RÊZENIVÎS III

Terbiyekirina civakê bi çanda sedeqeyê û mêtandina baweriyê

Li gorî ku medreseyên dînî di pêşketina çandî û neteweyî ya civaka Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e, pêwîst e ku mijara xwedîderketina tund a AKP a li van cihan wisa ji rêzê neyê destgirtin.

Li gorî ku medreseyên dînî di pêşketina çandî û netewî ya civaka Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e, pêwîst e ku mijara xwedîderketina tund a AKP a li van cihan wisa ji rêzê neyê destgirtin. Bi taybetî li gel bikaranîna navê kesayetên helbestvan û alimên kurdan yên wekî Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrê û hwd, di nav propagandeyên xwe de, di medrese û mizgeftan de, ji bo bikeve nava cîhana hest û ramanên îslamî ya kurdan  (bi taybetî ciwan) ku pê bawer e û weke çandekê dijî li deriyekî digere. Ji bo bikaribe vê bi ser bixe jî melayên ku bixwe perwerde kirine, di mizgeftan de bi cih kirine. Xulase taktîkeke xapandinê ye. Di van cihan de mejiyê ciwanan bi feraseta îslama siyasî (îslama desthilatparêz-muawiye) distire ango çanda ku vê di pêşeroja civakê de bibe xwedî hebûn (wê pêşbikeve) asîmle dikin û dixwazin kesayetên ku bikaribe ji rêxistineke çete û derveyî Îslamê mîna DAÎŞ’ê ku di van demên dawî de ketiye rojevê bibe zemîn, xwedî bike û bafirînin. Êrîşên li Dîlok, Stenbol û Enqere ku bi destê DAÎŞ’ê hatin pêkanîn, bi dîmenbûna herî hovane ya hişmendiya AKP’ê ye. Rêbazên şerê taybet ê ku bi destê AKP’ê tê meşandin ji dayîkbûna (derketina) pêkhateyên hov û li dijî mirovatiyê yên wek DAÎŞ’ê re pîriktiyê dike. 

Bawerî û mezhebên ku li Kurdistan û Tirkiyê hene, dewlemendiya civakê îfade dikin. AKP'ê ji bo berjewendiyên xwe ev bawerî û mezheb ji naveroka wan vala kirine, bi riya pevçûnên mezhebî û ferasetên serweriya baweriyan nêvenga şer ava kiriye. Van jî bi rîwayetên qelp (sexte) û fetweyên bi plan û bi armanc pêk tîne. Tiştê ku di vir de tê armanckirin, ew e ku di nav gel de parçebûnê çêbike, rojevê berovajî bike û rêzdayîna mirovan a li hemberî ol û baweriyên cuda lawaz bike. Bi vî rengî xwestiye ku civakê bixe xewê, bitevizîne û bîne rewşeke welê ku rastiyan nebîne. Ji ber ku dema civak di nava rewşa bi aloz a di nav xwe de dijî, xwe dipirpitîne ê di nava rewşeke bê agahiya ji siyasetên ku desthilat dimeşîne de bimîne. Dewleta tirk mîna ku li ser kurdan siyaseteke şerê taybet dide meşandin, li ser elewî, êzdî û komên din ê bawerî-mezheban bi rê ve dibe. Bi rê û rêbazên cûrbecûr hatiye armanckirin ku bi qutkirina wan ji axên ku baweriyên xwe li ser kirine, asîmle bikin û bixin ber qirkirina baweriyê. Rûbirûhiştina van baweriyan di serî de elewî, êzdî û hemû komên bawerî-mezhebên ku li Kurdistanê dijîn, bi komkûjiyên rojane ku bi her cûre rê û rêbazan (daxistina cihê perwerdeyî û cemxaneyan, di cihên wan de vekirina mizgeft û saziyên xwe yên îslamî, di pirtûkên perwerdeyî de danasîna baweriyan bi agahiyên şaş ve û daxwaza wan a ku bi awayekî zorê mirovan ku ji bawerî û mezhebên din in, bikişînin ser xeta xwe) ev projeyên ku AKP’ê  bi pêş xistine ne. Melayên ku şandine Kurdistanê, kesayetên wisa ne ku ji aliyê AKP’ê ve, bi awayekî taybet hatine perwerdekirin. Perwerdeya wan kesan bi riya terîqet û cemaetên ku AKP’ê bixwe bi pêş xistiye pêk hatiye. Amadekariyên îmam xetîb, dersxane û navendên perwerdeyî yên taybet di xizmeta AKP’ê de hatine bicihkirin. Mirov dikare bi rihetî bêje ku ew mele, meleyên şerê taybet in, wezareta diyanetê jî pêkhateya bi sazîbûyî ya vê ye. 

Dibistanên şevînî yên diyar (bijarde) weke YÎBO jî saziyên wisa ne ku ji bo pêkhateyeke ciwanên faşîst û milîtarîstî hatiye avakirin. Di navendên wisa de politîkayên ku li dijî ciwanan bingeh tê girtin, bi temamî ji perwerde û armanca vê dûr e. Di van deran de tişta tê xwestin ew e ku ciwan bi awayekî ji civak, exlaq û çanda civakê dûr perwerde bibînin. Argûmanên ku ji aliyê AKP’ê ve tê bikaranîn, ne peywendiya wan bi têgeha zanistîbûnê re heye û ne jî bi îslama rast re heye. Ev argûmanên wisa ne ku ji bo wan bi xwe weke tek û yekane bike û bikaribe pergala wan bigihîne (veguherîne) seltenetê (padişehiyê), bi awayekî taybet hatine amadekirin. AKP'ê û hemû saziyên di bin xizmeta wê de çi H. Mûhemed û hedîsên wî dibe û çi jî Qurana Kerîm be, her tişt li gorî berjewendiyên xwe şîrove kirirye, ya rast bi şêweyekî ku ji cewher hatiye derxistin, xistiye warê cîbicîkirinê. Di van saziyan de hewl hatiye dayîn da ku bi vî rengî ciwanan bikêşin xeta (ser riya) xwe. Qonaxa ku siyaseta şerê taybet ê ku tê meşandin gihiştiyê, di vê xalê de dibe bazirganiya bi ol. Cîhana menewî ya civakê di bin êrîş û texrîbeke pir mezin de ye, tam di vê xalê de rizandina hundirîn a civakê dibe mijara gotinê. 

Saziyên mijara gotinê ku li ser bingeha xeta politîk a bi navendiya şerê taybet hatine pêşxistin, hîn zêdetir jihêzxistina civakê û xistina ber çerxa mêtingeriyê bingeh e. Ev sazî hîn zêdetir bi qilifê nirxên bingehîn ên civakê wek alîkarî û şêwirmendiyê tên binavkirin.

Rêxistinên wek Denîz Fenerî û yên din, di bin navê alîkariya mirovî de, di pir herêmên Cîhanê de xwestiye xwe bi rêxistin bike lê belê di raya Cîhanê de eşkere bûye ku ev rêxistin bi karê fêlbazî, dizî, perê reş û karên tarî re mijûl dibe. ÎHH (Weqfa Maf û Azadiyên Mirov û Alîkariya Mirovî) jî ji vê rewşê qut nîn e. Rêxistinên wiha li Tirkiyê bi giştî û bi taybetî jî li Kurdistanê bi nîşandayîna destê alîkariyê ji gelê ku feqîr kiriye wê ji heqîqet, dîrok û kerameta wê ya mirovatiyê qut dike û xwestiye ku tûşî her cûre karê xirab bike. ji  bo vê di politîkaya xwe de çapemeniyê pir baş bikar tînin, hertim navên xwe yên sexte bi yek du bûyeran dixin rojevê û li ser vî bingehî, dixwazin vê ferasetê di nav civakê de bafirînin û berovajîkirina rastiyan li ser vê qadê bimeşînin. Destê ku civakê ji aliyê madî û menewî ve feqîr dike û destê ku xwe jê re weke rizgarker û hawarçûnê dide nîşandan jî heman dest e. Heman dest ji aliyekê ve xençer dike û ji aliyê din ve jî, birîna wê derman dike, hertim civakê di rewşeke birîndar de radigire. Heke ku em bixwazin bersiva pirsa çima wisa dike bidin; ji hêlekê ve ji ber ku hertim nav û dengê xwe yê sexte zîq bihêle û ji aliyê din ve jî ji hêla din a ku nediyar kiriye jî ji bo ku civakê ji her cûre nirxê civakî bê par bihêle, hertim hewcedarî xwe dihêle ku bikaribe hîn zêdetir kole bike, bixe ber mêtingeriyê û bi taybetî jî xeyal û meyla azadîxwaz ya civakê bikişîne asteke bêbandor. Wek ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dibêje: “Di welatê nan de bê nan mayîn!” Hewl dide ku Civakê ji hêla aborî ve seqet bike, bi birsîtiyê terbiye bike û veguherîne komeke qelax, girse û civata bêkaran. Her wiha dema ku hewl dide cîhana menewî ya civakê ango çanda wê ya dewlemend xirab bike, fêrkirina civakê bi çanda sedeqê jî piştguh nake. 

Berfirehkirina saziyên mîna Weqfa Ensar, Weqfa Îlîm û hwd, li Kurdistanê jî, ji rêxistinên ku li jor hatine behskirin cuda nînin. Di van dera de, di bin navê alîkariya feqîran de, zarokên kurdan di qursên perwerdeyî û hwd, dixin ber şûştina mêjiyê wan û qirkirina çandî. Piraniya bûyerên destdirêjiyê (tecavûz) di van qadan de têne pêkanîn. Herî dawî bûyera destdirêjîkirina şagirtekê ji aliyê mamosteyê wê ve ku li wir dixebitî û daxuyaniya serokê saziya civakî û malbatê ku vê wek bûyereke normal dide diyarkirin, ji bo fêmkirina armanca rastiya weqif û saziyên weke van pêwîst e bes be. Di wir de armanca wan ew e ku îradeya gelên Tirkiyeyê bi giştî û bi taybetî jî gelê kurd hê ji zarokatiyê ve bişkînin. Di tu demê de bi qasî vê demê mirina jinan û destdirêjiya ser jinan zêde nebûye. AKP'ê ya ku hişmendiya rêgezparêz û tecawizkar  tê de serwer e, li ser bûyerên mirinên jinan û destdirêjiyên li ser wan bi hezar cûre lîstokan dinixumîne, wek ku qet nîn e  û nebûye dihesibîne. Di dadgehan de wek piştgirê hiqûqê yê herî mezin ê wan kesan, zêdebûn û hertimîbûna van sûcan dabîn kiriye. Ev kesên ku piştgiriyê ji AKP’ê digirin, di nava kolanan de karîne bi rengekî hêsan destdirêjî û êrîşî jin û zarokan bikin. Her wiha ev ên ku piştgiriyê ji AKP’ê digirin, karîne bi rengekî pir hêsan kuştin, destdirêjî, êrîş û dijûnkirinê ji xwe re weke maf bibînin. Ji ber li holê rastiya desthilat û hikumetekê heye ku dixwaze -feraseta divê jin li nava kolanan bi dengê bilind nekenin, etekê kin li ber xwe nekin, jinên dûgiyanî dernekevin kolanê. Heke jin wisa bike, ji ber çi mêr dê vê yekê neke, ya ku dihêle mêr were tehrîk jin e- serwer bike. Em di TV’yan de vê ferasetê di daxuyaniyên Bûlent Arinc û R.T. Erdoxan de dibînin ku dixwazin bi gel bidin pejirandin. Girêdayî vê yekê fêmkirina sebebê zêdebûna mirinên rojane yê jinan ê zehmet nebe. Her wiha di qada aborî de politîkayên ku vîna jinê bê bandor dike bi pêş xistine. Pergala mîkro kirêdî ku ji aliyê AKP’ê ve hatiye pêşxistin, ji hêla çandî û bi taybetî  jî di wateya aborî de civak bi texrîbatên pir mezin re rû bi rû hiştiye. Ji bo ku hîn bêtir avakerê herî bingehîn ê civakîbûnê; ango jinan bînin rewşeke hewceyî wê bibin û bi vî awayî ji bo ku civakê jî bixe bin çavdêriya xwe, van kirêdiyan herî zêde didin jinan. Ev jî AKP ya ku bi bihaneyên wek ji bo debara wê ye, ji bo yên ku qada kar peyda nakin û bi armanca piştgirîdayînê di wateya madî de, ji bo  yên ku bi tunebûnê re têdikoşin û bi piranî ji bo jinan  derfetên madî tê pêşkêşkirin, vê yekê (şerê taybet) rewa dike. Mînakeke din a ku nîşan dide ka çawa rastiyan berovajî dike, politîkayên şerê taybet ên ku AKP’ê bingeh girtiye, tenê ji projeyekê pêk nayê. AKP'ê ya ku armanca wê ya damezrandinê ew e ku li herêmê, xwe bike partiya yekane, li hemberî her tiştê ku li pêşiya vê yekê asteng dibîne pergalên nû ava kirine. Ji van a herî tûj hewl daye ku li hemberî gelê kurd û di nav axa Kurdistanê de pêk bîne.
 
Politîkaya kirina qorûcî ku heta qonaxa Ebdulhemîd diçe yek ji van e. Di dema AKP’ê de li gorî berê rehendên cuda li naveroka vê pergalê hatiye zêdekirin (qezenc kirin- dana barkirin). Rehendê ku lê hatiye barkirin jî ew e ku qorûcîkirin aniye rewşa pîşeyî ango çavkaniya aboriyê û xwe pê xwedan kirinê. Armancên wan jî pêşxistin û normalkirina çanda nokertî û xiyanetê di nav kurdan de ye. Bi vî rengî bêkar hiştina gelê kurd û ew neçarî qorûçî kirin û li gel qorûçîkirinê jî gelê kurd ji cewher, dîrok û çanda wî qut kirin, bûye armanca wan. Li hemberî nasnameya kurdê azad ku bi pêş dikeve, derxistina pêş ya çîneke navîn ango tebeqeke noker bafirînin.
  
Politîkayên herî hişk û qirêj, di dema AKP’ê de li ser gel û axa Kurdistanê pêk hatine. Cudatiya vê ji qonaxên berê, ew e ku hebûna wê, di wateya fîzîkî de dipejirîne lê belê nasnameya netewî û rastiya dîrokî ya wê napejirîne, ango kurd be, lê kurdekî/e ku ez dixwazim be. Her çiqasî weke demên berê şewitandin û hilweşandin hebe jî, lê bingeha sîstema ku di vê demê tê pêkanîn bêberkirina (bêxêr-bê bereket-bê berhem) coxrafiya Kurdistanê ye. Bi astengkirina çanda ajaldarî û çandiniyê ku pîşeya gelê kurd e, wî neçarî koçkirinê dike. Wek mînak, bi mentiqê sermayeyê, hewl hatiye dayîn ku li axa ku ji berhemdanê re vekiriye tovên GDO bifiroşeyî. Ev tov piştî demeke kin bi temamî axê tîne rewşeke ku qet berhem nede û careke din neyê bikaranîn. Ji derveyî vê ax û eraziyên Kurdistanê ji bo Seltenet û xizîneya xwe, bê ku haya kesî jê çêbibe, ji bo firotinê derxistiye bazarê, bi taybetî gelek ax û eraziyê Kurdistanê bi vî rengî derxistine bazarê. Tişta ku di vir de dikin, armanc warên dîrokî, çandî û xwezaya Kurdistanê bifiroşin netewên cuda û di vir de li pêşiya mafê xwedîtiyê ya kurdan bigirin (asteng bikin). Di bin navê veguherîna bajêrî û moderkirinê de, bi îhaleyên erazî (saziyên kurtêlxwer ên girêdayî serokwezîrtiyê mîna TOKÎ û hwd.) hatiye armanc kirin ku kurdan, warên çandî û dîroka civaka kurd ji nav bibin. Projeyên çêkirina HES'ê û bendavan jî pêkanînên wisan e ku bi vê armancê hatine plankirin.                                                                     
      
Hema bêje ev hemû projeyên ku AKP’ê bi pêş xistine, ji bo desthilatiya hegemonîk a faşîstiya xwe ye. Pêwîst e ev baş were zanîn, ti projeyeke wê nîn e ku ji bo berjewendî û refaha civakê bi pêş xistibe. Xwestiye Bendav û HES'ê di rasteya berjewendiyên aborî, siyasî û leşkerî de bi kar bîne. Di bin navê çêkirina bendav û HES’ê de tê xwestin ku asewarên çandî yên herî bi nirx ên kurdan di bin avê de bihêlin. Di bin navê kêmkirina rêjeya bêkariyê de jî dîsan xwestine ku qadeke karkirinê, ji bo nokerên xwe çêbikin. Xwestine nirxên gel û xwezayê bifiroşin gel. Bi çêkirina bendav û HES’ê, di bin navê kêmkirina bêkariyê, ya rast tê xwestin ku qadeke mezin a bêkaran vekin. Di Kurdistanê de li cihên ku dixwazin bendavan çêkin, erazî û qadên ku gel tê de dijîn di bin avê de dimînin û di encama vê de jî rastiya gel ku neçarî koçkirinê dike derdikeve holê. Armanca politîkeya ku gel neçarî koçkirin dike, ew e ku ew gel li metropolên Tirkiyê asîmle bikin û ji taybetmendiyên wî yên kurdî û çandî qut bikin. Mirovê ku ji axa wî qut dike ji cewherê wî jî qut dike û hewl dide ku wî bîne rewşa dûvikê pergala xwe. Bi vî rengî jî xwestiye civakeke nû ava bike ku xizmeta siyasetên pergalê bike. Li Kurdistanê politîkayên dewletê yên belavkirina madeyên hişber, ciwan kişandina nav fihûşê, tûşî asîmlasyonê kirin û dejenerekirina çandî ne nû ne. Bi taybetî şerê taybet ê ku di salên 90’î de ji aliyê daîreya şerê taybet ve li Kurdistanê hatiye meşandin, îro ji aliyê dewleta TC-AKP’ê ve hîn bêtir hatiye kûrkirin û tê meşandin. Politîkayên dana koçkirinê yên li dijî gelê kurd, kiryarên nediyar, înfazên bêdadgeh, birêxistinkirina hêzên kontra yên ku gelê kurd qetil dikin û di metropolên Tirkiyeyê de mafyakirina zarokên kurdên ku dane koçkirin û bi temamî xebatên tûşîkirina wan bi madeyên hişber û fuhûşê, ev car bi destê çeteyên qesrê yên taybet û perwerdekirî wek politîkaya fermî ya dewletê ketiye warê cîbicîkirinê, pêşiya dibistan û kafeyên înternetê veguherandine navendên belavkirina van kiryaran. Rêbazên madeyên hişber û kişandina nav fihûşê wek amûrê sîxorkirinê tên bikaranîn. Ev keresteyên madeyên hişber, ji aliyê MÎT’ê bixwe ve derbasî hundir hatiye kirin.

Li gorî belgeyeke ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Stratejîkî ya Kurdistanê ve hatiye weşandin, ji aliyê MÎT’ê ve milyonek bonzayî û hebên hişbir veguhestine Amed’ê. Ev madeyên hişbir ku bê pere hatine belavkirin, bi taybetî ji bo sîxurkirina ciwanan hatine bikaranîn. Bi vî rengî rihê têkoşerî û berxwedaniya ku di cewherê ciwanên kurd de heye, dixwazin bi tevizandinê ji holê rakin an jî bi helandinê, wan di nav pergala xwe de bikin dûvikê xwe. Ev yek di nava van politîkayên qirêj ên AKP’ê de ne ku li ser ciwanan pêk tîne, di vir de tê xwestin ku derûnî û xwezaya civakê ku bi destê dewletê hatiye xirakirin, careke din bi destê dewletê bixwe were tevizandin.

Bê guman ji bo têgihiştina rastiya şerê teybet, beriya her tiştî pêwîste mirov li ser amûrên zihnî yên sermayedariya nûjen  û sîstema wê serwext bibe. Heger dîroka wê baş neyê lîkolînkirin, wê çaxê jihevderxistin û analîzên me ji bo şerê teybet wê lawaz bimînin û em ê nikaribin rê li pêşiya vî şerî bigirin. Dema mirov li dîroka dema bihûrî û dema me ya îro temaşe dike, dibîne ku pergalên deshilatdar  ji bo bikaribin civakê bikin êsîrê xwe, li gora berciwendiyên xwe yên erzan bi rê ve bibin, amûrên cûrbecûr yên şerê teybet bi kar anîne. 

Mînaka vê yekê, îro li kurdistanê şerekî teybet yê hovane û berbiçav tê meşandin, bi teybet li bakûrê kurdistanê şerekî pir qirêj tê meşandin, dewleta Tirk ji bo sazkirina deshilatdariya xwe dixwazê bi zorê di  dil û mêjiyê civakê de ciyekî xwe çêbike û xwe bide qebûlkirin, dixwaze herkes bi çavê xwedayê jorîn lê binêre û li gora vê yekê nêz bibin. Çawa ku di serdema sûmeran de civakê rûyê rastî yên rahibên ku xwe wekî xweda didan nîşan nedidîtin û ji wan re îbadet dikirin. Di roja me ya îro de jî dewletên wekî Tirkiyê xwe kirine xwedayê civakê û herkesî dawetî îbadetê ji wê re dike, pêwîste herkes serê xwe jêre bitewîne,  li gora daxwaza dewletê tevbigere û yên ku van daxwazan pêk neyênin, ev tê weteya ew li dijî dewletê  (dijî xwedê) derdikevin, wê çaxê dewlet hewce dibîne ku li himber wan kesên li dijî xwedê(dewletê) derdikevin, helwesteke tûnd nîşan bide. Bê guman wê di wî welatî de cihê jiyankirinê ji wan kesan re nebe, yan ew ê hertim di wî welatî de birçî û bêkar bimîne, yan jî ew yê ji wî welatî bar bikin û bikevin ser riya koçberiyê, yan jî wê bêne kuştin. Çawa ku di musulmantiyê de tê gotin yê ku ji xweda re îbadet neke, ew ê herê nava agirê dojehê, dewleta Tirk jî dibêje yê ku nebe koleyê min, ew ê hertim di nava agir de bijî û ji bo îsbatkirina vê rastiyê, em dixwazin hindek mînakên şînber yên kû dewleta Tirk îro li ser gelê kurd dide meşandin bînin  ziman.  

Dewleta Tirk ji bo berdewamkirina hegmoniya  xwe, siyaset û rêbazên gelek qirêj û dervî mirovahiyê dide meşandin, civak daye ber xwe û mîna beldozerekê(kepçe) di ser re derbas dibe. Di wî welatî de tiştê bi navê mafê netewên kêmhejmar, vîn, wekhevî tineye, mafê kesekî yê siyaset, çand, ziman, perwerde tineye. Êrîşên ku li ser qada siyasî tên çêkirin, êrîşên ji dervî zagonên mirovahiyê ne, ew zagonên Erdogan yê kesayetî ne, zagonên ku dikevin xizmeta deshilatidariya wî. Di Tirkiyê de kesekî ku  bi navê aştî, yekîtî, biratî û demokrasiyê tev bigere, bê guman wê cihê wî di Tirkiyê de nebe, heger cihekî wî hebe jî yan wê zindan be yan jî wê kuştin be. Mînakên vê hema bêje heroj li bakurê kurdistanê û Tirkiyê têne jiyankirin. Mînak, serkeftina partiya BDP'ê di hilbijartinên 30'î hezîrana 2015'an de, serkeftina ku bi vîn û rêxistîbûna yekîtiya gelê kurd hate bidesxistin, di dewleta Tirk de nerehetiyek pir mezin da avakir, ew wekî gurê devbixwîn lê hat, çi dikeve ber dadiqurtîne. Ji wê demê û şûnde heta niha li bakurê kurdistanê êrîş, şerê qirkirina siyasî daye despêkirin, kuştin û binçavkirinan pêktîne daku çavê gel bişkîne ku car din xwedî li vîna xwe dernekeve, bi hezaran mirovên bê guneh avêtin zindanan, parlementerên ku nûnertiya vîna gel dikirin hatin birîndarkirin û binçavkirin. Lê tevî van hemû kiriyaran dîsa dilê dewletê rehet nebû û kerba dilê wê hênik nebû. Lewra di demên dawî de bi hemû hêrs û hêza xwe êrîşî ser gelê kurd dike, di heman demê de, çi kesên ku piştgirya gelê kurd jî dikin, dikevin ber êrîşên AKP'ê. Mînak koma ekadimîsyenên ku di nava wan de gelek Tirk jî hebûn, ji ber daxuyaniya wan ya destekdayîna projeya aştî û demokrasiyê di buhara 2016'an de, dewleta Tirk ew wekî terorîst bi nav kirin û yekser di derbarê wan de çû biryaran, bi armanca şkandina îradeya ew kesên ku wekî pêşengên civakê tên zanîn xistin rojeva medyaya Tirkiyê û Cîhanê, xwestin di şexsê wan ekademisyenan de vîna gel bişkînin. Di heman demê de ronakbîr û rojnemevanan dikuje,  mînaka vê yekê jî kuştina rojnemevanê ermenî yê bi navê Herant Dînk ê ku di payîza 2007'an de li stembolê peywera xwe ya insanî bi rê ve dibir, bi guleyên leşkerên tirk hat kuştin. Ji ber ew nikare serkeftinên ku kurd bi destdixin hezim bike lewra her di nava lêgerîna bikaranîna rêbazên cudatir û hîn bi bandortir de ye, ji bo  ku nehêle gelê kurd azad jiyan bike, her tiştî dike. Ji ber xwe de destûr û zagonan derdixe, karê  ku li xweşiya wî neçe û nekeve bin xizmeta  bercewendiyên deshilatdariya wî, beramberî wê zagonekê derdixe. Mînaka herî şînber  rakirina destwerdana li ser perlementerên BDPê ye.  Ji derveyî Tirkiyê di zagonên ti welatên Cîhanê de tiştê wiha tine ye, çawa vîna miletekî binpê dike, nûnerê miletekî davêje zindanan, dikuje. Wekî tê zanîn siyasetmendarên kurd Tahir Alçî,  tevî ew kesayetekî demokrat û hiqûqnas bû û hertim têkoşîna wî ji bo yekîtiya gelê tirk û kurd bû, lê tevî vê yekê jî, di 2016'an li bajarê Amedê ew bi guleya polîsên tirk hat kuştin. Bi vî şerê teybet bala civakê dikşîne ser rastiya xwe ya ne insanî û bi van kiriyarên xwe, ji herkesî re hişyarî dide ku ti kes karên dijî dewletê nekin, nexwe wê pêşeroja herkesî wê wekî ya Tahir Alçî be. Heger mirov tenê ji van mînakan bikeve rê mirovê rastiya dewleta Tirk baş analîz bike û bibîne. Ev rastiyên ku hatin ser ziman tirsa binkeftinê û bêçaretiya dewleta Tirk li hember sekna şoreşgerî û berxwedaniya gelê kurd dide nîşandan, sedemê van êrîşên hovane û şerê teybet yê ku Erdogan li ser gelê kurd dide meşandin.  Ji ber ew xwe xwedayê ser erdê dibîne û naxwaze ku kesek wî derbas bike, xwe kirde(ozne) û navenda her tiştî dibîne û gel jî tişt(nesne) dibîne. Wekî ravekirina Hêgil ya ji Napilyon re ku dibêje:  "xwedayê ku li ser rûyê erdê dimeşe." Rewşa Erdogan  ji vê yekê ne dûr e. Erdogan jî dibêje ez xweda û civak jî beniyê(ebdê) min e. Lê diyare ku Erdogan ji bîr kiriye ku em ne di serdema rahibên sûmeran de jiyan dikin, di heman demê de gelê kurd jî ne mîna berêye. Gelê kurd îro xwedî rêber, felsefe û siyaset e, xwediyê bi hezaran şehîd û şervanan e, xwediyê nirx û deskeftinên mezin e . Lewra ne ewqs hesane ku ji vê û şûnde Erdogan bikare vî gelî bike bin bandora xwe û ji xwe re bi kar bîne.                                                                                                                                                          

Gotina Erdogan ya dibêje: yek netew , yek al û yek ziman dide nîşandan ku hemû neteweyên kêmhejmar ku li tirkiyê hene, ti mafê wan tineye û pêwîste hemû neteweyên kêmhejma ku hene dev ji her tiştê xwe berdin û bi temamî bibin tirk. Bi polîtîkeyên xwe yên êrîşwarî li ser qada siyasî û  civakî vê yekê ferz dike,  Pêwîste civak dengê xwe neke, siyaset neke, serê xwe li hember siyaseta kolekirinê û zilmê raneke, li hember dewletê xwe lal bike.  Di encam de dewleta Tirk bi van polîtîkayên xwe yên qirêj ku wekî şer teybet em dikarin bi nav bikin, dixwaze civakê bê vîn bihêle û kirasê bi dilê xwe li civakê bike, dixwaze civakek mîna keriyê pez, bêdeng, filç û bêrih ava bike. Ji bo gihiştina van armancên xwe hemû rê, rêbaz û polîtîkeyên qirêj rewa dike. Xalek din ya ku dewleta Tirk dixwazê pê vîna gelê kurd bişkîne, dîl bigire û bike bin deshilatdariya xwe, dîlgirtina rêberê gelê kurd Ebdullah Ocalan e, ku bi komployeke navnetewî û bi serkêşiya dewleta Tirk di 15'ê Şubata 1999'an li Neyrobî paytexta Kênya yê hate dîlgirtin. Li hember kesayeta rêberê gelê kurd  ku wekî siyastmendar, zanyarê hemdem, pêşengê demokrasiyê û sosyolog tê nasîn, ji ber felsefe û birdoziya wî ya avakirina civakek azad ji milê dewletê ve cezayê mûebed lê hate birîn. Û  ji ber pêşkêşkirina wî ji projeya aştî  û demokrasiyê  di girtîgehê de, vê carê cezayê tek hucrê lê hat birîn û ji hemû mafên jiyanê hat bêparkirin, ji bo ku bi derûniya gelê kurd bilîzin, her carekê dewleta Tirk tiştekî dike. Mînak, di sala 2007'an serok APO jehrî kirin , dîse carinan bi salan nahêle parêzerên rêberê gelê kurd pê re hevdîtin bikin, bi vî rengî dixwaze bi derûniya gel bileyîze, nahêle gel rehet bibe, dixwaze gel û rêbertiya wî ji hev qut bikin. Di kesayeta Rêberê Gelê Kurd de dixwaze bi milyonan kurd bê vîn bihêlin, gelê kurd ji hemû mafên jiyanê bêpar bihêlin, di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dixwaze nasnema siyasî ya netewekê ji holê rabike, dîroka netewekê înkar bikin, înkarkirina dîroka netewekî tê weteya înkarkirina nirxên mirovahiyê. Armanca dewleta Tirk ji vî şerê teybet û şerê derûnî ku li hember gelê kurd dide meşandin, ew e ku gelê kurd û rêbertiya wî ji hev qut bike û encam bigire lê nikarî, ji ber ku gelê kurd û Rêberê Gelê kurd Ocalan wekî goşt û neynokê bi hev ve girêdayî ne. Gelê kurd ji mêj de ev yek misoger kiriye. Erdogan li hember helwest û têkoşîna gelê kurd pir bêtehmûl û bêsebir bûye, lewra Ji bo bikaranîna peyva birêz Ocelan bi dehan bi sedan  kes xistin binçavan. ev rêbazên Dewleta Tirk yên ji dervî mirovahiyê  nîşaneya ku dewleta Tirk di warê siyasî û exlaqî de iflas kiriye. Jixwe dewleta ku ji exlaq û poltîka bê par mabe, hilweşandin û binkeftina wê misogere. Li bakurê kurdistanê xebata siyasî ya ku tê meşandin ji milê gel de û her çiqas ew xebateke ji bo demokratîbûna Turkiyê ye, lê mixabin çi kesê ku di nava wê xebatê de cî digre rastî nêzîkatiyên arzan tên, bi teybet di demên dawî de dewleta Tirk qirkirina siyasî daye destpêkirin û bi hezaran mirov dane girtin, bi sedan siyasetmendar avêtine zindanan, gelek kes windakirin, heta niha jî aqûbeta wan ne diyare. Tevî van hemû rêbazên şerê teybet yê ku dewleta Tirk dide meşandin lê dîse gelê kurd xwe bê deng nahêle, serê xwe natewîne, ew di armanca xwe ya avakirina civakek azad û wekhev de sûr e(bi îsrar e ). Lê dewleta Tirk jî ji ber di polîtîkaya xwe ya binkeftî û hişmendiya netew dewlet de sûr e, neçar dimîne ku serî li rêbazên şerê teybet yên cudatir, yên wekî rêbazên leşkerî û derûnî bide.  

Her saziyek ji bo dewleta deshilatdar xwedî fonkisyoneke girîng e. Lê saziya leşkerî ji bo meşandina şerê teybet ji bo wê di rêza yekem de cî digire û xwedî girîngiyeke hîn mezintire. Dema mirov li dîroka dewleta Tirk  dinihêre , dibîne ku di pêvejoyên ku nikariye bi rêbazên siyasî  deshilatdariya xwe li ser civakê bide meşandin, serî li rêbazên şerê teybet yên cuda daye (derbeyên leşkerî). Bi wan derbeyan re civak heta astekê hevgirtina xwe  ji dest dide û dikeve nava tirsekê. Di encam de dîsa komkujî,  darvekirina mirovan, di zindanan de kuştina mirovan di bin îşkenceyan de, kuştina jinan, kuştina zarokan li ber pêsîrên dayikên xwe û hwd. Dewlet dixwaze bi tirsê civakê li gor xwe terbiye bike, ji hev bixîne, bê hêz bike û bitevizîne. Em dûr neçin, gelek serhildan û tevgerên kurdan li bakurê kurdistanê rabûn, lê mixabin bi ser neketin, dibe ku lawaziyên wan hebin lê dewleta Tirk bi bikaranîna amûrên tundiyê û bi komkujiyan, ew  serhildan û tevger tepisandin, ji holê rakirin. Bi rêbaz û şêwazên hovane nehiştiye ku kesek serê xwe bilind bike, hertim hewil daye ku ruhê welatparêzî û kurdînî di gel de bide vemirandin, destûr nedaye ku dengê wî derkeve derve, her tişt jêre qedexe kiriye, nehiştiye ew bi zimanê xwe bipeyive, nehiştiye ew bergên xwe yên kurdî li ber bike, pê şa bibe, nihiştiye ew li stranên xwe guhdar bike. Beriya salên heftî û wir de, ji bo ku dayikek bi zimanê xwe bi zaroka xwe re bipeyive pêwîst bû ew bi dengekî kêm û bi dizî bipeyiviya. Di heman demê de ji bo ku ew bikare li straneke kurdî guhdarî bike pêwîst bû ew derî û pencereyên xwe asê bike. Kî bihata dîtin ku daxive yan jî bihata girtin, dê mala wî ji binî de xerab bibûya, dê ew û zarokên xwe hemû bihatana kuştin, yan jî wê bihata windakirin. Tevî ku gelek salên dirêj di ser re derbasbûn jî lê di roja îro de jî dewleta Tirk heman tiştî tîne serê gelê kurd. Kî ziman û nasnema xwe daxwaz bike aqûbeta wî diyare. Mînaka wî zarokê çardeh salî yê ku di sala 2009'an de, li ber çavê her kesî ji aliyê polîsê tirk ve, destê wî bi paş de tê badan û şkandin hovîtiya dewletê dide nîşandan, di kolanan de bi jopan li dayikan xistin heta ku jiyana xwe ji dest dan. Car din di navber salên 70-80'î de ji bo ku dewleta Tirk bikaribe bi temamî serweriya xwe li ser kurdistanê bide çêkirin, pêwîstiya xwe bi rêbazên cuda dît. Bi rêka axan xwest pergala qorûcîtiyê xurt bike, xwe spart axayên gundan û di rêya wan re gelek kurd bi peran û hindek ji wan bi zorê û tirsê xistin qorûcî û çek dane milê wan. Ji xwe yê ku çeka dewletê negirta mala û milkê wî dê bihata şewtandin, ji wî walatî dê bidana koçkirin, ji ber vê rewşê bi hezaran kurd gund û malên xwe li pey xwe hiştin, ketin ser rêya koçberiyê, xwe li sînoran xistin, yên ku ji tîna, yên ku ji birça mirin, yên ku ji serma û germa li wan çolan jiyan xwe ji dest dan. Di wê riya mihaciriyê de bi sedan zarok jin û kalan jiyana xwe ji dest dan.  Heta niha jî ew kurdên ku ji welatê xwe koçber bûn, li başûrê Kurdistanê di kampên weke Mexmûr û hwd de dijîn. Dewleta tirk ev sîstema qorûciyan li gund û çiyan gelekî xurt kir. Nemaze piştî derketina Partiya Karkerê  Kurdistanê û belavbûna gêrila li seranserî çiyayên Kurdistanê, dewletê di her gundekî de qerqol û zilamên xwe çêkirin. Heger rojekê yek ji xelkên gund li ser kurdewariyê baxiviya, misoger roja din ew ê li ber deriyê qerqolê ba, ji ber ku pêwîst bû kî çi dike û çawa dike dewlet bizanibe, rola wan qorûciyan sîxuriya ji dewletê re bû. Qorûciyan li ser birayê xwe yê kurd jî agahî didan dewletê, dewletê ew wekî mertal di pêşiya operisyonan de li hember şervanên azadiyê bi kar tanîn. Di encam de bi destê wan, bi hezaran zarok û bi deh hezaran mirovên kurd hatin kuştin, bi dehan şervanên azadiyê bi destê wan dîl ketin destê dewletê û hatin şehîdxistin. Dewletê bi rêya wan kurdên xwefiroş tirs û xofa xwe xistibûn dilê gel, dil û mêjiyê gelê kurd çember kiribûn. Di roja îro de jî dewleta Tirk dixwaze heman tiştî bike lê nikare wek berê bike, ji ber ku êdî gel qirêjiya siyaseta dewletê baş dîtiye. Guhertin û pêşveçûnên ku bi saya têkoşîna PKK'ê li Bakurê Kurdistanê pêk hatin, di gel de hişyariyek kir û êdî dewlet nema dikare pêşiya azadiya wî bigire. Bêçaretiya AKPê ya li hember pirsgirêka kurd di van salên dawî de pir zelal derkete holê. Bi teybet ev di nêzîkatî û hevkariya wê ya bi DAÎŞ'ê re rastiya hikûmeta AKP'ê derxist naverastê. DAÎŞ'a ku îro dunya li hember wê şer dike û wekî rêxistineke terorîst û cenawerê mirovahiyê tê naskirin, di bin navê îslamiyetê de tevdigere, li kêleka wê hemû rêbazên hovane li hember mirovan bi kar tîne. Dewleta tirk jî ji çekan bigire heta cil û xwarinê, bi hemû derfetên xwe destek dide wê. Vê yekê kêm dibîne, vê carê  ji çeteyên DAÎŞ'ê re li herêmên kurdan weke Mereşê û cihên din, navendan ji wan re ava dike û li hember kurdan bi kar tîne. Desteka AKP'ê ji DAÎŞ'ê re di şerê Kobanê de pir berçav bû, pir aşkere tang li tirênê bar dikirin û ji DAÎŞ'ê re di Girê spî re derbasî Kobanê dikirin. Her wiha ew tirembêla barkirî bi teqemenî ku li ber Deriyê Mûşîdpinarê ku dikeve, navbera sînorê Tirkiyê û Kobanê hat teqandin, li ber destê sibê  ji nava axa Tirkiyê derket û berê xwe da Kobanê, bi sedan kes şahidê vê yekê bûn.  Heger dewletek rêxistineke wekî DAÎŞ'ê xwedî bike û wê bi hêz dike, ev tê weteya ku dewleta Tirk nirxên xwe yên exlaqî û poltîk ji dest dane û li ber hilweşandin û tunebû ye.
     
Şerê teybet yê ku li Bakurê kurdistanê tê meşandin bi rêbazên leşkerî gihiştiya asta xwe ya herî dawî, bi teybet di vê pêvejoya dawî de şerê ku tê meşandin şerekî ne ji rêzê ye. Dewleta Tirk ne li hember gêrila, YPS YPS- JIN şer dike. Ew li hember gel şer dike, bi gêrila û YPS'ê nikare, vê carê bajaran bordoman dike, zarokan, dayikên ducanî dikuje. Bi cenazeyên gel dilîze, nahêle gel cenazeyên zarokên xwe veşêre, bi rojan cenazên zarokên wan li ber çavê dê û bavan li kolanan dimînin û nahêle kes ji xwediyan nêzîk bibe. Li ser xaniyan di penceran re zarokan dike armanc û wan siwîqast dike. Çekên kîmyasal li hemberî gel bi kar anîn, bi teng û topan xanî hilweşandin, malên gel talan kirin, kevir li ser kêvir nehiştin. Li Sûra Amedê cihên dîrokî tarûmar kirin, bi rojan, bi heyvan qedexeya derketina kolanan li ser gel hat birîn. Kî li kolanan bê dîtin heta ku ew li ber deriyê xwe be jî, wê gule lê bêne barandin, gel birçî hişt,  bê av û elektirîk hişt, goristanên şehîdan bombebaran kirin. Li hember gelê kasibkar komkujî li dar xistin. Di sala 2011'an de li Roboskî komkojiyek pêk anîn. Balefiran kasibkarên ku zarok jî di nava wan de hebûn bombebaran kirin û bi dehan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Bi dihan kesên ku li ber pezê xwe bûn, şivantî dikirin, hatin gulebarankirin û hwd. Ev kiryarên hovane yên ku dewleta Tirk rojane li hember gelê kurd li dar dixe, li ti ciyan nayê dîtin. Bi van rêbazan kela wî hênik nabe, vê carê mil bi mil li kêleka çeteyên DAÎŞ'ê berê xwe didin kurdên Rojavayê Kurdistan. Heta demekê bi rengekî veşartî destek dida hêzên çeteyan lê di roja îro de pir aşkere vê yekê dike û li ber çavê her kesî, yanî dixwaze ji Cîhanê re bide îsbatkirin ku ti ferqa AKP'ê û DAÎŞ'ê ji hev tineye û ew birane. 

Belê gotina ku dibêje: armanc rêbazê diyar dike, di rastiya hişmendî û kiryarên Erdogan de vê yekê aşkere dike. Ji bo hişmendiya xwe ya netewdewlet û desthilatdariya xwe biparêze, van rêbaz û kiryarên hovane yên ku li ser civakê bi rê ve dibe rewa dike û ji rêzê dibîne. Bê guman ev rêbazê şerê teybet ku li ser civakê dide meşandin, şerekî qirkirin û tinekirina nirxên mirovahiyê ye. Bêrêziya li hember nirxên civaka hezarê salan, înkarkirin û biçûkxistina hebûna netewekî, rastiya şerê teybet yê ku Erdogan li hember netewa kurd dide mişandin derdixe holê. Gelê kurd wekî mirov nabîne, wekî neteweyekî ku pêwîste ew li ser rûyê erdê nemîne nêz dibe, eger bimîne jî, pêwîste ew ji Erdogan re mîna koleyên serdema sûmeran, bixebitin û serê xwe ji erdê ranekin. Bê guman bi van politîk û rêbazên ne mirovane, Erdogan wê dawî li Dewleta Tirk, xwe û hemû kesên din yên wek xwe bîne. Bi vî rengî ew ê nikaribe kurdan bike para xwe.

Sibe: Şerê taybet li dijî jin û ciwanan