TGDP: Bila TMK bê rakirin
TGDP: Bila TMK bê rakirin
TGDP: Bila TMK bê rakirin
TGDP’ê der barê 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapmeniya Cîhanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo ku azadiya çapemeniya Tirkiyeyê pêk were û Qanûna Têkoşîna bi Terorê re û dadgehên cezaya giran a rayeya taybet bê rakirin.
Platforma Piştevaniya bi Rojnamegerên Girtî re (TGDP) bi wesîlaya Azadiya Çapemeniya Cîhanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bila Qanûna Têkoşîna bi Terorê re û dadgehên cezaya giran a rayaye taybet bê rakirin.
TGDP’ê li Tirkiyeyê û li cîhanê rojnamegerên hewl didin mafên nûçegirtinê yê gel biparêzin, rastî êrîşan tên û got: “Mixabin Tirkiye di warê rojnamegerên girtî de di cîhanê de rêza yekemîn her tim diparêze.”
67 ROJNAMEGER GIRTÎ NE
TGDP’ê destnîşan kir ku 67 rojnameger niha di girtîgehan de ne û her wiha AKP jî wek dijminê azadiya çapemeniyê da nasîn û got: “Rastiya rojnamegerên di girtîgehan de, zext û otosansura li ser rojnamegerên derve, rasterast AKP’ê jê berpirsyar e. Di êrîşên li Taksîmê de rojnamegeran jî para xwe girt û nûçegîhana kovara Yuruyuş Meral Donmez rasterast hedef hat girtin. Xeteriya jiyana Donmez hêj didome. Desthiladariya AKP’ê dijminê rojnamegerane. Ji bo azadiya çapmeniyê pêk wre divê Kanûna Têkoşîna bi Terorê re û Dadgehê Cezayên Giran a rayeya Taybet bê rakirin.”