Tecrîda li ser Ocalan li Krasnodarê hate şermezarkirin
Kurdistaniyên li Krasnodarê dijîn ji bo balê bikişînin ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek li dar xistin.
Kurdistaniyên li Krasnodarê dijîn ji bo balê bikişînin ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek li dar xistin.
Li bajarê Krasnodar ê Federasyona Rûsyayê, li ser rewşa tenduristiyê û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek hate lidarxistin.
Civîn bi pêşengiya Otonomiya Çanda Kurd pêk hat û piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar axivî.
Cotkar diyar kir ku gelê Kurd ji tenduristiya rêberê xwe bi fikar e, lewma bi çalakiyên demokratîk hewl dide balê bikişîne ser vê mijarê.
Cotkar anî ziman, ku cihê xemgîniyê ji ber ku hêzên navneteweyî yê bi xemsarî tevdigerin û got, "Kurd divê li her devera lê dijîn ji bo Rêberê xwe rabin ser piyan û têbikoşin. Bi têkoşînê em dikarin li hemberî dijminê xwe bi ser bikevin û Rêberê xwe azad bikin."
Di dawiya civînê de, beşdaran jî nêrîna xwe ya li ser mijarê anîn ziman û piştre civîn qediya.