Terora polîsan a li Elmanyayê diçe ber destê dadgeriyê

Kurdistanî, li dijî dewleta Elman ku li Dusseldorfê ne kêmî dîktatoriya Erdogan êrîşî wan kir, dikevin nava liv û tevgerê. Bi rêya zedeyî hezar gilînameyan wê polîtîkayên krîmînalîzasyonê werin darizandin.

Kurdistanî, li dijî dewleta Elman ku li Dusseldorfê ne kêmî dîktatoriya Erdogan êrîşî wan kir, dikevin nava liv û tevgerê. Bi rêya zedeyî hezar gilînameyan wê polîtîkayên krîmînalîzasyonê werin darizandin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç li ser êrîşê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û got, "Kurd dest ji nirxên xwe bernadin, hûn jî serî li ber dîktatoriya Erdogan netewînin."

Koç diyar kir, ku ew amadekariyan dikin ku ji êrîşa polîsan a li hemberî meşa 4'ê Mijdarê ya Dusseldorfê û qedexeyên li ser wan tên ferzkirin, serî li dadgeriyê bidin. Koç got, "Mirovên me yên di çalakiyê de birîndar bûn an jî mexdûr bûn, gilînameyên xwe didin me. Zêdeyî hezar gilîname niha li ber destê me ne. Hiqûqnasên me wê van gilînameyan bibin ber destê dadgeriyê. Her wiha gelek mirovên me yên mexdûr bûne, bi xwe jî serlêdan kirine."

Koç bi bîr xist ku roja 4'ê Mijdarê Wezîrên Karên Derve yên Tirk û Elman li Antalyayê li hev civiyane û anî ziman, beriya vê civînê jî Schroder û Erdogan li hev rûniştin.

Yuksel Koç got, "Welatiyên Elman ên ji aliyê dewleta Tirk ve dîl hatin girtin, bi qurbanîkirina Kurdan hatin berdan. Eşkere ye ku ev êrîş û bêperwatiya hate kirin daxwaza dîktator e. Divê Elmanya serê xwe li ber dîktator netewîne. Erdogan dixwaze siyaseta xwe ya dij bi Kurd bigihîne Elmanyayê." Koç destnîşan kir ku ev helwesta dewleta Elman tenê bi kêrî dewleta Tirk û dîktator Erdogan tê, ku Erdogan piştevanê herî mezin ê DAIŞ'ê ye.

Koç ev hişyarî û peyam da: "Qedexeyên li ser Kurdan destê Erdogan xurt dike. Vê yekê nekin. Ev polîtîka zerarê dide Elmanyayê jî. Pêşî li DAIŞ'ê vedike."