Şivanê 14 salî li çiyayê Bagokê mirî hat dîtin

Şivanê 14 salî li çiyayê Bagokê mirî hat dîtin

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, şivanê 14 salî Halîl Çelîk, ku ji bo pezê xwe biçêrînê çû çiyayê Bagokê, mirî hat dîtin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Halîl Çelîk ê li gundê Tomaçli yê ser bi Nisêbînê şivantî dikir, ji bo çêrandina sewalên xwe çû quntarê Bagokê. Piştî baran û birûskên ji nişka ve deng veda, Çelîk venegeriya malê û li ser vê yekê malbat derket çiyayê Bagokê.

Malbatê di encama lêgerînê de dîtin ku zarokê wan li erdê dirêjkirî ye.

Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê dîtin ku Çelîk jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Amedê.