Tahmaz: Yên dibêjin 'NA' divê xwe ji meseleya Kurdan dûr nexin

Sekreterê Weqfa Aştiyê Tahmaz bal bir ser vê yekê ku Newroz ji bo avakirina aştiyê firsendek e. Tahmaz diyar kir, muxalefeta ku wê bibêje ‘NA’ divê xwe ji meseleya kurdan û qalkirina ji aştiyê dûr nexe.

Sekreterê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz ji ANF’ê re axivî û got, referandûma di Rewşa Awarte û şertên şer de wê pêk were, kêşeyeke gelekî mezin e. Tahmaz bal bir ser vê yekê ku, li herêmên ku Kurd û Tirk lê dijîn, bi du polîtîkayên ji hev cihê xwe didin der û got ku, “Li Rojavayê Tirkiyeyê mirov ji zanîngeh û karên xwe tên îxrackirin û pêkutiyên li ser muxalefetê zêdetir dibin, li herêmê jî kêşeyeke mezin  a wekî ewlehiya can û hilbijartinê heye.” Tahmaz bi bîr xist ku, li Kurdistanê qeyyûm diavêjin ser şaredariyan, siyasetmedar tên girtin, pêşiya siyaseta demokratîk tê girtin, gel bêmal dimîne û duçarî koçberiya bi darê zorê dibe û got, “Li herêmê kêşeyeke mezin heye û kes qala vê kêşeyê nake; kes nayîne ziman û naxwazin ev kêşe were dîtin.” Tahmaz diyar kir ku, li bajarên Kurdan nêzî milyonek hilbijêrên ku di hilbijartina 7’ê Hezîranê de deng dabûn a niha ji neçarî koçî cihên din kirine, nêzî 300 hezar berbijêr jî li tax û kolana wan avahî nemane ku karibin dengê xwe bidin û hemû der hatine rûxandin. Tahmaz destnîşan kir ku, “Hema bibêje hemû Kurdên ku li gorî polîtîkayên hikumetê tevnegeriyan, hatin dîlgirtin” û bal bir ser vê yekê ku wê gelê Kurd di siya gotinên nîjadperest, neteweperest û nefretê yê Wezîrê Karê Hundir Süleyman Soylu de têkeve referandûmê.

‘BÊYÎ KU QALA KURDAN BIKIN, NABE KU KAMPANYAYAN BIKIN’

Tahmaz diyar kir ku a niha li Licê “qedexeya derketina derve” heye û operasyona herî mezin a navxweyî ya li Tirkiyeyê a niha li wê derê tê kirin û got ku, bi rastî jî kes nizane li wê derê çi diqewime. Tahmaz bi bîr xist ku, tu rêveberên DBP û HDP’ê nemane ku nehatine girtin û parlementerên HDP’ê yên ku ligel hemû dijwariyan kampanyayên referandûmê dikin jî tên astengkirin. Tahmaz derbirî ku, AKP bi avakirina împaratoriya tirsê dixwaze encamekê bistîne û gelê Kurd ligel gelek kêşeyên ewlehiyê dê biçe ser sindoqan, lê kes qala vê rewşê nake. Tahmaz di vî warî de rexne li muxalefeta sereke girt û gotina Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kılıçdaroğlu ya ku digot ‘Dewlet li Cizîrê jî, li Edîrneyê jî wê tedbîrên ewlehiyê bistîne’ bi bîr xist û got “Bi vî aqilî di du salên dawîn de tiştên hatine serê Kurdan, kes nikare fêm bike.”

Tahmaz bal bir ser vê yekê ku, Newroz ji bo avakirina aştiyê firsendek e û diyar kir, divê Newroz ji bo nîqaşkirina fikra avakirina maseya aştiyê karibe bibe sedem jî. Tahmaz got ku, “Em heta li hemberî siyaseta ku neteweparêziyê dike, kesan veder dike û birînên civakî xwînî dikin helwesta xwe nîşan nedin, em di referandûmê de qezenc bikim jî, em ê bi ser nekevin û diyar kir ku, di referandûmê de teqez divê qala aştiyê were kirin ku pêdiviya bingehîn a Tirkiyeyê ye. Tahmaz diyar kir, helwesta ku ji ber fikara dengan naxwaze di referandûmê de qala aştiyê bike, pêşiya hişmendiya tekparêz a AKP’ê vedike û got, divê ji aliyekî aştiyane kampanyaya azadîparêz û demokratîk a referandûmê were kirin. Hakan Tahmaz rexne li muxalefeta sereke girt ya ku naxwaze qala meseleya Kurdan û aştiyê bike û axaftina xwe wisa domand:

“HETA KU EM XWEDÎ LI MAFÊ JIYÎNÊ DERNEKEVIN, WÊ MUXALEFET PÊK NEYÊ’

“Li Tirkiyeyê hevserok, parlementer û bi sedan şaredarên sêyemîn partiya mezin a Tirkiyeyê di girtîgehê de ne, divê em fedî bikin. Heta ku em qala kêşeya Kurdan nekin, em dengê wan nebihîzin û wan nebînin, ew ê ev tişt me nebe cihekî; ev wê kaosê kûrtir bike. Di referandûmê de ‘Na’ derkeve jî, em ê bi kîjan polîtîkayê karibin aştiyê ava bikin? Tu ferq di navbera vî tiştî û fen û fûtên AKP’ê de tune. Dema ku hûn li van deran qala serbixwebûna darazê dikin; Şirnexî  dibêjin ku hertişt serûbin bûye. Du salan bajarên dîrokî hatin hilweşandin, em dev jî saziya darazê berdin, derbarê tu peywirdarî lêpirsîneke îdarî nehate vekirin. Em ê van tiştan ji wê dayîka ku zaroka xwe di sarincê de veşart çawa bibêjin; şerm e, guneh e û hetikandin e. Kesên ku nikarin li hemberî îxlalkirina mafê jiyînê derkevin, nabe ku bibêjin em tevgereke muxalif, sosyalîst û demokratîk in. Di dema pêvajoya aştiyê ya du salan de, birînê piçekî qalik girtibû, lê vê carê qalikê birînê gelekî nebaş xwînî kirin. Ji ber vê jî tenê riyeke me heye, ew jî aştî ye.”