Terora Rewşa Awarte li Stûttgartê hate protestokirin
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, li dijî faşîzma AKP'ê û terora Rewşa Awarte meş û mîtîngek hate lidarxistin.
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, li dijî faşîzma AKP'ê û terora Rewşa Awarte meş û mîtîngek hate lidarxistin.
Antî Faşîst ên Elman, Partiya Çep (Dîe Lînke), Sendîka û AGÎF jî di nav de 12 partî û rêxistinên Elman û koçberan meş û mîtîng lidar xistin û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk jî piştgirî da çalakiyê.
Li ser navê Dîe Lînke parlamenter Heîke Haensel û nûnerên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û Antîfa di çalakiyê de axivîn.
Qisekeran girtina 10 parlamenterên HDP'ê ku Hevserokên Giştî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de ne, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan, hevşaredar ku Ahmet Turk û Gultan Kişanak jî hene, qenalên TV, radyo û komeleyan şermezar kirin.
BILA QEDEXEYA LI SER PKK'Ê BÊ RAKIRIN!
Di çalakiyê de, ku li salvegera damezrandina PKK'ê rast hat, daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK'ê ji Elmanyayê hate kirin. Her wiha rexne hate kirin ku siyasetmedarên Kurd û şoreşgerên ATÎK'ê li gorî xala 128-b tên girtin.
'DIVÊ HEVKARIYA DEWLETÊN ELMAN Û TIRK BIQEDE'
Di çalakiyê de bênavber dirûşmên "Bijî piştgiriya enternasyonal", "Na ji dagirkeriya li Kurdistanê re", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Her wiha alên MLPD, Dîe Lînke, Antîfa, Partîzan, SYKP, ADHK û dowîzên bi Elmanî yên AGÎF-Yekîtiya Jinên Sosyalîst hatin hildan. Qisekeran bang li gelê Elman kirin, ku li dijî faşîzma AKP'ê ya dijminê demokrasiyê ye, têkoşîneke hevpar bimeşîne.
Hat destnîşankirin, ku divê dewleta Elman, derhal hevkariya Serokwezîr Merkel a bi dewleta Tirkr e biqedîne.
Mîtîng bi qîrîna dirûşme û bi lêdana çepikan qediya.