Tecrîd li Solothûrnê hate şermezarkirin

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê hate şermezarkirin.

Tecrîda giran a li Îmraliyê li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê bi mîtîngekê hate şermezarkirin.

Mîtîng ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Şoreşger (YCŞ) ve hate organîzekirin û Kurdistanî tevî dostên xwe tevlî bûn.

Di mîtîngê de ku li Dornacherstrasseyê pêk hat, alên PKK, YPG, YPJ, TJK-E, Ciwanên Azad û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û işaret bi fikarên li ser tenduristî, ewlekarî û jiyana Ocalan hate kirin.

Qisekeran diyar kirin ku tecrîda li Îmraliyê bi têkoşîna gelê Kurd dikare bê rakirin û gotin, heta ku Ocalan azad bibe wê çalakiyên xwe bi rengekî bê navber bidomînin.

Her wiha ji bo mîtînga navendî ya 20'ê Cotmehê ya li bajarê Bernê jî banga tevlîbûnê hate kirin.