Tevlîbûna çeteyên Tirkiyeyê li nava El Nûsra dewam dike
Koma çete ya bi navê Cundul Şerîa ya li bajarê îdlibê, tevlî nava çeteyên El Nûsra bû.
Koma çete ya bi navê Cundul Şerîa ya li bajarê îdlibê, tevlî nava çeteyên El Nûsra bû.
Çeteyên li bajarê Îdlib ê Sûriyeyê ne û tevî Tirkiyeyê di bin navê 'Operasyona Mertala Firatê' de êrîşî Bakurê Sûriyeyê dikin, tevlî nava El Nûsra dibin. Piştî Cundul Aksa ku çend roj berê ragihand, ew tevlî nava çeteyên El Nûsra bûye, vê carê jî koma çete ya bi navê Cundul Şerîa îlan kir, ku ew tevlî nava El Nûsra bûye.
Ev çeteyên ku li bajarê Îdlibê, herêma peravî ya Îdlibê û Cisr El Suxur êrîşan dikin, piştî êrîşa hevpar a komên çete li Helebê, da xuyakirin ku ew tevlî nava El Nûsra bûye.
Çeteyên El Nûsra beriya niha navê xwe weke Eniya Fethê Şamê guherandibû. Ev gava Nûsra weke hewldana rewakirina xwe li nava raya giştî hatibû şîrovekirin. Piştî ku El Nûsra nav guherand, tevî Cundul Aksa hin yekîneyên Sukur El Cebel û çeteyên Mûrabîtûn jî tevlî nava El Nûsra bûn.
RÛSYA: FERMANÊ JI EL NÛSRA DIGIRIN
Piştî êrîşên çeteyan ên li Helebê, Rûsyayê dabû xuyakirin ku komên li Îdlib û Helebê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve weke 'mûxalefeta nerm' tên bi nav kirin, fermanê ji El Nûsra digirin.
10 komên çete ku Ahrar El Şam û El Nûsra jî di nav de ne, li ser van êrîşa daxuyaniyeke hevpar weşandibûn.