Siyasetmedarê Kurd Ceylan li Lozanê jiyana xwe ji dest da

Hanîfî Ceylan ku demeke dirêj di nava siyaseta Kurd de têkoşiya, li bajarê Lozanê yê Swîsreyê ji ber nexweşiya Covîd-19 jiyana xwe ji dest da.

Ceylan ê ji navçeya Pasûrê ya Amedê demeke dirêj nexweş bû. Beriya hefteyekê bi nexweşiya Covîd-19 ketibû û doktoran ew şandibû mala xwe.

Ceylan ê 64 salî ku bavê 3 zarokan bû, doh êvarê li mala xwe ya li Lozanê jiyana xwe ji dest da.

Ceylan di salên 1970'î de li Dibistana Mamosteyan a Ergene mamoste bû, piştî ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kir, cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Ceylan sirgûn, zext dît û gelek caran hate girtin.

Piştî terora dewletê ya salên 1990'î di sala 1993'an de neçar ma koçî bajarê Lozanê yê Swîsreyê bike.

Di nava 27 salên li sirgûnê bi rengekî çalak tevlî karên têkoşîna azadiyê bû û 2 caran serokatiya FEKAR'ê kiribû.