Sûriye: Tirkiye komên terorîst fînase dike, NY çima bêdeng in?
Heyeta Sûriye ya NY’yê, diyar kir ku Tirkiye li ser xaka Sûriyeyê komên terorîst fînanse dike û got: “NY çima dagirkerina Babê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve nabîne.”
Heyeta Sûriye ya NY’yê, diyar kir ku Tirkiye li ser xaka Sûriyeyê komên terorîst fînanse dike û got: “NY çima dagirkerina Babê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve nabîne.”
34. Rûniştina Mafê Mirovan a li Konseya Mafê Mirovan a NY ya li Ofîsa NY’yê ya li bajarê Cinêv a Swîsreyê dewam dike. Di rûniştîna îro de ji saetên sibehê ve bi detay li ser rapora Sûriyeyê ya NY’yê gotûbêj hatin kirin.
Di rûniştinê de destpêkê Serokê Komîsyona Sûriyeyê ya NY’yê Faûlo Sergîo Pînheîro axivî, bal kişand ser nuqteyên di rapora Sûriye ya NY’yê û got: “Weke di raporê de jî hate nîşandan, rejîma Esad li Sûriyeyê sûcê şer kiriye û ji ber vê divê bê darezandin.”
Pînheîro, bi awayekî zelal îxlalên mafê mirovan ên ku di tevahî 6 salên ku şer dom kirî de anî ziman, ji bo siberoja gelê Sûriyeyê ji derveyî rêya çareseriyê ti şensê wê yê din nîne.
GELEK DEWLET XWEST: REJÎM BÊ DAREZANDIN
Piştî Pînheîro û şûnde gelek nûnerên dewletan mafê axaftinê girtin û li ser rapora NY’yê ya ku hate weşadan diyar kirin ku divê rejîma Esad sucê şer kiriye, diyar kirin ku divê rayedarên rejîmê di Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ÛCM) bên darezandin.
RÛSYA: RAPORA NY’YÊ JI PÊŞBIRYARAN TIJIYE
Di rûniştinê de nûnerê Rûsyayê jî mafê axaftinê girt û diyar kir ku rapora NY’yê ya ku di encama lêkolînan de hate amadekirin gelek tiştên zêde hatine lê zêdekirin, gelek nuqte di encama pêşbiryarande li raporê hatine bicihkirin.
ÎRAN: DIVÊ LI SER XAKA SÛRIYEYÊ HEYÎNA TI DEWLETAN NEBE
Nûnerê li ser navê Îranê mafê axaftinê girt, diyar kirin ku ji bo Sûriyeyê alîgirê çareseriyekî siyasî ne û got: “Di çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê de di vê parastina xakê esas bê girtin û heyîna dewletan a li wir bi temamî nemîne.”
DYA: TÊKOŞÎNA ME YA LI DIJÎ DAIŞ’Ê WÊ BIDOME
Nûnerê DYA’yê jî diyar kir ku sûcê mirovahiyê yê li Sûriyeyê tê kirin ji beriya her tiştî berpirsyartiya wê li stûyê rejîm û DAIŞ’ê ye, diyar kir ku wê têkoşîna wan a li dijî DAIŞ’ê bidome.
BLOKA SÛNÎ DÎSA DAIŞ JI NEDÎTÎ VE HAT
Dîsa di rûniştinê de nûnerên welatên mîna Tirkiye, Siûdî Erebîstan, Qeter û Kûwêt diyar kirin ku berpirsyarên îxlalkirina mafan yekane berpirsyar rejîm e, têkildarî DAIŞ û rêxistinên din ti tişt neanîna ziman bal kişand.
SÛRIYE: TIRKIYE KOMÊN TERORÊ YÊN LI SER XAKA ME FÎNANSE DIKE
Li dijî rexeneyên li ser rejîma Sûriye û rapora NY’yê ya li ser Sûriyeyê, nûnerê li ser navê heyeta Rejîma Sûriyeyê mafê axaftinê girt û dagirkirina xaka Sûriyeyê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve bi zimanekî tûj rexne kir, bal kişand ku Tirkiye komên terorîst fînase dike. Nûner rapora NY’yê ya ku rejîmîmê bi îdîayên ku sûcê şer kiriye qebûl nakin, destnîşan kir ku rapora NY’yê ji aliyê yek layî ve hatiye amadekirin.
Nûner diyar kir ku mafê rejîma Sûriyeyê heye xaka xwe li dijî terorîstan bi parêze û got: “Di serî de Tirkiye, Siûdî Erebîstan, Qeter, Emîrên Ereban komên di qada navneteweyî de weke terorîst hatine qebûlkirin û niha li ser xaka me ne, fînanse û pişgiriya wan dike.
Nûner komîsyona ku rapora Sûriyeyê ya NY’yê amadekirî rexne kir û ev pirs kir: “Çima di raporê de dagirkirna xaka Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve nehatiye bicihkirin, dîsa Tirkiye li Babê sivîlan ji hewayê ve bombe dike, çima ev di raporê de nehatiye nivîsandin.”