‘Têkoşîna Denizan îro zêdetir girîng bûye’
Kurkçu: Îro yên ku ji dîktatoriyê dibêjin ‘Na’ beriya bi 45 salan ji hemû tiştên ku Denizan ji wan re digotin ‘Na’, ‘gotine, na.
Kurkçu: Îro yên ku ji dîktatoriyê dibêjin ‘Na’ beriya bi 45 salan ji hemû tiştên ku Denizan ji wan re digotin ‘Na’, ‘gotine, na.
Sarp Kuray û Ertugrul Kurkçu di salvgera 45’an a darvekirina Denizan de gotin têkoşîna Denizan îro girtîngir bûye û diyar kirin ku ew ê ji bo alaya têkoşîna wan bigihijin armancê hewldana xwe bidomînin.
‘HETA KU EM SAX BIN EM Ê RÊYA KU WAN HIŞTIN BIŞOPÎNIN’
Yek ji pêşengê nifşê 68’an û Serokê Dev-Gencê yê wê demê, WekÎlê HDP’ê Ertugrul Kurkçu diyar kir hedefên Deniz Gezmiş û hevalên wan piştî 45 salan hê jî domdar e. Kurkçu diyar kir gotina Deniz Gezmiş a di dema darvekirinê de gotî û derbasî qeydên fermî nebûyî û ji 16 peyvan pêk hatî ji bo gihaştina azadiyê rênîşandêr in û got: ‘’Ev rê têkoşîna li dijî kapîtalîzm û emperyalîzmê, ji bo azadiya Kurdan têkoşîna hevpar ûj ji bo têkoşîna sosyalîzmê ye’’
‘GOTINA NA A LI DIJÎ DÎKATATORIYÊ GOTINA NA JI HEMÛ TIŞTÊN KU DENÎZAN JI WAN RE GOTIYE NA YE’
Kurkçu diyar kir têkoşîna Denizan îro bi helwesta ‘na’ ya li dijî dîktatoriyê girîngtir bûye û got: ‘’Gotina ‘na’ a li dijî dîktatoriyê ya mirovên ku ji gelek meylên cuda ne, piştî 45 salan nîşan dide ku Deniz çi qasî mafdar bûn. Îro yên ku dijî dîktatoriyê dibêjin ‘na’ beriya 45 salan ji hemû tiştên ku Denizan gotine na re, na gotine.’’
‘EM Ê JI BO ALAYA WAN A TÊKOŞÎNÊ BIBIN HEDEFÊ HEWL BIDIN’
Yek ji rêberê nifşê 68’an Sarp Kurtay jî Deniz Gezmiş û hevalên wî bi bîr anî û got ew ê hewl bidin ku alaya wan a têkoşînê bibin hedefê.
Kuray di axaftina xwe de Deniz û hevalên wî ji bo ku gelên Tirkiyê hişyar bikin canê xwe dane û bi domdarî wiha bi nav de çû: ‘’Ji bo vê jî nirxê wan mezin e. Niha em têkoşîna wan, rêgezên ku wan nîşan dane fêhm dikin ku çendî meseleyên hîmî ne û di rewşa niha ya Tirkiyê de ev baştir xuya dibe. Ji bo ku em alaya têkoşînê ya ku hevalên me ji me re hiştin ji bo ku em bibin hedefê çi bikeve ser me, em ê hewl bidin ku bikin.’’