Derket holê ku piştî cenazeyê gerîlayê HPG’ê Recep Karataş li navçeya Torbali ya Îzmîr hat veşartin, li goristanê pankarta “em ne mirî ne jî saxên we dixwazin” hatiye daliqandin, Midûriyeta Goristanan jî li malbata Karataş geriyaye û gotiye gorê veguhezînin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Recep Karataş (Roj Gabar) ê ku 7’ê Mijdarê li milê Balî Deresî ya li navenda Dersîmê jiyana xwe ji dest da, ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hat wergirtin û li navçeya Torbali ya Îzmîrê ku malbata wî lê dijî, roja 23’yê Mijdarê hatibû veşartin. Ji bo cenazeyê ku li Goristana Ayrancilar hatibû definkirin ti pirsgirêkên qanûnî derneketibûn, dun li goristanê pankarta “em ne mirî ne jî saxên we dixwazin” hat daliqandin.
Ji bilî pankartê, li navçeyê bi dirûşmeyên nîjadperest meşek jî hat lidarxistin, derket holê ku zext li malbatê tê kirin ku gorê vekin û cenaze veguhezînin goristanek din. Midûriyeta Goristanan bi fermana Qeymeqamê Torbaliyê li malbata Karataş geriyaye, gotiye definkirina cenaze li herêmê bûye sedema bertekan, ji ber vê jî divê bê veguhestin. Tê ragihandin ku malbat a nema dizanîbû bê wê çi bike, têkîldarî mijarê serî li meqamên edlî dane.
‘EM NE MIRÎ NE JÎ SAXÊN WE LI VIR DIXWAZIN’
Têkîldarî mijarê Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan a Bajarê Îzmîrê Mahfûz Guleryuz got hem bi emniyetê hem jî bi Şaredariya Bajarê Mezin re axivîne, ragihand ku saziyan jî gotine ev ne tiştekî rast e. Guleryuz destnîşan kir ku hê daxwaza veguhestina cenaze heye û wiha pê de çû; “Wek hincet jî gotinên mîna ‘em ne mirî ne jî saxên we li vir dixwazin’ nîşan didin. Bawer im ji bo vê jî meşek li dar xistine. Hin vê mijarê tevlîhev dikin. Lê, ev ne mirovî ne jî wijdanî ye. Ne exlaqî ne jî olî ye. Beriya her tiştî diviya bû welatekî mîna Tirkiyeyê ku îdîa dike Misilman e, ji milê olî xwedî lê cenaze derketa. Em di vê mijdarê de bi malbatê re hevdîtinên xwe didomînin. Serî li meqamên fermî didin, lê hê jî encamek zelal nîne.”
‘DERVEYÎ HIQÛQA GERDÛNÎ Û MAFÊN MIROVAN E’
Rêveberê Şaxa Komaleya Mafên Mirovan a Îzmîrê Ahmet Çîçek jî diyar kir ku li gor hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan, ne girîng e ku kesê mirî aîdî kîjan fikra siyasî ye an jî olî ye û got “mafê wedayê” mafekî bingehîn ê mirovan e. Çîçek destnîşan kir ku cenazeyekî veşartî çi dibe bila bibe veguhestina wê ne mirovî ne jî wijdanî ye û got; “Heqê ti kesî tine ku derxîne. Ev binpêkirina mafê veşartinê ye. Di hiqûqa gerdûnî de binpêkirina mafê wedayê ye.”