Serokê Konseya Aştiyê ya Swêdê: Pêwîste Ocalan serbest bê berdan

Serokê Konseya Aştiyê ya Swêdê: Pêwîste Ocalan serbest bê berdan

Serokê Konseya Aştiyê ya Swêdê û Parlementerên Swîsreyî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxadin û balkişandin ser ku, ev bang ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo Rojhilata Navîn jî destpêkek nû ye.

Serokê Konseya Aştiyê ya Swêdê Kemal Gorgu ku 11 rêxistinên aştiyê di nava xwe de digire, Parlementera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh, ji Partiya Derdor Parlementerê Keskan Rêbwar Hesen têkildarî daxuyaniya Ocalan ya di Newrozê de ji ANF’ê re nirxand.

Serokê Konseya Aştiyê ya Swêdê Kemal Gorgu diyarkir ku, “Banga Birêz Ocalan bangekî dê bikeve dîrokê ye. Êdî pêwîste feraset û sîstema ji beriya 100 salane gelê Kurd û kêmenetewên din înkar dike bê guhertin. Banga Ocalan ne tenê jib o Tirkiyeyê, nîşaneya pêvajoyekî nû jib o Rojhilata Navîne jî. Êdî dema bidawî anîna ferasetên netewperestî û nijadperestiye. Êdî Ocalanê ku bi milyonan weke îradeya xwe û rêberê xwe qebûl kir û guhdarî bangên wî dike, li girtîgehê nayê girtin. Em dixwazin demek ji demekê zûtir Ocalan serbest bê berdan.”

EM LI BENDÊNE TIRKIYE PÊNGAVÊN BERBI ÇAV BI AVÊJE

Rêbwar Hesen destnîşan kir ku, bangan Ocalan careke din nîşanda ku, Kurd jib o çareserkirina pirsgirêka Kurd alîgirê rêbazê aştiyê ne. Rêbwar da zanîn ku,  Kurd her tim alîgir bûn ku pirsgirê bi r3eya diyalogê were çareserkirin, lê belê dewletên Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê li şûna diyalogê zext û tundî li ser Kurdan dan meşandin. Rêbwar got: “Ez li bendê me ku vêcarê Dewleta Tirk bersivek erênî bide banga Ocalan û jib o naskirina mafên Kurdan pêngavên ber bi çav bi avêje. Girînge ku di vê makezagonê de Kurd weke gel bêne naskirin. Lê belê ez dixwazim vê jî bêjim ku ez pir biendaze nêzî muzakereyên di navbera Dewlet û Ocalan de dibin. Ocalan ev 14 sale li îmraliyê tê girtin. Di demên dawî de BDP hevdîtinan dike lê belê ev ne besin. Pêwîste şert û merc bên avakirin ku Ocalan bikare têkiliyê di navbera rêxistin û siyasetmedarên derve de dane.”

BANGA OCALAN PÊNGAVEKÎ PÊŞ YA BER BI RÊYA RAST DE YE

Parlementera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh banga Ocalan weke pêngavek pêş ber bi rêya rast ve nirxand û bêbaweriya xwe ya di nêzîkatiyên rayedarên Tirk de anî ziman. Kakabaveh bibîrxist ku, dewleta Tirk ji aliyekî ve muzakeran bi Ocalan re berdewam dike, ji aliyekî din ve Kurdistanê bombebaran dike, operasyonên leşkerî û girtinan didomîne û pêkutiyên li ser siyasetmedarên kurd dike. Kakabaveh da zanîn ku, “PKK’ê demekê anvber da şer. Li rexmî vê her roj gêrîla bombebaran kirin. Pêwîstbû li beramberî hewildanên Kurdan yên aştiyane dewleta Tirk girtiyên siyasî û rojnamevan serbest berdaban. Lêbelê li şûna vê bike, hêjan bombebarana û girtinan didomîne.” Bi vî awayî bertek nîşanî helwesta Tirkiyeyê da.