Tevgera Ziman û Perwerdeyê ya Kurdistanê ava bû

Tevgera Ziman û Perwerdeyê ya Kurdistanê ava bû

Komîteya Perwerde û Ziman a KCK'ê, di bin navê "Zimanê Azad, Rêberiya Azad, Kurdistana Azad" de, Konferansa xwe ya 2. lidar xist. Di konferansê de di têkoşîna li dijî asîmîlasyon, oto asîmîlasyon û mijarên sazîbûn û pergala perwerdeya bi zimanê dayikê de biryarên girîng hatin wergirtin. Di Konferansê de biryar hat dayîn di bin navê Tevgera Ziman û Perwerdeyê ya Kurdistanê (TZP) de xebat bên meşandin.

Konferansa 2. ku îlana Tevgera Ziman 3u Perwerdeyê ya Kurdistanê (TZP) hat kirin, di navbera 12-23'ê Îlonê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdariya 65 delegeyên ji Wargeha Şehîd Rustem, çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat pêk hat. Di Konferansê de Hevserokên Desteya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, Cemîl Bayik, endama Koordînasyona KJB'ê Sozdar Avesta, endamên Desteya Rêveber a KCK'ê Bozan Tekîn, Bêrîtan Dêrsim û Evîn Botan amade bûn. 

Konferans bi axaftina vekirinê ya Hevseroka Desteya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destpê kir û bi axaftina girtinê ya endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Bozan Tekîn bi dawî bû. Hevseroka Desteya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku gelê Kurd di sedsala dawî de bi dehan komkujî jiyane, lê komkujiya herî kûr di ziman û çandê de hatiye kirin û wiha peyivî:

"Zimanê dayikê û perwerde, bingeha têkoşîna me ye. Têkoşîna me ya çil salan û berdêlên mezin ên hatine dayîn, ji bo rawestandina qirkirina çand û ziman, qirkirina fîzîkî, îmha û înkarê ye. Li çar perçeyên Kurdistanê di nava sedsala dawî de bi sed hezaran Kurd hatin qetilkirin. Bi milyonan hatin koçberkirin, bi dehhezaran avêtin zindanan. Lê belê komkujiya herî mezin li ser çand û zimanê Kurdî hat meşandin. Mirov bi zimanê xwe mirov in. Tişta ku civakê dike civak, ziman e. Bêyî ziman behsa dîrok, exlqa, pergal, huner, wêje, civak, çand nayê kirin. Kurd bi taybetî di sedsala dawî de di vî warî de rastî komkujiyeke kûr û mezin hatin. Ji ber vê yekê Kurd di warî ramanî û giyanî de perçebûneke mezin jiyan û perçeyî sed perçeyî bûn. Em îro têkoşîna vê didin. Bi kongreyeke neteweyî re em dixwazin dawî li vê perçebûnê, dawî li konsepta desthilatdaran a bi komkujî, qirkirina çand û ziman encam girtiye, bîne."

Hozat da xuyakirin ku planên tinekirin û înkara zimanê Kurdî her dewam dikin û got, "Komîteya me ya Ziman û Perwerdeyê, li dijî komkujî û asîmîlasyona li hemberî zimanê me hat meşandin, xwedî wê berpirsyariyê ye ku têkoşîneke mezin bimeşîne, li çar perçeyên Kurdistanê rêxistinbûyîna vê bike, perspektîfa têkoşînê biafirîne, pêşengiyê bike, pergala ziman û perwerdeyê ava bike û planên komkujiyê ji holê rake."

'KONSEPTA KOMKUJIYÊ YA LI SER ZIMAN DEWAM DIKE'

Hevseroka Desteya Rêveber a KCK'ê, pirsgirêkên perwerde û ziman ên li çar perçeyên Kurdistanê û rêbazên nû yên asîmîlasyonê nirxand û xwest, bi qasî asîmîlasyonê oto asîmîlasyon jî baş were nirxandin û der heqê wê de biryar bên stendin. Hozat diyar kir ku konsepta komkujiyê ya li dijî çand û zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê hînê di meriyetê de ye û ev tespit kir:

"Dewleta Tirk niha jî Kurdî weke navgînekê bikar tîne û dixwaze di asîmîlasyonê de encamê bi dest bixe. Li Rojava weke deskevtiyên şoreşê xebatên perwerde û ziman vediguherin sazîbûnê, lê ji bo şoreşê têk biçe êrîşên gelekî mezin tên kirin. Li Rojhilatê Kurdistanê perwerdeya bi zimanê Kurdî, avakirina pergala xwe ya perwerdeyê hînê qedexe ye. Li Başûrê Kurdistanê dibistan hene, perwerdeya bi Kurdî tê kirin. Lê belê pirsgirêk ne tenê xwendin û nivîsandina Kurdî ye. Li vê derê hînê çand, rêbaz û pergala perwerdeyê ya deshilatdaran serdest e. Ya girîng demokratîk, azadîperestî û wekheviya ziman e."

‘BI QASÎ ZIMANÊ DAYIKÊ, PERSPEKTÎFA PERWERDEYÊ JÎ GIRÎNG E’

Hevseroka Desteya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat da xuyakirin ku bi qasî perwerdeya bi zimanê dayikê, perspektîfa perwerdeyê jî girîng e û got, "Perwerde çiqasî li ser bingeh û pergala deshilatdaran, modernîteya kapîtalîst tê dayîn; çi qasî xwedî perspektîfa nirx, exlaq û çanda Kurdê azad e? Ya girîng jî ev e. Perwerdeya ziman, perwerdeya bi zimanê dayikê girîng e, lê li ser kîjan esasan bê dayîn? Bi kîjan feraset, bi kîjan perspektîfa rêxistinbûyînê? Bi kîjan polîtîkaya perwerdeyê dê li hemberî asîmîlasyonê têkoşîn bê dayîn? Di çarçoveya pîvanên neteweya demokratîk de, divê perspektîfa azadî, wekhevî û demokrasiyê, mejî, rêbaz û feraseta wê bê ava kirin."

Piştî axaftina vekirinê, di konferansê de perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser ziman hatin xwendin. Dûre raporên komîteyê hatin xwendin û nirxandin. Li dû nirxandina rewşa siyasî, rêxistinî, pergala perwerdeyê û rêziknameyê, hin rêzebiryar hatin stendin. Di konferansê Hevserokê Desteya Rêveber Cemîl Bayik, endama Koordînasyona KJB'ê Sozdar Avesta û endama Desteya Rêveber a KCK'ê Evîn Botan nirxandin kirin.

“ÊDÎ KES NIKARE LI KURDISTANÊ HESABÊ ASÎMÎLASYONÊ BIKE”

Axaftina girtinê jî ji aliyê endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Bozan Tekîn hat kirin. Tekîn rêveçûna konferansê serketî nirxand û got, "Konferansa me, biryardariya avakirina neteweya demokratîk nîşan da." Tekîn di kesayetiya cangoriyên Kurdistanê Viyan û Baz ên li Rojavayê Kurdistanê di dema xebatên ziman de ji ber êrîşan jiyana xwe ji dest dan, hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bibîr anî û got:

"Polîtîkayên neteweperestiya Tirk, Ereb û Fars, li ser vê erdnîgariyê gelek gel ji holê rakirin. Her mirov xwedî kevirekî gorê ye, lê ev gelên han xwedî tiştekî wî rengî jî nînin. Gelê Kurd jî rastî komkujî, qirkirin û polîtîkayên herî dijwar ên asîmîlasyonê hat. Tevî ku ev gef dewam dike jî ev hatiye fêmkirin: Zimanê Kurdî yê hat xwestin bê tinekirin, ji nû ve di ziman û dilê gelê me de bicih bû. Ji nû ve bû xwedî beden û ruh. Êdî kes nikare li ser axa kevnare ya gelê Kurd li Kurdistanê hesabên asîmîlasyonê bike. Vê konferansê nîşan da ku hesabên gengaz ên bi vî rengî, dê pûç bibin."

Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Tekîn da xuyakirin ku konferans di heman demê de bersive ji polîtîkayên komkujî û asîmîlasyonê û got, "Em dixwazin êdî li axa xwe bi awayekî azad bi zimanê xwe bijîn. Konferansa me ya 2. biryardarî û daxwaza vê yekê nîşan daye."

Li dû axaftina girtinê, konferans bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû. Konferans bi helbestên ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re hatin nivîsandin, bi dawî bû.