Terora destgîrkirinê ya tevnên dijîtal
Hikûmeta Tirk ji ber parvekirinên li ser tevnên dijîtal, li ser bikarhênerên înternetê dest bi terorê kiriye.
Hikûmeta Tirk ji ber parvekirinên li ser tevnên dijîtal, li ser bikarhênerên înternetê dest bi terorê kiriye.
Desthilata AKP-MHP’ê parvekirinên li ser tevnên dijîtal dike hincet û oparasyonên xwe yên qirkirina siyasî didomîne.
Polîsên ku danê sibê avêtin ser maleke li taxa Fatîh a Rezan a Amedê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Seyfettîn Kardeş (44) destgîr kir. Kardaş ê birin Şaxa TEM’ê ya Midûryeta Emniyetê bi hinceta parvekirinên li ser tevna dijîtal, bi îdîaya ‘propagandakirina rêxistinê’ destgîrkirine. Kardeş ê hatibû destgîrkirin, berdan.
Ji 5 kesên duh li Bûrsayê jî hatibûn destgîrkirin, Azîz Amak jî hate girtin. Amak şandin Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê.
Ji ber parvekirinên li ser tevnên dijîtal, li gorî rapora çend rojên borî hatî parvekirin, di meha Tîrmehê de bi kêmanî 12 kes hatine destgîrkirin, 3 kes jî hatine girtin.