Cıvata Giştî ya Tevgera Goran, têkildarî civîna xwe ya îro lidar xist daxuyaniyek da û di civînê de bal kişandine ser rewa Herêma Kurdistanê, xeteriya şerekî bi taloke ya di navbera PDK’ê û PKK’ê û hewldanên operasyona dewleta mêtînger a Tirk ku li derveyî sînor lidar bixe.
Di daxûyanî Civata Giştî ya Tevgera Goran de ev tişt hate gotin:
“Di pêvajoyekî de ku Başûrê Kûrdistanê bi qonaxeke pir hestîyar û bi taloke re derbaz dibe, herêmê di nava şereke giran û rewşeke pir bi xeter de maye. Hêzên navnetewî li Sûriye û Îraqê çeperan li hemberê hevdu girtine. Başûrê Kûrdistanê di nava kirîzên siyasî, aborî, darayî û rêvebirîyê de ye, encamên piştî şerê Musûlê êdî eşkere dibin, Şengalê ji cihên ku alozî li ser heye, dagîrkerên Kûrdistan ên çavbirçêtî berê xwe dane Şenglê, hîna çarenûsa wê zelal nebûye, lê Tirkiye bi eşkere û bi ber çavên hemû cîhanê sinorê Başûr Kûrdistanê derbaz dike û hêz li Qendîlê kom dike. Di vê rewşa hestîyar û taloke de PDK nîyeta wî heye kû şerkeke wêranker li hemberê PKK bike, ne tenê ev lê dixwazê mûdaxeleya kar û barên Rojavaya Kurdistanê bike û hevpeymanîya bi Tirkiye re dike. Ev bi agir listîn e, di encamê de wê Başûrê Kûrdistanê hildiweşîne û vê tecrûbeya ku berhemê keda hezaran Şehîd in, winda dibe.
Civata Giştî di salvegera sûcê kîmyabarana Helebce de teqez dike ku divê zimanê diyalogê bibe çareserî û PDK dersê ji şerê navxweyî derxe ku ti pirsgirêkek çareser nake, lê agir berdide nava mala Kurdan. Ji bo wê jî daxwaz diken ku hemû alî , partî, gelê me dengê xwe bilind biken bi şêwazên cuda yên demokratîk û şerê navxweyî şermezar biken û rê neden PDKê, divê vî şerî û talokeyê asteng bike, zimanê giftûgo û danûstandin bike rêya çareseriyê."