Tecrîd li Stenbolê hat protestokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Başakşehîr a Stenbolê hat protestokirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Başakşehîr a Stenbolê hat protestokirin.
Li Başakşehîr a Stenbolê, ciwanên HDK, HDP û DEM-GENÇ'ê, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê şermezar bikin, li Taxa Şahîntepeyê meşiyan.
Bi dehan kesên li ber avahiya HDP'ê yê navçeyê civiyan, pankarta bi nivîsa "Tecrîda li ser Rêbertî, xiyanet e" vekirin û ber bi Kolana Îstanbûlê ve meşiyan. Li dû meşê, ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê û berxwedana Kobanê deqeyek rêz hat girtin.
Hevberdevkê Meclîsa HDK'ê yê Başakşehîrê Omer Çîltepe li çalakiyê peyivî û destnîşan kir ku berpirsyarê sereke yê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê ku di ser Tirkiyeyê re derbas bûn, Serokkomar Erdogan e. Çîltepe êrîş şermezar kir û diyar kir ku li hemberî her şêwe êrîşan Şoreşa Rojava wê têk neçe.
Çîltepe tecrîda li ser Ocalan şermezar kir, bal kişand ser girîngiya Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn û xwest, azad bibe.
Meş bi çepik û qîrîna dirûşma "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.