ‘’Îdîayên êşkenceyê hene. Bi taybetî jî ji Wezareta Dadmendiyê gelek kes bi navê FETO  hatin avêtin. Gelek ji van li girtîgehan memûrên înfazê ne. Memûrê parastina înfazê wiha dibêjin; ‘’heke ez tehdeyê nekim, wê min jî bi FETO bavêjin’’ ji ber vê jî kesên ku di rewşa normal de tehde li girtîgehan nedikir jî dest bi êşkenceyê, mielemeya nebaş û tundiyê kiriye. Rewşeke gergerînkê çêbûye. Ên ku tehdeyê nakin têne îxbarkirin. Jixwe bêkontroliyek heye. Jixwe binpêkirinên mafan hene, bi vê rewşê re jî girantir bûye.’’

 ‘DIVÊ EM BI DENGEKÎ BILIND KÊŞEYAN VEBÊJIN’

Fîncancî diyar kir ku bi Rewşa Awarte re destketiyên girtiyan ji dest wan hatine standin û got ji bo ku dengê xwe bidin bihistîn ji girêva birçîbûnê pê ve tiştek di dest wan de nemaye: ‘’Neçar dimînin ku bedena xwe bi kar bînin. Ev rewşeke pir giran e. Kengî binpêkirinên mafan ên giran çêdibin em jî neçar dibînin ku li girtîgehan vê rewşa giran bijîn. Nexweşiyên gelekan ji wan hene. Em saziyeke wiha ne ku jî ji ber ber seqetî, nexweşiyên giran ên girtîgehan ên salên 80 û 90’î dixebitin. Ji bo ku em dîsa rewşeke wiha nebînin divê binpêkirinên mafan bi dawî bibin. Divê em guh bidin girtiyan, dengê wan bidin bihîstin û heqê wan divê li wan were vegerandin. Rewşa girtina domdirêj weke cezakirinê tê bikaranîn. Divê civak di vê mijarê de bihistyar be û kêşeyên li girtîgehan divê em hemû bi hev re bi dengekî ziman hişkere bikin.’’

 ‘HOVÎTIYEKE WIHA QET NEHATIBÛ JIYÎN’

Berpirsa Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Necla Şengul diyar kir dema ku girêvan dest pê kiriye ew weke şandeyekê li girtîgehan geriyane û têkildarî êşkenceyê û tehdeyê gelek serlêdan çêbûne. Şengul têkildarî girtîgehên ku wan şopandine wiha dibêje: ‘’ Hin giliyên wiha; tecrîdkirin, nehiştina ku bi malbetê re biaxivin, astengkirina name, pirtûkan, girtina bi ser koxuşane de, derxistina girtiyan a ji koxuşan û li wan xistin, derxistina girtiyan a ji Girtîgeha Tîpa L’yê ya Elanya û li devereke xalî li wan xistin û gef li wan xwarin. Her wiha giliyên wiha jî hatin ku girtî ji cem hevalên wan têne standin, wan davêjin hicirikê û li vê derê gefa kuştinê li wan tê xwarin, teklîfan ajantiyê li wan tê kirin. Bi salan e ku li ser girtîgehan dixebitim, ez jî li girtîgehê mame lê hîç hovîtiyeke wiha nehatibû jiyîn.’’

 ‘MALBAT NIKARIN ZAROKÊN XWE BIBÎNINI’

Şengul diyar kir rewşa girtîgehan ji ya 12’ê Îlonê jî girantir e û wiha got: ‘’Gefê li malbatên girtiyên dixwin. Nahêlin ku hev bibînin. Bi mişextkirinê girtiyan ji malbatan qut dikin. Girtîgeh weke qotiyên girtî ne, em nizanin bê ka li hundir çi dibe. Em wateyeke didinê ku girtiyan dişînin Edîrne, Tekîrdag, Entalya ku zêde binpêkirin li wir nayên jiyîn. Malbat nikarin zarokên xwer bibînin.’’

‘BERPIRSÊ MIRINÊ KESÊN BÊDENG Û WEZARETA DADMENDIYÊ YE’

Şengul diyar kir ku girêvên ku dest pê kirine rewşa dawî ye û got dema ku mirov li rewşa girtîgehan dinere, li serlêdanan rêyeke dî nemaye. Şengul diyar kir ji ker mirinê wê kesên ku bêdeng mayin û Wezareta Dadmendiyê berpirs be û xwest ku her kes bihîstyar be.

 ‘LI GIRTÎGEHAN KONTROL NÎN E’

Endama Komîsyona Girtîgehan a HDP’ê û Endama Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê Burcu Çelkî li Meclîsê daxuyaniyeke çapemeniyê da û bal kişande ser êşkence û binpêkirinên mafê mirovan ên li girtîgehan.

Çelîk diyar kir ku avakirina zêdetir girtîgehan, ewlekarî ti kêşeyan çareser nake û got: ‘’Divê polîtîkayên li gorî hiqûqê werin kirin. Di rewşeke wiha de ku li girtîgehan têra xwe kêşe hene, hewldana AKP’ê ya ku ji bo destûrên nû em weke niyetbaşiyê nabînin. Em bang li hikûmetê dikin ku zû li kêşeyên girtîgehan vegere, bi civakê re li çareseriya van kêşeyan bigire û vê pêşnûmeya ku li girtîgehan wê mirinan rewa bike paş ve bikişîne.’’