Tecrîda li ser Ocalan li Soçiyê hate şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Soçî yê Rûsyayê hate şermezarkirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Soçî yê Rûsyayê hate şermezarkirin.
Li bajarê Soçî yê Federasyona Rûsyayê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek hate lidarxistin. Civîn ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd a Soçî ve hate organîzekirin û li salona konferansê ya Bîznes Sentr Park Otelê pêk hat.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar axivî û got, "Gelê Kurd ji bo azadiya Rêberê xwe li çar aliyên cîhanê rabûye ser piyan. Ji rakirina tecrîdê wêdetir ji bo azadiya Ocalan li ser piyan e. Hikumeta AKP'ê ya faşîst û hevkarên wê, ji bo vîna gelê Kurd bişikîne Ocalan dîl digire. Hêza gel wê pêkanînên ji holê rake."
Di civînê de beşdaran jî nêrîna xwe anî ziman û tecrîd şermezar kirin.